"Erdogan li Sercerdevan geriya"
Malbatên 35 kuştiyan: Erdogan li me negeriya bi telefonê li Sercerdevan geriya
Malbatên 35 welatiyên ku di bombebarandina balafirên tirk de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî helwesta Erdogan da û diyar kirin ku Erdogan bi telefonê li wan negeriya ye. Malbatan anîn ziman ku Erdogan li kesê bi navê Alihan Ozhan ku li herêmê wekî zalim tê zanîn geriyane. Malbatan anî ziman ku kesî li halê wan nepirsiye.
Di 28'ê kanûna 2011'an de 4 balafirên şer ên tirk li navçeya Qilebana Şirnexê bi ser welatiyên sivîl de bombe barandin. Di bombebarandina balafirên şer ên tirk de 35 welatiyên sivîl ku jê 17 zarok hatin qetilkirin. Piştî bûyerê 12 saetan çapemeniya tirk bûyer veşart û rayedarên dewletê bêdeng man. Piştî 2 roj şûnde hikûmetê bi dengekî qels xemgîniya xwe anî ziman û got "Bi qaşî bûyer pêk hatiye". 4 roj şûnde li ser navê hikûmetê Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîr Cevdet Yilmaz, Mehdî Eker û Waliye Amedê Mustafa Toprak, li şûna ku biçin malbatan ziyaret bikin çûn gundên cîran û Mezinê gund ku her kes wî wekî "Zalim" dizanin Alîhan Ozhan ziyaret kir. Pişt re Serokwezîr Erdogan bi telefonê bi Mezinê gund Alihan Ozhan re axivî û medya tirk bi saetan û bi 10'an caran dubare kir. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku Erdogan bi wan re neaxiviye û heyeta Erdogan jî kes ji wan ziyaret nekiriye û nehatine şîna wan.
Birayê Celal Encu ê 15 zalî ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Zarkên me ji bo debara xwe bikin û ji bo torbeyek şikir, birinc û bîdonek mazot qaçaxvanî dikir. Ev ne bazirganî ye. Ji bo debarê bû. Lê li gel ku rayedarên dewletê û leşkeran zanîbûn jî bombe bi ser me de barandin.
Birayê Encu, ani ziman ku di bûyerê de ew li rayedaran geriyan lê kes bi gaziya wan nehat û wiha got: "Telefon l ser ruyê me girtin. Her çend me got hemû zarok in ji bo mazotê çûn jî kesî li me guhdar nekir. Her kesî dizanîbûn ku qaçaxvan in. Êdî bi pilan gelê kurd dikujin. Wezîrên AKP'ê çûn mala Alihan Ozhan. Ev sercerdevan e. Wezîren AKP'ê çûn çûn cem cerdevanan û nehatin cem me. Çûm mala zalim Alîhan Ozhan
Ne serokwezîr û Serokomar li me negeriyan û sersaxî ji me nexwestin. kadar
'Ev zulm e'
Xwişka Serhat Encu Nahide Encu jî anî ziman ku birayê wê ji bo mesrefa xwe dibistanê derxe qaçaxvanî dikir û 35 zarokên me kuştin. Ev ne zulm e. Çi cudahiya vê yekê û Helepçeyê ji hev heye. Erdogan dibêjin cudakar in. Ger ku ev ne cudakari be çiye. Tirkiye perçe bûye. Heyeta AKP'ê çû mala cerdevan ziyaret kir. Tu kesî ji mala wî jyana xwe ji dest nedaye. Kes ji xizmên Alihan Ozhan nemirne. Ji malbata me 11 kes mirin. Komkujiyek bi vî rengî li cîhanê nehatiye dîtin.
Weliyê bi navê Nasir Encu anî ziman ku wan ji bo debara malbatê bikin qaçaxvanî dikir û agahiya dewletê pê hebû. Ev ne qaçaxvanî ye. Me ne çek û ne jî mirov birine û anîne. Me tenê mazot û erzaq biriye û anîye. Divê em ji bo vê yekê nehatine kuştin. DÎHA(mae)