Erdogan bi raporekî aqil da MGKê
Li ser daxwaza Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK), Serokwezîrtiyê li ser pîvan û qistasên bikaranîna 'zimanê dayikê' raporek amade kir. Di raporê de hate diyarkirin ku nabe mafê bikaranîna kurdî di warê perwerdehiyê de ji kurdan re bê dayîn û Serokwezîrtî li dijî parastina bi kurdî ya di dadgehan de ye. Di raporê de referansa vê biryarê jî wekî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya redkirina serîlêdana Sabrîna Levy ku dixwest di meclisa Fransayê de bi Tahîtî biaxive hate nîşandan.
Di meclisê de nîqaşa 'bi kurdî axaftin dibe an nabe' didome, şaredariyên BDP'ê biryar da ku jiyana duzimanî bidin destpêkirin û xebatên wan didomin û qebûlnekirina daxwaza siyasetmedarên kurd a parastina bi kurdî ji aliyê dadgehê ve hêj jî tê nîqaşkirin, lê Serokwezîrtiyê li ser daxwaza MGK'ê raporek amade kir û pîvanên bikaranîna zimanê dayîkê li gorî xwe diyar kirin. Serokwezîrtiyê diyar kir ku daxwaza bikaranîna zimanê dayikê ya kurdan divê neyê qebûlkirin û diyar dike ku TRT 6 ji bo kurdan têrî dike. Balkêş e ku referansa vê biryarê jî wekî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya redkirina serîlêdana Sabrîna Levy ku dixwest di meclisa Xweser a Polînezyaya Fransayê de bi Tahîtî biaxive hate nîşandan. Raporê bal kişand ser ku serlêdana Sabrîna Birk-Levy ji aliyê DMME'yê ve hatiye redkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Akşamê qistasên ku hikûmet û Serokwezirtiyê diyar kirine wiha ne:
Dewlemendiya çandî ye lê...
Di raporê de tê diyarkirin ku zimanên cuda bi tenê wekî dewlemendiyeke welat bên dîtin û wiha tê gotin: "Van rojên dawî nîqaş li ser 'duzimaniyê' li Tirkiyeyê tê meşandin. Bêguman dewlemendiyên vî welatî divê bên dîtin. Ji bo vê yekê TRT 6 û Radyo 6 bi kurdî weşanê dike. Di zanîngehan de enstîtû û kurdolojî hatine avakirin ji bo ku lêkolîn bên kirin." Hikûmet îddia dike ku piştî qedexeya li ser stranên kurdî wan, gavên azadiya ziman ên mezin avêtine û lewre serî tevlihev bûne. Di raporê de pirsa; 'Gelo ma daxwaza xweîfadekirina bi zimanê dayikê, îfadedayîn û tiştên wekî wan, dê di çarçoveya 'azadiya raman û xweîfadekirinê de' an jî di çarçoveya 'cudaxwaziyê' de bê nirxandin' hate kirin.
Parastina bi kurdî nabe!
Di rapora ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hatiye amadekirin de daxwaza siyasetmedarên kurd a parastina bi kurdî wekî daxwazeke siyasî tê binavkirin û wiha tê gotin: "Li gorî pîvanên Tirkiyeyê kesek ku bi tirkî nizane dikare bi riya tercuman îfade bide. Lê yên di dema dawî de dixwazin bi kurdî Îfade bidin bi armancên siyasî tevdigerin." Hate diyarkirin ku nabe ev daxwaz di çarçoveya siwaneya mafên mirovan de bên dîtin û nirxandin.
Navên bi kurdî nayên qebûlkirin!
Serokwezîrtî li dijî navên kurdî jî derdikeve û vê dijberiya xwe dispêre Qanûna Pejirandina Tîpên bi Tirkî ya di 1'ê cotmeha 1928'an de hatiye derxistin û wiha tê gotin: "Nabe ku navên tîpên wekî; Q, W û X tê de ne bên qebûlkirin. Jixwe serlêdana Kemal Taşkin a guhertina nav ji bo DMME'yê jî hatibû redkirin. Di raporê de hate bibîranîn ku di girtîgehan de bi şert destûr daye bikaranîna zimanê kurdî.
'Her kes divê tirkî wekî zimanê fermî qebûl bike'
Di raporê de dîsa tê dubarekirin ku li Tirkiyeyê zimanê tirkî wekî zimanê fermî hatiye qebûlkirin û lewre jî divê mijara zimanên cuda yên li Tirkiyeyê ne mijara mafên mirovan e û divê her kes zimanê tirkî wekî zimanê fermî qebûl bike. Hate gotin ku li Tirkiyeyê tevî kurdî gelek zimanên cuda hene lê hate xwestin ku her kes neçar e vê yekê bipejîrine û tirkî qebûl bike.
DÎHA (tt)