Erdogan Mutabakata Dolmabahçe careke din red kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokomar Erdogan piştî nimêja cejnê axivî û careke din mutabakta Dolmabahçe ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêk hat careke din red kir û ji bo çareseriyê parlemento nîşan da. Erdogan serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê jî qebûl nekir û li hemberî HDP'ê zimanekî sucdar bikaranî û pênaseya "niçik" bikaranî.
Serokomar Erdogan piştî nimêja cejnê ji rojnamegeran re axivî. Erdogan têkildarî nîqaşên çareseriyê yên di rojevê de axivî û helwesta xwe ya li dijî çareseriya pirsgirêka kurd careke din anî ziman û careke din Mutabataka Dolmabahçe ji bo çareseriyê pêk hatî red kir. Erdogan got, "Yên li hemberî yekîtî û bihevrabûna welatê me tevgerin hene. Yên yekîtiya me hazmnekirin hene" û rageşiya ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd pêk tê HDP berpirsiyar girt û wiha got: "Di van şertan de nîçika di parlementoyê de nûnertî bi dest xist divê rabe û ya ji destê wê tê bike."
Serkeftina HDP'ê qebûl nakir
Erdogan serkeftina HDP'ê ya di 7'ê hezîranê de bi dest xist jî ji nedîtî ve dîtin û serkeftina HDP'ê bi hêza "çekan" ve girêda û wiha got: "Rastiya di hilbijartinê de pêk hatî heye. Hin cih hene ji partiyên din re tu dengek derneketiye û ev yêk bi fikar e. Heke ev bi sedan çêbibe bi firkar e. Wê demê li vir gefên bi keleşan heye. Yên vê hêzê li pişta xwe dibînin û dixwazin siyasetê bikin divê gelek hesas bin. Heke bixwazin di nava pergala demokratîk de bimînin divê vê yekê bifirkirin."
Li hemberî mutabakat û wêneyê hevdîtinê derket
Erdogan berê bi zimanek tund li dijî lêgerînên çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derket û bi zimanekî tund careke din Mutabakata Dolmabahçe red kir. Erdogan got, "Li wir li aliyekî hikûmet û li aliyekî partiyekî siyasî ya koma wê heyî heye. Mutabakata çi çawa dikin." û zemîna lihevhatinê hedef girt û ji bo çareseriyê parlemento nîşan da. Erdogan HDP bi pişta xwe daye çekan sucdar kir û wiha axivî: "Heke ji parlementoyê bi hzê derbikeve dê qîmeteke wê hebe. Bi kesên pişta xwe dan rêxistina parçekar re teqez mutabakatek wisa nayê fikirîn. Li vir li cem rûniştin û di nava wênekî de cih girtin tiştekî rast nîn e. Mijara em dibêjin dest ji çekan berdin û çek nayên merdan cuda ne. Vê yekê ji Gravê re hiştin mijarekî cuda ye."
Erdogan Kobanê jibîrnake
Erdogan çalakiyên Kobanê jî bibîrxistin û wiha axivî: "Nemimkûne ez dîroka 6-7-8'ê cotmehê ji bîr bikim."
(bd)