1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Esnafên Amedê navê kurdî li kargehên xwe dikin
Esnafên Amedê navê kurdî li kargehên xwe dikin,esnafên,amedê,navê,kurdî,li,kargehên,xwe,dikin

Esnafên Amedê navê kurdî li kargehên xwe dikin

Esnafên Amedê jî êdî navê tabelayên kargehên xwe diguherînin û navên kurdî bikartînin

A+ A-

15 Gulan

AMED(DÎHA)- Bi salane zimanê kurdî hat qedexekirin û hê jî nebûye zimanê perwerdehiyê. Ligel van polîtîqayên pişaftinê gelê kurd li zimanê xwe xwedî derdikevin û ji bo ku zimanê wan bijî di her qadê de têkoşîn didin. Esnafên Amedê jî êdî navê tabelayên kargehên xwe diguherînin û navên kurdî bikartînin.

Bi salan e ku li Tirkiyeyê li ser kurdan polîtiqayên pişaftinê tê meşandin. Zimanê kurdî bi sedan sale tê qedexekirin û kesên ku kurdî diaxivîn jî rastî zilm û zordariya dewletê dihatin. Bi hezaran kurd ji bo zimanê xwe ketin girtîgehan û hatin kuştin. Gelê kurd jî tu carî li hember vê zor û zehmetiyan serî li hember van polîtîqayan netewand û berdelên giran dan. Hê jî ziman di asta perwerdehiyê de qedexe ye. Kurdan jî li hember van polîtîkayan kampanyaya du zimanî dabû destpêkirin. Di vê çarcoveyê de jî esnafên kurd êdî hêdî hêdî navên kargehên xwe bi kurdî datînin. Esnafê bi navê Medenî Yetîşen ku kargeha wî li kolana Melîk Ahmet ya Amedê ye jî ev 7 meh in navê kargeha xwe guherandiye û navê Dermanxaneya Dîcle Firat li kargeha xwe kiriye.

'Perwerdehiya kurdî divê dest pê bike'

Xwediyê Dermanxaneya Dîcle Firat'ê Yetîşen, diyar kir ku wî ev 7 meh in vîna xwe li ser kargeha xwe nivîsandiye û got ku bi dehan sal in ji bo ku kurd zimanê xwe ji bîr bikin gelek êş ji destê dewletê kêşandin. Yetîşen, anî ziman ku bi têkoşîna kurdan ev deskeftî hatine bidestxistin û wiha got: "Em êdî bê tirs navên tabelayên xwe diguherînin lê ev ne bes e divê zimanê me di asta perwerdehiyê de jî bê bikaranîn û ji bo ku zarokên kurd zimanê xwe ji bîr nekin dibistanan de perwerdehiya zimanê dayîkê hebe."

Esnafê bi navê Ahmet Ek jî navê kargeha xwe bi însiyatîfa xwe guherandiye û navê 'Eywanê Dawetê' li kargeha xwe kiriye. Ek, da zanîn ku bi guherîna navê kargeha xwe gelê Amedê kêfxweşiya xwe pirî caran nîşanî wî dane . Ek jî diyar kir ku pêvajoya dîyalogê ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin jî li ser guherandina van navan bandor çêkiriyeû wiha dawî li axaftina xwe anî: " Me bi salan e têkoşînek mezin da û di encamê de em gihîştin vê qonaxê û bi guherandina vê navê her çiqas gavek biçûk be jî min xwest hêz bidim vê pêvajoyê."

(ho/gka/bd)