Esnaf dikanên xwe venekirin
Li navçeya Kopê esnafan dikanên xwe venekirin
A+
A-
Li navçeya Kopê ya Mûşê esnafan bi minasebeta salvegera kuştina 2 kesên di 15'ê kanûna 2009'an de dema girtina DTP'ê şermezar dikirin hatin kuştin dikanên xwe venekirin.
Di 15'ê kanuna 2009'an li navçeya Kopê ya Mûşê cerdevanên birayên hev Turan û Metîn Bîlen girseya bi armana şermezarkirina girtina DTP'ê meş li dar dixist gulebaran kiribûn. Di gulebaranê de Necmî Oral û Kemal Agcan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan welatî jî birîndarbibûn. Li Kopê bi minasebeta 3'yemîn salvegera bûyeran dikandar û esnaf neçun ser kar û dikanên xwe venekirin. Saet di 12.00'an de dê li navçeyê meşek bi girseyî bê lidarxistin û qetilkirina 2 kesan dê bê şermezarkirin.
Bêjeyên Miftehî esnaf,dikanên,xwe,venekirin