Esnafên Geverê dikanên xwe venekirin
A+
A-
COLEMÊRG (DÎHA) - Esnafên Geverê ji bo Endamê YPG'ê A.Vahap Kapar (Firat Cîlo) ê ku li Kobanê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da dikanên xwe venekirin.
Esnafên Geverê ji bo Endamê YPG'ê A.Vahap Kapar (Firat Cîlo) ê ku di 12'ê tîrmehê de di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest da dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne û welatî li navenda sûkê kom dibin. Li navçeyê gelek polîs û wesayîtên zirxî hatin bicihkirin.
Li bendêne ku cenazeyê Endamê YPG'ê Kapar seat di 16.00'an de bê navçeyê. Hate hînbûn ku cenazeyê Kapar dê li gundê Kelê yê Geverê dê bê definkirin.
(bd)
Bêjeyên Miftehî esnafên,geverê,dikanên,xwe,venekirin