Erdhejzede zivistanek din bêçare pêşwezî dikin
09:22 20.10.2013 1 / 17 WAN (DÎHA) - Hemwelatiyên di erdheja Wanê de zirar ditîbûn, piştî walîtiyê elektrîkên konteynirên wan birî, ji bo ku zivistanê wê çawa bikin di nava neçarî de bêdeng bêdeng disekinin. Mezînên wan dihizirin ku vê zivistanê wê çawa germ bibin. Erdhejzedeya biçûk Melîsa Turgut a 11 salî got ku, tinê xwestekeke wê heye ew jî zivistanê ronahiyeke li ser serê wan û xaniyekî wan ê germ û xweşkok hebe.
Piştî di navbira dirokên 23 çotmehê û 9 Sermawêze de li Wanê du erdhejên mezîn pêk hatibûn, hemwelatiyên ji erdhejê zirar dîtîne ew bo sê salên wan e ku di bajarokên konteyniran de zivistana xwe derbas dikin. Bi destpêkirina di sar û seqemê de jî walitiya Wanê elektrîkên hemwelatiyan li ser wan birî û hemwelatiyên di bajarokê konteynirê de dimînin zivistanê dijwar di nava neçariyan de pêşwazî dikin.
Hemwelatiyê li bajarokê konteynira Anadolu yê dimîne Adalet Sinan anî ziman ku ji bo zivistanê heya niha tu amedekarî wan nekirine û wiha got "Çi amedekariyên me yên ji bo xwarina zivistanê , qincên zivistan tuneye. Em di nava sarmayê de disekinin"
‘Pore zarokên me ji ber qirêjê diweşin’
Îbrahîm Şahbazê ji erdhejê zirar ditî da zanîn ku li ser agirê pêşiya konteynira pêxistî xwarina xwe çêdikin. Jiber ku 56 rojên ava germ nedîtine derfetên wan tune ye qincên xwe bişon û jiber qirêjê jî pora zarokên wan diweşe. Şahbaz anî ziman ku, zivistan wê dijwar derbas bibe û ji ber sarmayê jî zarokên wan dê nexweş bikevin ger sobeya komiri jî bikar binin dê buyerên şewitandinê û jehrbûnê pêk vere û wiha got: "Ji xwe zarokên min roja borî jehrî bûn. Ji bo ku em çayê çêbikin me semaver pêxist. Lê agirê semaverê vemirî. Zarokan jî gotin em dicemidin’ jiber wê yekê me semaver hilgirt hundir. Dema hundîr germ bû em jî xew re çon. Da ku herim lavaboyê di saet 04:00 rabûm. Serê min zivirî û ez ketim erdê. Min ji zarokan xwer re got, em jehrî bûn. Gazî ciranê me kirin. Ciranê me gihandin nexweşxanê. Piştî serum û oksîjên dane em hatin li ser xwe. Em 4 kes ji mirinê vegeriyan.
‘Em wisa jî wiha jî mirine’
Hemwelatî, Lalihan Çîçek jî ragihand ku hewa her diçe zêdetir sar dibe. Lê belê maleke wan ya ku ew lê bimînin jî tune ye. Çîçek wiha berdewam kir: "Ji bo me ferq tune, em wisa jî wiha jî mirine. Mirovek riha xwe dide hole? Min stuyê qiza xwe re girt da ku biajêvim agirê. Hîn kesan ez girtim. Ger mirovek canê xwe danine meydanê li wê derê pirsgirekek heye. Zarokên min mirin bila bimrin, em di konteyniran de dernekevin." Çiçek diyar kir ku ger Walîtî konteyniran wan rabike ew jî dê heman cihê konteynirê de bi derfetên xwe ji bo ku xwe biparêzin dê cihekê çêbikin û wiha berdewam kir: "Ji sarmayê em hemû nexweş ketin. Zarokên me hemûyan lê nexweşiyên çerm girtin. Ji sarmayê destê zarokan kelişîn. Ji destên xwin tê. Ew zarok serê xwe naşon. Bi wî halî çawa herin dibîstanê? Şerm dikin jiber wê yekê naçin dibistanê. Zarokên min jiber ku destê wî birînin ewe du roje naçe dibistanê ji hevalên xwe şerm dike.
Hemwelatiyê bi navê Alî Ahî jî anîn ziman ku, piştî hewa sar bû, dilê malbatên neçarî li konteyniran de jiyana xwe berdewam dikin ketiye nava tirs û xofan de. Ji bo zivistanê dixwazin ku tevbîrên xwe bigirin û got: "Tevbîrên zivistanê neçarin ku li konteyniran de bigirin. Jiber ku çi cihên me tune em herinê. Ger derfetê me hebûn, me de jenerator girêdabûye. Lê tune, tu çare jî tune. A niha em nava neçariyeke mezin de ne."
‘Ronahiyekê û xaniyekî dixwazim'
Melîsa Turgut a 11 salî jî diyar kir ku ew du salin li bajarokê konteynirê dimînin û tenê xwestekeke wê heye ew jî maleke serê xwe lê daynin û ronahiyeke dixwaze. Turgut wiha got. "Hewa êdî zêde sar bû. Ez nexweşa Sinûzîtê me. Li hevalekî min nexweşiya dile heye ger ne girê bidin hacetê ji xwe diçe. Ji wan sedeman em tinê dixwazin rayedar bihest bin. Zivistan tê , nava konteynira pir sara em pênc bataniyan diavêjin ser xwe da ku em necemidin." Yek ji nişteciha bajarokê konteynirê Gûlten Turgut jî da zanîn ku zivistan hatiye lê cihekî ew biçinê tune ye û got: "Em hemû şevan agir lastîkên tekeran pêdixin û zarokan kom dikin dorê. Hemû şevan em li doran wan lastîkanin. Ew hemû jî mikrop in, em nexweş dibin."
(ia/mae)