‘Erdogan careke din nasnameya Kurdan înkar kir’
Hezil ROJDA Endamê Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Kerem Schamberger ku tevlî Newroza dîrokî ya Amedê bû û gotina Serokwezîrê “pêwîst bû di mitîngê de ala Tirkan hebûya. Nebûna wê provokasyone” rexnekir û got: “Erdogan careke din nasnameya Kurdan înkar kir.”
Xwendekarên Endamên Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ku ji Almanyayê hatin û tevlî Newroza dîrokî ya Amedê bûn, Newroza 2013’an ya fînalê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand.
Xwendekarên Endamên Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ku weke xwendekarên Kurd, Tirk, Alman û Filistîn hatin tevlî 21’ê Adarê Newroza Amedê bûn, piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî de hate xwendin û pêvajoyekî nû hate îlan kirin, hinek serdan kirin. Hevdîtina ku têkildarî pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpê kirin bi Parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna re kirî, dan zanîn ku ew dê dîtinên xwe yên li vir derbazî Almanyayê bikin.
Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ku ji sala 1991’an ve li Almanyayê xwe weke xwendekarên Kurd birêxistin dike, endamê YXK’ê Kerem Schamberger da zanîn ku, di Newroza bi heybet ya ji 7 salî heta 70 salî bi milyonan bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî , ji Kurdistanê re Statû” tevlîbûyîn de “Gelê Kurd her demê anî ziman ku ew aştiyê dixwazin. Ev Newroz yek ji nîşaneyên qîrîna aştiyê ya gelê Kurd û Tirk e. Lê dîsan jî gûmanek heye. AKP çima aştiyê dixwaze? Nîşana pirsê heye. Newrozekî dîrokî bû. Êdî em dixwazin ev Newroz bibe destpêka aştiyê.”
Schamberger tekoşîna û bedelên gelê Kurd dane bibîrxist û da diyarkirin ku, “Ger tekoşîna gelê Kurd nebûya, dê ev pêvajoya ku hevdîtinê aştiyê tên kirin jî çênebiba. Hevdîtinên ku çêdibin encamê biryarbûna gelê Kurde.”
Schamberger da zanîn ku, we piştgiriyê didin daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha bêbaweriya xwe ya li hemberî Hikumeta AKP’ê jî anî ziman. Schamberger got: “Hikumeta AKP’ê tenê hewil dide denga qezenc bike. Lê belê êdî Kurd ne kurdê berê ye. Êdî Kurd nayê xapandin, nayê bikaranîn.”
SEROKWEZÎRÊ TIRK DÎSAN GOT ‘YEK’
Schamberger gotinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan yên di derbarê Newroza Amedê de jî yên wke “Pêwîst bû ala Tirkan heba. Nebûna wê provokasyone” jî nirxand û wiha got: “Serokwezîrê Tirk dîsan careke din nêzîkatiya xwe ya yek yek berdewam kir. Dewleta Tirk dema ku di peyama Ocalan û pîrozbahiya Newroza Amedê de tiştek nîne rexne bike, ev rê hilbijart. Careke din nasnameya Kurdan înkar kir.”
Schamberger da zanîn ku hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 14 sale li girava Îmraliyê di tecrîdê de û dewleta Tirk de birêya navbeynkaran nayê birêve birin û nayê pêşxistin jî. Schamberger daxwazên Kurdan bibîrxist û pêngavên ku pêwîste dewleta Tirk bi avêje wiha rêz kirin: “Di destpêkê de Birêz Ocalan pêwîste bigehe azadiya xwe. Pêwîste siyasetmedarên Kurd, xwendekar, parêzer, rojanemavan, sendîkavan jî di nav de bi hezaran kesên di girtîgehên Tirkiyeyê de serbest bêne berdan. Êdî pêwîste nasnameya Kurdan nas bikin.”
Schamberger da zanîn ku, ew dê dîtinên xwe yên di serdanên li Amedê pêkanîne, tekoşîna gelê Kurd, daxwaza aştiyê ji civaka Almanya re vebêjin. Schamberger bertek nîşanî ‘terorîze’ û PKK xistina lîsteya terorê ya li Ewropayê jî da û gotina xwe wiha bidawî anî, “Em dixwazin li Almanya û Ewropayê PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.”