Esenyurta Stenbolê bû qada şer
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kir, li Esenyurtê kom bûn û xwestin bimeşin Girtîgehên Sîlîvrî û Tekîrdagê. Bi sedan kesên kom bûn rastî mudaxaleyê polîsan hatin. Bi mudaxaleyê re Kolanên Esenyûrtê bû qada xer.
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kir, xwest ji Esenyurtê ber bi girtîgehên Sîlîvrî û Tekîrdagê ve meşa ku 4 rojan pêk bîne. Girseya ku ji sedan kesan pêk dihat û li Esenyurtê kom bû, dema xwest ber bi Sîlîvrî û Tekirdagê ve dest bi meşê bikin, rastî mudaxaleya polîsan a bi ava şit hat. Polîsan di saetên serê sibehê de derdorê avahiya BDP'ê ya Esenyurtê dorpêç kir û destûr neda ku welatî biçin avahiya BDP'ê. Bi sedan kesên ku li Qada Cumhuriyetê kom bûn, xwestin bimeşin. Polîsên ku bi maşîneyên zirxî derdora komê pêçan, welatiyên li qafeşan derxistin derve. Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel hevserokên BDP'ê yên Mêrsînê jî hatin qadê. Girseya ku xwest dest bi meşê kir, rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şit hatin. Girsê jî bersîv da polîsan û kolanên Esenyurtê vegeriya qada şer. Herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. Li kolanan bûyer didomin.
(mae)