Erdogan ANF’ê anî rojeva civîna partiya xwe
A+
A-
Enqere - Hat îdîakirin ku di civîna dawîya Lijneya Rêberiya Navendî (LRN) ya AKP’ê ji damezrênderên AKP’ê Ayşe Bohurler gumanên xwe yên ji bûyerên li Şemizînanê anî rojevê û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gotiye “Çavkaniya vê yekê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ye?”
Li gorî nûçeya rojnameya Tarafê, Ayşe Bohuler di civîna LRN de gotiye; “Tê îdîakirin ku li Şemizînanê gelek mirî hene.” Erdogan di civînê de bersiv da û got; “Tiştek wisa tune ye, çavkaniya van nûçeyan Ajansa Nûçeyan a Firatê ye?”
Hat ragihandin ku şefê polîsên Tirk ê îşkecekar û tecawizkar Sedat Selîm Ay jî hatiye rojevê. Erdogan û Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ew parastin.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî erdogan,anf,ê,anî,rojeva,civîna,partiya,xwe