1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ev 53 hefte ne li ber Qesra Dolmabahçeyê ne
Ev 53 hefte ne li ber Qesra Dolmabahçeyê ne,ev,53,hefte,ne,li,ber,qesra,dolmabahçeyê,ne

Ev 53 hefte ne li ber Qesra Dolmabahçeyê ne

Dayikên Aştiyê, weke her hefteyê vê hefteyê jî li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin cem hev û gotin, "Em dayikeke tenê jî bimînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

A+ A-

STENBOL - ANF Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ku her hefte li ber Qesra Dolmabahçeyê têne cem hev, çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku her hefte bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vegera li Mitebeqata Dolmabahçeyê pêk tînin, di heftiya 53’an de jî hatin cem hev.

Di çalakiya rûniştinê de dayikên aştiyê pankartên wekî, "Dayik rê nadin şer", "Em dixwazin maseya aştiyê ya ku li Dolmabahçeyê hatibû danîn dîsa were danîn", "Em dê ne, Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ereb in lê dê ne" , bi Kurdî, Tirkî, Ingilîzî "Tecrîda bila rabe muzakere dest pê bikin" hate vekirin û dovîzên ‘’Bila dilsozê mitebeqata Dolmabahçeyê bin" hatin hildan.

Endamê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Kumriye Akgul bertek li dijî girtina Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Firat Anlî, û berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata da û got, em zilma li ser gelê Kurd qebûl nakin. Bi berdewamî, "Ev zilm heta kengî wê bidome? Em li cem Kişanak, Anflî û Ata ne. Êdî bi hezaran Kişanak û Ata hene."

Akgul bal kişande ser girtiyên nexweş û got, "Em dixwazin werin tedawîkirin. Her dema ku em diçine hevdîtinê êşkenceya fizîkî û psîkolojîk li me jî dikin."

JI BO ATA Û KIŞANAK WÊ BIÇIN BER KANDIRAYÊ

Akgul diyar kir, ‘’Heta bi dilopa dawî ya xwîna xwe em li pişt gelê xwe ne. Em yek dayik bimînin jî em ê li van deran bin’’ û bi vî awayî peyama têkoşînê da. Akgul ji bo piştevaniya li Kişanak, Ata bang kir ku sibehî her kes destekî bide daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Girtîgehya Kandirayê ku saet 13.00’an wê pêk were.