1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Erdîşî naxwazin HES bên çêkirin
Erdîşî naxwazin HES bên çêkirin,erdîşî,naxwazin,hes,bên,çêkirin

Erdîşî naxwazin HES bên çêkirin

A+ A-

WAN (DÎHA) - Gelê Erdîşê, piştgiriyek xurt dide kampanyaya îmzeyê ya li hemberî çêkirina HES'ên li Geliyê Zîlanê tên çêkirin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Erdîşê Îbrahîm Siyahkaya diyar kir ku ji bo hişmendiya li hemberî HES'an biafirînin, kampanya dane destpêkirin û got ku ew tu carê destûr nadin HES, Geliyê Zîlanê tune bike.

Li Erdîşa Wanê, bertekên gel yên li hemberî HES'ên ku li Geliyê Zîlanê tên çêkirin, zêde dibin. Ji bo vê li ber Şaredariya Erdîşê ji aliyê Rêxistina HDP'ê ve 15 roj beriya niha standa îmzeyan hatibû vekirin. Her roj welatî piştî fitarê tên cem standê û ji bo xwezaya Geliyê Zîlanê têk neçe îmze didin. Hunermendên NÇM'ê jî bi erbaneyên xwe piştgirî didin kampanyayê.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Erdîşê Îbrahîm Siyahkaya diyar kir ku ji bo hişmendiya li hemberî HES'an biafirînin, kampanya dane destpêkirin û got ku ew tu carê destûr nadin HES, Geliyê Zîlanê tune bike. Siyahkaya, bang li gelê Erdîşê kir û wiha got: "Divê li hemberî HES'an em hemû bibin yek. Em hemû baş dizanin ku ev HES ji bo berjewendiyên civakê nayên çêkirin. Hesa li Bêgiriyê hatiye çêkirin, Sulava Bêgiriyê ya bi navûdeng tune bû. Niha ji cihek din avê didin sulavê." Siyahkaya destnîşan kir ku li şuna HES'an bila çavkaniyên alternatîf yên enerjî bikarbînin û bang kir ku li heremê santralên ba bên çêkirin.

(lg)