1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Esnafên Amedê ji bo alikariya Kobanê li fuarê qutiya pereyan danin
Esnafên Amedê ji bo alikariya Kobanê li fuarê qutiya pereyan danin,esnafên,amedê,ji,bo,alikariya,kobanê,li,fuarê,qutiya,pereyan,danin

Esnafên Amedê ji bo alikariya Kobanê li fuarê qutiya pereyan danin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Esnafên semta Ofîsê li Fuara alavên diyariyan ji bo piştgirî û alîkariyê bidin welatiyên Kobanê hefteyek berê qutiya alikariyê danîn û heta niha 500 TL kom kirin.

Esnafên ku li semta Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê dan û standinê dikin, li Fuara alavên diyariyan, ji bo piştgirî û alîkariyê bidin welatiyên Kobanê hefteyek berê qutiya alikariyê danîn. Pîştî ku şerê li Kobanê bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dîjwar bûn; gelek welatiyên Kobanê û Şengalê berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û li wergehan bi cih bûn. Welatî û esnafên Amedê ji bo alikariya pêdiviyên sereke dest bi kampanyayên cur bi cur kirin. Niha jî ensafên ku li fuara diyariyan dan û standinê dikin ji bo alikariyê watedar 500 TL kom kirin. Esnafên fuarê di navê fuarê de qutuyeka alîkariyê danîn û li ser dovîza "Alikariya ji bo Kobanê, alikariya mirovahiyê" nivîsandin. Esnafê ku dikana wî di fuarê de ye Mehmet Nurî Kan diyar kir ku esnafên fuarê bi vina xwe dest bi kampanyayeke wiha kiriye û wiha got: "Me wek esnafan dildar di nava xwe de biryakeke wiha da. Bi alîkariya welatî û esnafan heta niha me 500 TL kom kir. Ji bilî welatiyan gelek esnafên ku li fuarê diminin jî çi ji destê wan tê dikin. Pereyên ku di nava qutiyê de tên kom kirin ji bo pêwistiyên wan yên ji bo zivistanê ye. Armanca me ewe ku ji bo zarokên Kobanê bibin bibin alikar.

'Ji bo gelê Kobanê seferberî divê'

Kan, di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ku lazime hemû gelê kurd ji bo alikariya welatiyên Kobanê bibe seferber û wiha got: "Hemû gelê Kobanê jî kurdin. Divê em wek gelê kurd xwedî li wan derkevin. Pereyên ku kom dibin em ê pê betenî, şîrê zarokan, sobe û gelek pedîviyên din bikirin û ji wan re bişînin.

Esanafê bi navê Mehmut Çifçî jî anî ziman ku divê her esnafên Amedê ji bo gelê Kobanê bi hestyar be û wiha axifî: "Em hemû wek esnafê Amedê bang li hemû esnafan dikin ku ji bo welatiyên Kobanê bihestyar bin û alîkariya Kobanê bikin. Min bi xwe heya niha 3 hezar pere û 5 çadır ji bo Kobanê şandiye. Pereyên li vir tên komkirin em ê ji bo gelê Kobanê bidin hev û ji wan re bişînin."

(zf/mae)