Erdogan vegeriya ser rastiya xwe
NAVENDA NÛÇEYAN 24.10.2013 09:09:15 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dijminatiya li dijî Rojavayê Kurdistanê tê wateya îlana şer û got, "destwerdana li heyeta BDP'ê û axaftinên piştî wê îlana bidawîbûna pêvajoyê ye. AKP soza ‘Kî pêvajoyê biqedîne dê di bin de bimîne’ daye. Wê demê AKP vê pêvajoyê diqedîne û divê bedela vê jî bide."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Yenîozgur Polîtîkayê de da xuyakirin ku dewlet û hikûmeta AKP'ê bi nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destwerdana li heyeta BDP'ê ya diçe Îmraliyê û bi dijmantiya xwe ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, ku bi destekdayîna çeteyan dike, bidawîbûna pêvajoyê îlan kiriye. Bayik got, "Lê belê, ji ber ku bedelê wê yê siyasî heye nabêje ‘Ev pêvajo bidawî bûye’."
Bayik rewşa heyî ya pêvajoyê wiha rave kir:
"Her çiqasî Tevgera Azadiyê bi sebr nêzik bibe û li gorî berpirsyariyê hikûmeta AKP’ê hişyar bike jî di axaftinên Erdogan de tê fêmkirin ku ne niyet û ne jî hişmendiya wî ku pirsgirêka Kurd çareser bike tune ye. Ev gotinên wî ji bo dengên nîjadperestan werbigire ye. Fersendên ku ev salek hatiye dayîn bi erzanî ji bo berjewendiya partiya xwe û hesabên deng wergirtinê vala derbas kir. Bi awayekî zelal derketiye holê ku ew bi berpirsyariya ku hestên gelên Tirkiyeyê ber çavan bigire tevnagere.
'DESTWERDANA LI HEYETA BDP'Ê ÎLANA BIDAWÎBÛNA PÊVAJOYÊ YE'
Destwerdana li heyeta BDP’ê û axaftinên piştî wê bi awayekî vekirî îlankirina bidawîbûna pêvajoyê ye. Lê ji ber ku bedelê wê yê siyasî heye nabêje ‘Ev pêvajo bidawî bûye’. Em bidawîbûna pêvajoyê deynin aliyekî pratîk û helwdanên wî tê wateya ku pêvajoyeke bi vî rengî tune ye. Ligel vê yekê bi gotina ‘Ger ku ez bersiva hin tiştan nadim ev jî ji bo berjewendiya welat e’ durûtî û gemariya xwe derxistiye holê . Ev nêzîkatî tê wateya ku ew nafikire ku pirsgirêka Kurd çareser bike û amadehiya şerekî dijwar dike. Ji ber ku ji binî ve baweriya xwe ji holê rakiriye. Ma wê kî ji niha şûnde ji hikûmeta wiha bawer bike? Wê kî fersendekê bide? Kî dikare ji gelê Kurd ê ku polîtîkbûye bibêje wê AKP ji bo çareseriyê gav biavêje? Lê belê hikûmeta ku amadehiya şer dike xwe dixe vê rewşê. Serokwezîr dibêje ku ‘Dê kî biçe Îmraliyê ez ê biryarê bidim’. Ger ku vê yekê di çarçoveya hevdîtinên bi Îmraliyê de dibêje ew mafê wî yê vê gotinê bike tune ye. Ji ber ku wekî AKP dibêje ev pêvajoya çareseriyê ye, wê demê biryara dê kî bibe aliyê wê û kî biçe Îmraliyê ne ya hikûmetê ye. Tu kes di pêvajoyekê wiha de û di mijara rêveçûna pêvajoyê de serokwezîr mafdar nabînin. Wê demê wê ji serokwezîr re bibêjin tu qala kîjan pêvajoyê dike. (Jixwe ji aliyê AKP’ê ve pêvajoyek bi vî rengî tune ye.) Em dikarin li ser pêvajoyek ku tê gotin heye dikarin vê bibêjin.
'LI CIHÊ KU ALIYÊ KURD MUXATAP NAYÊ GIRTIN, KES NIKARE QALA HEBÛNA PÊVAJOYÊ BIKE'
Ji bo meşandin û birêvebirina ev pêvajo ku Rêberê Gelê Kurd dibêje; ne tenê bi parlameteran re divê karibim bi partiyên siyasî yên din, rewşenbîr, rêxistinên saziyên sivîl re jî hevdîtinan bikim. Rêveberiya KCK’ê ku muxatabê herî girîng ê vê pêvajoyê ye dibêje ‘Divê em bi Rêberê xwe re hevdîtinê pêk bînin’. Li şûna ku ji bo meşandina pêvajoyê ev tişt divê bên kirin, serokwezîr bibêje ‘Heyeta ku biçe Îmraliyê ez ê diyar bikim’ ev jî tê wateya aliyê Kurdan li ber çavan nagire. Li cihê ku aliyê Kurd muxatap nayê girtin de tu kes nikare qala hebûna pêvajoyê bike. Ji ber ku pêvajo bi dualiyan ve tê meşandin. Aliyê Kurdan bi berpirsyarî û di cîh de nêzîk bibe, lê hikûmeta AKP’ê em gavavêtina deynin aliyekî dê bêberpirsyarî tevbigere! Tiştekî bi vî rengî nabe. Ger ku AKP bi awayekî fermî nabêje pêvajoyek bi vî rengî tune ye, sedema vê yekê ji bo li hemberî raya giştî tengav nebe û lîstika xwe ya mijûlkirinê bidomîne. Ev yek bi awayekî aşkera derketiye holê.
'BI DESTWERDANA LI HEYETA BDP'Ê RE AKP QANÛNÊN XWE JÎ BINPÊ DIKE'
Bi qasî ku mafê serokwezîr tune ye der barê hevdîtinên pêvajoyê de bi vî rengî biaxive, nikare ji bo hevdîtina girtîgehê jî bibêje ‘Çûyîna kesan ez zanim’. Ji ber ku ji bo hevdîtina bi kesên ku di zindanê de tên girtin bi qanûn û giştînameyan hatine destnîşankirin. Lê belê wekî di gelek mijaran de di vê mijarê de jî hiqûqa xwe ya heyî binpê kiriye û bi vî awayî sûc kiriye.
Li dinyayê wekî Rêberê Gelê Kurd bi parêzerên xwe re ev demek dirêje nahêlin ku hevdîtinê pêk bîne û tu girtî, dîl û hikumxwar ne di vê rewşê de ne. Mafê parastinê di dewletên faşîst de jî ewqasî nehatiye binpêkirin. Ew rêveberiya darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ku em wê dixin binê erdê jî bi qasî wan hevdîtina parêzaran asteng nekirine. Em salên derbasbûyê li aliyekê deynin, ev nêzî 2 sal û nîv in carekê jî hevdîtina bi parêzeran re pêk nehatiye. Polîtîkaya AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd ev e. Li cîhê ku bi vî awayî nêzîkî Rêberê tevgerekê û gel bibe mirov dikare qala kîjan hîşmendî û polîtîkaya çareseriyê bike? Dijminatiyê bi Şoreşa Rojava dike, çeteyan têr dike, bi cil û berg dike, çekdar dike û pere dixe bêrîka wan û dişîne ser serê Kurdan. Bi awayekî heqaretwarî nêzîkî Rêberê tevgerê dibe. Bi êrîş û heqaretan nêzîkî tevgera demokratîk a Kurdan dibe. Ev ne îlankirina şer a li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd e ma çi ye?
'DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HESAB JI AKP'Ê BIPIRSIN'
Gelê Kurd, tevgera demokrasî ya Kurdan û hêzên demokrasî ya Tirkiyeyê divê ev polîtîkayên AKP’ê nîqaş bikin. Divê ev helwesta AKP’ê tê çi wateyê derxîne holê. AKP bi vê helwesta xwe henekê xwe di serî de gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dike. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li benda çareseriyê ne, hikûmeta AKP’ê jî bi gotin û helwesta xwe ev pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin û Tevgera Azadiya Kurd bi fedakariyeke mezin daye vê pêvajoyê bi dawî dike û divê hesabê vê jê were pirsîn. AKP soza ‘Kî pêvajoyê biqedîne dê di bin de bimîne’ daye. Wê demê AKP vê pêvajoyê diqedîne û divê bedela vê jî bide.