Endemê berê yê ENKS’ê: Ew ê bi tenê bimînin
IDRÎS EBDULLAH / BASIL ÇOLÎ
HESEKÊ – Endamê Komîteya Rêveber a El-Wehdê Salih Xelef Biro ku partiya wan ji ENKS’ê hatiye avêtin, diyar kir ku partiyên ENKS’ê girêdayî dervene û hesabên teng dikin, lewre jî nikarin nakokiyên xwe xilas bikin. Biro got dibe ku 5 partiyên mane di nava ENKS’ê de ji hev veqetin, lê êdî gel li benda wan namîne.
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Wehdê) Salih Xelef Biro, derbarê astengiyên li pêşiya xebatên Lêvegera Siyasî ya Kurd a Rojavayê Kurdistanê û helwesta ENKS’ê de ji ANHA’yê re axivî.
Salih Xelef Biro ku partiya wan jî berê endama ENKS’ê bû û ji ber nakokiyên derbarê Lêvegerê de, ji ENKS’ê hatiye derxistin, da zanîn ku ji ber nakokiyên di navbera partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de Lêveger nehatiye piratîzekirin.
‘5 partî mane lê nakokiyên wan didomin’
Xelef Biro bibîr xist ku ji destpêka damezirandina Lêvegerê partiyên ENKS’ê ku partiya wan jî beşek jê bû, nikarîbûn bigihîjin lihevkirinê û wiha dom kir: “Partiyên ENKS’ê nekarîbû nûnerên xwe diyar bikin. Tevlî ku 3 partî bê sedem ji nava xwe avêtin jî, lê nakokiyên wan hîn berdewam dikin. ENKS ji 12 partiyan pêk dihat, niha tenê 5 mane, em niha jî dibînin nakokiyên van 5 partiyan di asta herî jor de berdewam in.”
‘Ez bawer nakim ku nakokiyên wan xilas bibin’
Biro, da zanîn ku ew êdî bawer nakin ku nakokiyên di navbera partiyên ENKS’ê de bi dawî bibin û wiha pê de çû: ”Pêwîste di vê qonaxê de rêveberên partiyên siyasî destê xwe deynin ser wijdana xwe, berjewendiyên gel esas bigirin û li gorî wê tevbigerin.”
‘Ew ê bi tenê bimînin’
Biro, diyar kir ku dê herdem aliyên nerazî hebin, lê nakokiyên di nava partiyên ENKS’ê de wê berxwedana Rojava nedin rawestandin û ev tişt anîn ser ziman: ”Wê her dem aliyên ne razî hebin, ev tiştekî normale. Gelê me hêza xwe ya ji hemû pêkhatiyan ava kiriye û herêmên xwe diparêze. Gelê me êdî li benda van partiyên nakokiyên wan hene nasekine. Ez di wê baweriyê de me ku dê ENKS tenê 3 partî bimîne, wê nakokiyên wan hebin. Partiyên ENKS’ê kilasîk in û berjewendiyên teng esas digirin, ji ber vê yekê dê nikaribin bersiva berxwedana tê dayîn bidin.”
‘Sedema nakokiyan destwerdana derve ye’
Biro, anî ziman ku sedema nakokiyên ENKS’ê ew e ku her partiyek xwe wekî partiya herî mezin dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her partiyek yên din ji nedîtî ve tê. Di vê demê de kes nikare bêje ez partiya mezin im. Bila niha li gorî berjewendiyên giştî tevbigerin, sibe gelê me yê bi bîr û bawer dê bi riya sindoqên hilbijartinan diyar bike ka kî mezin e û kî biçûk e. Yanî daxuyaniyên têne kirin û dibêjin partiyên mezin û partiyên biçûk ne rastin. Nakokiyên niha di nava partiyên ENKS’ê de jî ji ber destwerdana derve pêk hatiye. Biryara piraniya partiyên Rojava ne ji hundir e û sedema sereke ya nakokiyan ev e. Pereyên siyasî û fikirîna teng nahêle Lêvegera Siyasî aktîf bibe.”
‘Pêwîstbû Lêvegera Siyasî li civînên Moskow baya’
Biro, bal kişand ser civînên Moskowê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî tevlî dibe û got: ”Beşdarbûna Moskow gavên girîng avêtin, lê heger beşdarbûn bi navê Lêvegera Siyasî baya dê baştir bûya. Ji ber ku esasê çareserkirina pirsgirêkan hevdîtin in. Partiya me jî piştgiriya hevdîtinan dike, ev 4 salin pirsgirêka gelê Sûriyê her ku dice kûr dibe. Ji ber wê baweriya me bi hevdîtinan heye, lê heger Lêveger di civînan de hebûya wê baştir ba, lê mixabin vê carê jî nakokiyên di navbera ENKS’ê de bû sedem ku Lêveger ne di civînê de be.”
‘Nakokiyên ENKS’ê hêviyên şehîdên Newrozê winda kirin’
Biro, helwesta gel a ku di roja merasîmên Şehîdên Newroza Hesekê de ji bo yekîtiyê nîşan dabû bibîr xist û ev tişt anîn ziman: ”Di roja merasîman de gelê me bi yek dengî banga yekîtiyê kir. Lê mixabin dîsa li wir û di hizûra malbatên şehîdan de ENKS’ê ji bo hin mijar û hincetan nakokî derxistin û xwestin tevliheviyê derxînin. Me dît çawa gelê me li dijî wan derketin û dengê xwe bilind kirin. Helwesta gelê me di merasîman de zelal bû.”
Di dawiya axaftina xwe de Biro got ku gelê kurd û hemû pêkateyên Rojava jî êdî li benda nakokiyên kesan û partiyan namîne û wiha got: ”Gelê me zana bû ye, mijaran baş dinirxîne û ji hev derdixe. Gelê me nasekine û rêveberiya xwe ku avakiriye wê hîn xurtir û mestir bike. Care de jî banga min ji gelê me re guh li axaftin û daxuyaniyên vala nekin û yekîtiya xwe ya civakî pêşbixin.”
(aq)
ANHA