1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Erdogan belaya herî mezin e’
‘Erdogan belaya herî mezin e’,erdogan,belaya,herî,mezin,e

‘Erdogan belaya herî mezin e’

‘Erdogan belaya herî mezin a 10 salan e’

A+ A-

Amed - Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di dema vekirina Tesîsên Civakî ya li navçeya Yenîşehîra navenda Amedê, axivî û pirsa çima careke din şer ji nû ve hatiye destpêkirin ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan pirsî û got; “Erdogan belaya herî mezin a 10 salan e.”

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di vekirina Tesîsên Civakî û Daristana Şaredariya Yenîşehîrê de axivî û diyar kir ku belaya herî mezin a 10 salên dawî Serokwezîr Erdogan e û wiha got: "Ji devê Erdogan gotina aştiyê dernakeve. Xwe weke fatîhê cihanê dibîne. Çima protokolên Osloyê red kirin? Çima şer disa da destpêkirin? Ji ber ku di serê Erdogan de aştî tune ye"

Şaredariya Yenîşehîrê vekirina Tesîsên Civakî û Daristanê pêk anî. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Serokê Şaxa Belediy-Îş'ê Nezîr Perîşan, Dayîkên Aştiyê, HDK, KCD, Serokê Rêxistina KADEP'ê yê Amedê û gelek kesên din tevlî vekirinê bû. Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu di vekirinê de axivî û diyar kir ku divê tu kes li ser Amedê xeyalan neke.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku ligel operasyonên li dijî şaredariyan dîsa jî ji xizmetên xwe tu dest berdan pêk nehat. Demîrtaş, anî ziman ku AKP dema behsa BDP'ê û hilbijêrên wan dikin weke dijmina behs dike û wiha got:"Di deh salên dawî de belaya herî mezin a bi serê me hat Erdogan e. Erdogan her tim heqaretê li jinên BDP'yî dike. Ji devê Erdogan peyva aştî dernakeve. Xwe weke fatîhî cîhanê dibîne. Çima protokolên Osloyê red kirin? Çima dîsa şer da destpêkirin? Ji ber ku di serê Erdogan aştî tune ye."

Demîrtaş, da zanîn ku mafê perwerdehiyê yê zimanê zikmakî tune ye û wiha axivî: "Çima gelek li ser welatê xwe perwerdehiya zimanê xwe yê dayîkê nabîne? Em vê yekê ji Erdogan re bi bîr sdxin. Berî Kenan Evren tune bî li ser vê axê Kurdistan û kurd hebû dê her tim hebin."

Demîrtaş, destnîşan kir ku divê hesabên komkujiyên li Tirkiyeyê bên pirsîn lê hesabê ji BDP'ê tê pirsîn û wiha pê de çû: "Tu dê hesaba Roboskî, Afyon, mirina gerîla û leşkeran bidî. Ji ber ku gelek caran nexşe rê hate ber te. Me jî nexşerê da te. Birêz Ocalan jî nexşerê da. Wan muzakereyan gelek ciwan rizgar kirin. Ji ber ku em vî şerî tînin ziman em rastî lîncê tên. Li Çewlîk, Colemêrg û Şirnexê her roj şer heye. Ev yek nayê veşartin. AKP'ê li vî welatî dewleta xwe ava kir."

Piştî axaftinan vekirina tesîsan pêk hat.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî