1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Erdogan gef li Rojavayê Kurdistanê xwar
Erdogan gef li Rojavayê Kurdistanê xwar,erdogan,gef,li,rojavayê,kurdistanê,xwar

Erdogan gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

“Em destûrê nadin pêkhateyeke weke li Iraqê"

A+ A-

Serokwezîrê Tirk Erdogan ku ji gera xwe ya Yekitiya Emirtiyên Ereban vedigeriya, Rojavayê Kurdisanê nîşan da û got: “Em destûrê nadin pêkhateyeke weke li Iraqê, ew rayeyên cuda dide me.” Erdogan got ku lêçûyînên Tirkiyeyê yê ji bo Sûriyeyê 600 mîlyon dolar derbas kiriye. Lê der barê ku ev lêçûn li ku derê hatine xerckirin de agahî neda.

Erdogan ku çû serdana Şarjah (ElŞarîka) ku yek ji 7 emirtiyên Yekitiya Erebane, di dema vegerê de ji hinek midûrên giştî yên ajansan re axivî. Erdogan derbarê Sûriyeyê û Îmraliyê de axivî û got ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê êdî nikare bidome û îdia kir ku di krîzê de hatine dema dawî.

Erdogan bangeke şênber a muxalekirinê li DYA’yê kir û wiha got: “Li Sûriyeyê du sal derbas bû. Hêj helwesteke zelal a Amerîkayê tune. Şermezar dike, lê em ji Amerîkayê li bendê tiştekî din in.” Erdogan Teşkîlata Yekitiya Îslamî û Komkara Ereban jî rexne kir û diyar kir ku Tirkiyeyê heta niha 600 milyon dolar li Sûriyeyê xerc kiriye.

Erdogan Rojavayê Kurdistanê tehdît kir û got: “Em nikarin destûrê bidin avabûneke wek Bakûrê Iraqê. Ew rayeyên cuda dide me.” Erdogan ku ew dixwazin statuyeke taybet bidin Kerkukê û got: “Dereng an jî zû dê pêk were.Dema li Bakûrê Iraqê be şûnde tu astengî li pêş tune.”

Erdogan hevdîtina heyeta BDP’ê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî wiha got: “Siyaset rîske. Heta ez hinek pêşde biçim, jiyan bi xwe rîsk e. Heta ku em vê rîskê negitin em nagihijin encamê. Ev rîska ku me girtiye ser xwe, ger aliyê civakê hinek parve bike ku di serî de çapemenî tê, pêngaveke baş pêk were. Ez dê agahiyan ji hevalên xwe yê îstîxbaratê negirtiye. Tenê agahiyên BDP’ê ji min re hatin. Ez niha li gorî wan daxuyaniyan binirxînim dê şaş be.

Erdogan ku dîsa bi gotinên xwe vekişandina gerîlayan anî ziman û got di rewşa ku vekişin derveyê sînor dê pêvajo dest pê bike.

GELO TIRKIYEYÊ 200 MÎLYON DOLAR DA BEŞÎR?

Her çiqas Erdogan bêje 600 mîlyon dolar li Suriyeyê hatiye xerckirin jî hejmar zêdetire. Serokê PYD’ê Salîh Muslim diyar kiribû ku Tikriyeyê 200 mîlyon dolar daye Navaf Beşîr ku êrîşê kurdan bike.