1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Endamên çeteyê li pêşberî avahiya hikûmetê xwe rêxistin dikin!
Endamên çeteyê li pêşberî avahiya hikûmetê xwe rêxistin dikin!,endamên,çeteyê,li,pêşberî,avahiya,hikûmetê,xwe,rêxistin,dikin

Endamên çeteyê li pêşberî avahiya hikûmetê xwe rêxistin dikin!

A+ A-

MELTEM OKTAY

ÇEWLIK (DÎHA) - Ji 7 endamên çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Amedê di operasyona li hemberî DAIŞ'ê de hatin kuştin 4 ji wan ji Çewlikê ne û derket holê ku li di bodruma Pasaja Karabulut a li hemberî avahiya hikûmetê xwe rêxistin kirine. Hate hînbûn ku ev kes beriya ku tevli DAIŞ'ê bibin jî bazirganiya tîryakê kirine û ji ber vê yekê jî ketine girtîgehê.

Li Amedê di operasyona hemberî DAIŞ'ê hate kirin ke ji 7 kesên hatin kuştin, 4 ji wan ji Çewlikê ne û piştî Semsûrê balê hemû kesan kişandin li ser Çewlikê. Li bajarê ku ev 2 salên dawî ne gelek kes tevli DAIŞ'ê bûne, balkêş e ku kesên navborî beriya ku tevli DAIŞ'ê bibin bazirganiya tîryakê kirine û ji kesên ji ber vê yekê ketine girtigehê pêk tê.

Ji kesên ku di operasyonê de hatin kuştin Siddik Bulen hate hînbûn ku endamê Hîzbullahê yê berê ye di bin navê "perwerdehiya medreseyê" de çûye Afganistan û Çeçenistanê bi rêxistinên çeteyê yên wekî El Nusra û El Qaîdeyê têkîlî daniye û xebat meşandiye. Bulen ê ku hate hînbûn di 2012'an de ji ber bazirganiya tîryakê hati girtin û di girtîgehê de maye piştî ku ji girtîgehê derdikeve li Çewlikê tevli xebatên ji bo DAIŞ'ê endam dîtinê dibe.

Mescît gelo cihê rêxistinbûnê ye?

Bulen ê ku ji girtîgehê derket dîsa kesên wekî xwe ji girtîgehê dermetine rêxistin dike, bi wan nimêj dide kirin û piştre jî di bin navê "hîcretê" de dişîne Rakka ya ku yek ji navendên çeteyên DAIŞ'ê ne, ev tişt piştî bûyerê mijara esasî ya ku li bajar tê nîqaşkirin e.

Yek ji cihên ku çete xebatên xwerêxistinkirinê dimeşînin jî pêşberî Avahiya Hikûmetê ya li ser cadeya Înonu ya taxa Yenîşehîrê ye. Endamên çeteyan ên ku ji ber ku çûyîna mizgeftan red dikin qatê bodrumê ya Pasaja Karabulutê ku li qatê jor rêxistina MHP'ê heye wekî mescît bi kar tînin, tê gotin ku bi vî rengî ciwanan dixapînin û rêxistin dikin. Tê gotin ku rojê nêzî 50-60 kes diçin û tên vê derê.

4 DAIŞ'î yên ku hatin kuştin her tim dihatin mescîtê

Ji çeteyên ku hate kuştin Cihat Olmez jî berê ji ber tîryakê ketiye girtîgehê û 4 salan li girtîgehê maye. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve Olmez jî her tim tê vî mescîtê û ev yek jî tê zanîn.

Olmez ê ku beriya hefteyeka ji serhildana Kobanê ji holê winda dile derbasî Sûriyeyê dibe û tevli DAIŞ'ê dibe. Wisa ku birayê xwe O. jî bi hevser û zarokê xwe ve diçe Sûriyeyê û piştî demeke vedigerin.

Wekî Siddik Bulen û Cihat Olmez 2 çeteyên din jî tê gotin ku berê bazirganiya tîryakê kirine û gelek caran hatine ev cihê ku li navenda bajar e.

'Kurê min DAIŞ'î ye'

Bavê O.B. (25) ê ku tê vî cihê ku çete xwe rêxistin dikin, M.B. (69) diyar kir ku kurê wî endamê DAIŞ'ê ye. M.B. diyar kir ku piştî ku kurê wî çûye û hatiye wê derê guherî ye, kurê wî berê ji ber tîryakê ketiye girtîgehê û wiha axivî: "Kurê min piştî ku ji girtîgehê derket çû wê derê. Rih berda. Gelekî bi hêrs bû. Li hundirê malê kesekî nedikarî tiştekî bibêjin. Rewşek derketa holê quran vedikir û ayet dixwend. Min jî digot tu quranê şaş dixwînî. Her tim li malê nîqaşa vê yekê dihat kirin. Ji me re dibêje ez ê hîcret bikim."

M.B. destnîşan kir ku kurê berê li mizgeftê nimêj dikir lê piştî çû wî mescîtê êdî li mizgeftê nimêj nekir, her tim bi kurê xwe re nîqaş dikin lê ji ber tiştên ku dibe ku kurê wî bike ditirse. M.B. anî ziman ku heke neçe giliyê kurê xwe li emniyetê neke ditirse ku kurê wî serê wan bixe belayê.

'Yên ku ji ber tîryakê hatin girtin niha bûne DAIŞ'î'

M.B. bilêv kir ku ew jî çûye ev cihê ku kurê wî her tim diçe û kesên li vir berê bi rih bûn lê niha hemûyan rihên xwe birîne.Bav got ku dema çûye mescîtê pirsa "Hûn li vir çi dikin, pêşengê we kî ye, ev tiştên ku hûn dikin çi ne" ji wan kirine lê kesekî bersiv nedaye wî. M.B. herî dawî ev tişt anî ziman: "Yên li wir in hemû ji ber tîryakê li girtîgehê mane. Niha hemû bûne DAIŞ'î."

(sa)