1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Erdogan gef li Başûr xwar!
Erdogan gef li Başûr xwar!,erdogan,gef,li,başûr,xwar

Erdogan gef li Başûr xwar!

Erdogan ji Rojavayê Kurdistanê got 'terorîst', gef li Başûr xwar!

A+ A-

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Edogan bi tehdîtkirinê bersiv da kurdên Rojavayê Kurdistanê ku bi armanca ewlehiya xwe li ser axa xwe dest danîn ser rêveberiyan. Erdogan wiha got: “Li bakûrê Sûriyeyê pêkhateyek heye, ji bo me pêkhateya terorê ye. Mudaxalekirina wir mafê me yê herî sereke ye.”

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna bilind ewlehiyê ya ku îro pêk hat der barê geşedanên Rojavayê Kurdistanê de cara yekemîn daxuyanî da.

Erdogan wiha got: “ Em wekî Tirkiyeyê nekarin bi erînê li hevkariya rêxistina terorê ya PKK’ê û PYD’ê binêrin. Ev ne mumkune. Ev pêkhateya li wiir nekare wekî rêxistibûna kurdên wir bê hesibandin. Ev pêkhateyeke rêxistina terorê ya PKK’ê û PYD’ê ye. Bê guman dê di nava hevsengiya me ya hesas de cih bigire. Niha jî cih digire. Em neçar in nirxandina vê bikin. Em nekarin li vir rabin bêjin ‘ser çavan’ û vê pêkhateyê erînê bibînin.”

Erdogan îdia kir ku Beşar El Esad desthilatiya vî karî hemû wenda kiriye û rêveberiya xwe hemû wenda kiriye û wiha got: “Niha hêzên muxalîf serdest in. Li Tirkiyeyê jî mixabin çapemeniyê wekî ku Esad ev der ji kurdan re hiştiye û terk kiriye wekî ku Kurdistan hatiye avakirin nivîsandin. Dema mirov li vê pêkhateyê dinêrin rewşeke balkêş li wir heye.Ne mumkune ku em bi awayekî ermnî li hevkariya PKK û PYD’ê binêrin. Pêkhateya wir nayê wateyata pêkhateya kurdên wir. Ev pêkhateya PKK’ê û PYD’ê ye. Ev dê din ava hevsengiya me ya hesas de be. Niha jî cih digire. Em mecbur in vê binirxînin. Em nekarin bê piştguh bikin.

Erdogan got ku ew der barê vê mijarê de jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî re axivîne û wiha got: “Di serê Konseya Netewî ya Suriyeyê de birayekê me yê kurd heye, lê li aliyê din bi armanca ku Konseya Kurd A Netewî ya Suriyeyê ava bike pêngavek hate avêtin.”

Erdogan wiha pê de çû: “Em bi rastî herêma Suriyeyê daxwaz nakin. Em tiştekî wisa naxwazin. Me ev ji bo Iraqê jî got. Ger Suriye parçe bibe sibê roj dê pevçûna gelan dest pê bike. Em ji bo paşeroja Suriyeyê tiştekî wisa nekarin bixwazin.”

KURD TERORÎST ÎLAN KIR, GEF LI HERÊMA KURDISTANÊ XWAR

Erdogan got ku di rojên pêş de dê Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu biçe Herêma Federal a Kurdistanê. Erdogan bertek nîşanê daxuyaniya Barzanî ya ku perwerde dane ciwanên kurd yên Suriyeyê ku fîrar kiribûn û Erdogan kurdên Rojavayê Kurdistanê terorîst îlan kir.

Erdogan wiha got: “Terorîstên Suriyeyê niha li wir in. Dibêjin me li Iraqê perwerde dane vana û em şûnde dişînin. Ev tişt diçe aliyên din. Ne mumkune em wekî temaşevan bimînin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî