'Erka Walî mîtîngê qedexe bike tune'
Prz. Semra Balyan: Raye û erka Walî ya mîtîngê qedexe bike tune ye
METİN İNAN Waliyê Amedê mîtînga KCD û BDP'ê ku di 14'ê Tîrmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bîne qedexe kiribû. Li hemberî vê yekê Prz. Semra Balyan, birhyara valî rexne kir û anî ziman ku raye û erka Walî ya mîtîngê qedexe bike tune ye. Prz. Mesut Beştaş jî anî ziman ku tenê cihê ku AKP nikare serbest lê tev bigere "Kurdistan e" û li vir jî ji ber ku hêza wê tune û nikare serbest bigere li heberî hêza demokrasiyê qedexeyan zêde dike.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP'ê bi dirûşmeya "Ji bo Azadiya Ocalan û Raperîna Demokratîk" biryar girt ku di 14'ê Tîrmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlêbûna 100 hezaran kesan mîtîngê pêk bîne. Lê Waliyê Amedê destûr neda û li BDP û KCD'ê qedexe kir. Li hemberî vê yekê KCD û BDP'ê daxuyanî da û diyar kirin ku biryara Walî çi dibe bila bibe ev mafekî wan ê demokratîk e û dê vî mafê xwe bikar bînin.
Prz. Mesut Beştaş, anî ziman ku biryarên der barê mîtîngan de tê dayîn aliyê wê yên zagonî tune û girêdayî pêvajo û hewldanên demokratîk e. Beştaş, anî ziman ku di sala 2006'an de MGK'ê biryar girt û qedexeyan dest pê kir. Beştaş, da zanîn ku hikûmet bi van qedexeyan dixwazin refleks û bertekên li hemberî hikûmeta AKP'ê bişkînin û hêzên muxalif bi vîn û hêz bihêlin. Beştaş, destnişan kir ku bi taybetî li Herêma "Kurdistanê" ku bi piranî kurd lê dijîn çalakiyên demokratîk û mîtîngên gel tên qedexekirin Beştaş, da zanîn ku dîsa ji bo heza demokratîk û sivîl belav bike, di bin navê KCK'ê de operasyonan pêk tîne û qadê ji bo xwe vala dihêle. Beştaş, destnişan kir ku Walî li gorî xweseriya xwe biryarê nade û biryar ji aliyê navendê ve tê dayîn.
'Biryar li dijî hiqûqê ye'
Beştaş, bilêv kir ku hikûmet û erkdarên wê bi van biryarên qedexe û astengiyan dixwaze refleksa demokratîk û vîna saziyên sivîl û hêzên demokratîk bişkîne û wiha got: "Divê hiqûq ji bo sazîbûna demokrasiyê xizmetê bike. Lê ev biryara walî daye ne hiqûqî ye û ji demokrasiyê re xizmetê nake. Hêj çalakî pêk nehatiye der barê wê de biryara qedexeyê didin. Ev li dijî hiqûqê ye. Dema em biryara qedexeya Newrozê û 14'ê tîrmehê li ber çavan digirin. Em dibînin ku biryarên şaş tên dayîn. Li gorî rastiyê biryar nayên girtin û ji navendê ve biryar tên girtin. Ez bawer dikim ku ji bo demokrasî nekeve meriyetê û vîna bişkînin wisa dikin. Ev yek di Newrozê de derket holê. Gel jî bersîv da. "
Balyan: Erka Walî mîtîngê qedexe bike tune'
Prz. Semra Balyan jî anî ziman ku civîn, daxuyanî û çalakiyên sivîl mafê her kesî yên herî demokratîk e. Balyan, destnîşan kir ku di demên dawî de Waliyê Amedê hemû xebatên BDP'ê qedexe dike û wiha got: "Walî li gorî xala 2911'an biryara qedexeyê dide. Kesên ku dixwazin çalakiyan pêk bînin ne mecbûr in ji Walî destûrê bixwazin. Tenê agahdar dikin. Lê biryara walî li dijî zagon û hiqûqê ye. Tu erk û mafê Walî yê mîtîngî qedexe bike tune. Wali li ser gumanan tev digere û ev yek ne zagonî ye. Walî bi vê biryarê dixwaze daxwaza gel a demokratîk asteng bike. Ev li dijî zagon û hiqûqê ye.
Bîlîcî, dibe bûyerên nexweş pêk bên.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku Walî hemû çalakî û xebatên ji bo demokrasî û mafên mirovan qedexe dike û êdî daxuyaniyên çapemeniyê jî qedexe dike. Bîlîcî, da zanîn ku ger walî biryara xwe neguhere dibe ku bûyerên nexweş jî pêk bên û xwest walî biryara xwe rast bike.
(mae)