1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Erdogan hewl dide bi alîgirên xwe êrîşên li dijî kurdan rewa bike
Erdogan hewl dide bi alîgirên xwe êrîşên li dijî kurdan rewa bike,erdogan,hewl,dide,bi,alîgirên,xwe,êrîşên,li,dijî,kurdan,rewa,bike

Erdogan hewl dide bi alîgirên xwe êrîşên li dijî kurdan rewa bike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Lêkolînerê Rojnameya Radîkal a Tirkiyeyê ya elektronîk diyar kir ku hemleya Erdogan a li dijî terorê xapînokek e û armanca wî ew e ku tola binkeftina partiya xwe di hilbijartinên parlemanê de hilîne.

Rojnameya El-Ereb a Londonê di hejmara xwe ya nû de gotarek di bin navê “Erdogan ji bo êrîşên xwe li dijî kurdan rewa bike, alîgirên xwe dadixe kolanan.”

Piraniya lêkolînerên ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn dişopînin, dibînin ku êrîşên ezmanî yên leşkerî û operasyonên bejayî li dijî Herêmên Parastina Medyayê yên li Başûr û Bakurê Kurdistanê ku agirbesta 2 salan hilweşand, girêdayî binkeftina AKP’ê di hilbijartinên parlemanê de ye.

Ji bo Erdogan van êrîşên xwe rewa bike, di bin durişmeyên cuda de alîgirên xwe derdixe kolanan.

(jh/ra)

ANHA