1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Erdogan jî “Nêçîrvanê Azadiya Rojnamegeriyê” ye
Erdogan jî “Nêçîrvanê Azadiya Rojnamegeriyê” ye,erdogan,jî,nêçîrvanê,azadiya,rojnamegeriyê,ye

Erdogan jî “Nêçîrvanê Azadiya Rojnamegeriyê” ye

A+ A-

03.11.2016 09:36 Nûçe NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Rojnamevanên Sînor ne Nas, lîsteya “Nêçîrvanên azadiya rojnamegeriyê” derxist. Navê Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî di lîsteyê de cih digire.

Bi munasebeta Roja cîhanî ya têkoşîna li hember tewanbarên ku ji sûcên êrîşên dijî rojnamevanan difilitin, rêxistina “Rojnamevanên Sînor ne Nas” lîsteya “Nêçîrvanên Azadiya Rojnamegeriyê” weşand. Di lîsteyê de gelek siyasetmedar, rayedarên hikumetan û rêxistinên terorîst cih digirin.

Sekreterê Gîştî yê Rêxistina Rojnamevanên Sînor ne Nas, Christophe Delaware diyar kir ku “Lîste navên kesên ku bêyî şerm; bi lingên xwe azadiya rojnamegeriyê binpê dikin û tewanên kirêt derheqê rojnamevanan pêk tînin, dihewîne”.

Di lîsteyê de kurtejiyana 35 serokdewlet, siyasetmedar, fermandarên komên çekdar û rêxistinên terorîst, ku azadiya rojnamegeriyê binpê dikin, rojnamevanan binçav dikin û dixin zindanan de, êşkence dikin û carinan dikujin jî, hene.

Di nav van tewanbarên ku di lîsteyê de cih digirin, navê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, ku dest daniye ser tevahî dezgehên çapemenî û ragihandinê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jî cih digire. Di raporê de tê gotin ku Erdogan piştî derbeya Tîrmeha 2016’an, zêdeyî 200 rojnamevan girtin û weşanên zêdeyî 100 dezgehên ragihandinê ji rojname, kovar, kenalên televîzyonê û radiyoyan jî sekinandin.

Delaware da zanîn ku “ji bo sînorekî ji van tewanbarên ku ji hesabpirsînê difilitin bê danîn, divê nûnerek taybet li gel Neteweyên Yekbûyî bê erkdarkirin da ku mafê rojnamevanan biparêze.”

(ne)