ENKS û EGRKê li Hewlêr dicivin
Aldar Xelîl: Barzanî bi xwe jî rexneyên me erê kir
Mihemed Tahir
Hewlêr (Rûdaw) – Endamên Desteya Bilind (DBK) yên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) piştî hevdîtina navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ENKSê hatin Herêma Kurdistanê û ligel Barzanî civînek sazkirin. Endamê rêveberiya TEV-DEM û DBKê Aldar Xelîl derbarê serdana wan a bo Hewlêrê ji Rûdawê re axivî. Xelîl derbarê hevdîtina wan a ligel Barzanî de got: “Barzanî bi xwe jî rexneyên me erê kir.” Xelîl bilêv kir ku wê civînek navbera ENKS û EGRKê de çêbibe, dibe ku Barzanî jî beşdarî wê civînê bibe.
Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxekî pir xeter dibe
Endamê rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û DBKê Aldar Xelîl derbarê serdana wan a ji bo Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî. Xelîl derbarê rewşa rojavayê Kurdistanê û hatina wan a bo Hewlêrê wiha got: “Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxekî pir xeter dibe. Metirsiya li ser gel û destkeftiyên gelê kurd mezin bûye. Ji aliyekê ve leyîstokên tirka, ji aliyê din ve jî Îslamiyên radîkal ên selefî û hinek grûbên çekdar êrişên wan ên li ser herêmên kurdî. Ev dihêle ku giringiya yekîtî û helwesta kurda derbikeve pêş û ji bo wê jî gavên pêwîst gerekin.”
ENKS di nava xwe de ne yeke
Aldar Xelîl rexne li helwesta hinek hêzên kurdan girt û wiha got: “Di van demên dawiyê de hêzên kurd ên rojavayê Kurdistanê helwesta pêwîst nedan diyarkirin. Bi taybetî jî partiyên di nava Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de. 16 partî di nava wê encûmenê de hene û kesên serbixwe hene, li Helebê li dijî gelê me êriş çêdibû; helwesteke wan a pêwîst çênedibû. Li Efrînê li dijî gundekê êriş çêbû, ti helwest diyar nekirin. Serêkaniyê hat dagirkirin, helwestek pêwîst ji wan derneket. Ev yek dihêle ku di aliyekê de barê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê giran bibe, ji aliyê din ve kes û beşên pêwîste di vê yekîtiyê de cihê xwe bigrin, ew jî ji derve dimînin. Sedema wê jî ewe ku ENKS di nava xwe de ne yeke û pirsgirêkên wan hene.”
Endamê DBKê diyar kir ku ji ber sedemên hene hatine Herêma Kurdistanê û wiha pêdeçû: “Ji ber wan sedeman serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bangî ENKSê kir û ji bo ligel rêveberiya giştî ya vê encûmenê pirsgirêkên di nava wan de çareser bike. Wan bigihînin hev û bihêlin ku helwesta wan bibe yek.”
Xelîl diyar kir ku divê ENKS û EGRKê di nava hevkariyê de bin û got: “Ji bo Desteya Bilind a Kurd (DBK) bikare erkê xwe pêk bîne, divê herdu encûmen di nava hevkariya hevdu de bin û ji bo DBK bikare kar bike. Em jî wekî DBK hatin vexwendin û piştî encamên komkirina wan zelal bû, em ji nû ve wekî DBK bikarin mekanîzmeya kar aktîv bikin. Ji ber van pirsgirêkan biryarên di nava DBKê de derdiketin, derfet nebûn ku bikevin pratîkê.”
Barzanî got, ‘wiha nabe, pêwîste di pêvajoya şoreşan de helwest zû bên diyarkirin’
Li ser pirsa ‘Barzanî li ser mesela Serêkaniyê, êrişên Heleb û bêdengiya ENKSê ya li hemberî wan bûyeran çi got?’ anî ziman ku Barzanî bi xwe jî ev rexneyên me erê kir û got: “Me tiştek wisa dît ku birêz Barzanî pir dixwest ew yekîtî ji dil pêşbikeve û helwest yek be. Dema me meseleya Serêkaniyê, Heleb û Efrînê da diyarkirin, wî jî dilgiraniya xwe anî ziman. Barzanî got, ‘wiha nabe, pêwîste di pêvajoya şoreşan de helwest zû bên diyarkirin û biryar zû bên dayîn.” Xwiyaye heta encûmen biryarekê bistîne, ne şerte 30-40 kes bên gel hev û heta biryarekê bidin. Pêwîste mekanîzmeyeke xwe ya nû bibînin. Barzanî bi xwe jî ev rexneyên me erê kir. Di van mijaran de tevlî nêrînên me dibû û got, divê ev tişt bên derbas kirin.”
Aldar Xelîl li ser civîna wan a ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de jî axivî û got: “Hê hinek tişt tên guftûgokirin û wê civînên me berdewam bikin. Lê tişta giring me hinek pêşniyar pêşkêş kirin. Me got, divê em DBKê berfireh bikin. Em hinek beşên din jî beşdar bikin. Ji bo di dema pêş de wekî eniyeke kurda dirûst bibe. Hinek partî û rêxistinên derveyî encûmenê jî hene, bila ew jî beşdar bibin. Bila hemû kes di nava cihê biryarê de be.”
ENKS û EGRKê bi hev re civînekê lidarbixin
Endamê DBKê Aldar Xelîl diyar kir ku wê ENKS û EGRKê bi hev re civînekê lidarbixin û wiha dawî li axaftinên xwe: “Em û 16 partiyên di nava ENKSê de emê ligel hev rûnin. Lê bawer nakim di vê civînê de Barzanî amade bibe û dibe ku nûnerên wî amade bibin. EGRK û ENKS wê civînekê lidarbixin û piştî hemû tişt bi encam bûn, di bernameyê de tiştek wisa nîne, lê dibe ku wê demê herdu alî bi hev re civînekê ligel Barzanî çêbikin.”