1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Ev berxwedan dê gel bigihîne azadiyê"
"Ev berxwedan dê gel bigihîne azadiyê",ev,berxwedan,dê,gel,bigihîne,azadiyê

"Ev berxwedan dê gel bigihîne azadiyê"

PKK: Ev berxwedan dê gel bigihîne azadiyê

A+ A-

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê peyamek weşand û got; “Têkoşîna me ya gerîla, li ser şopa şêwaza serkeftina çalakiya 15’ê Tebaxê û di rêya pêşengtiya fermandariya rêheval Egîd de, bi têkoşîn û berxwedanê 28 sal in her mezin bûye û bi pêş ketiye. Li her deverê Kurdistanê mewzî girtiye, li ser esasê mîsyona pêkanîna azadiya gelê kurd têkoşîn daye meşandin.” PKK’ê bang li ciwanên Kurd kir û got; “Ciwanên kurd divê xwe berpirsiyarê parastina gel bibînin.

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi boneya 28’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya li hemberî rejîma faşîst a 12’ê Îlonê ya dewleta Tirk hat pêşxistin di malpera xwe ya fermî (http://www.pkkonline.com) de peyamek weşand.

PKK’ê got; “15’ê Tebaxê ku cejna me ya vejîna neteweyî û berxwedanê ye li Rêbertiya me, li hemû gelê me û li her kesên ku dil dane azadiyê, bi zanebûna ku têkoşîna azadiyê şertê hebûna jiyana wî/ê ye têdikoşin pîroz be. Weke çalakiya yekemîn a ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd derbasî têkoşîna çekdarî bûye, çalakiya 15’ê Tebaxê ya di bin fermandariya rêheval Egîd de hatiye lidarxistin 28 salên xwe temam kiriye. Em bi biryardariya ku em ê gava yekem a rêhaval Egîd avêtiye ber bi serkeftinê ve bibin dikevin sala bîst û nehemîn. Di serî de rêheval Egîd, di şexsê Mustefa Yondem, Mehmet Sevgat, ji Engîn Sînceran ji Şîlanan, ji Viyanan, Nûdayan, Adilan, Bêrîtanan, Şîrînan em hemû şehîdên me yên ku abîdeyên azadiyê ne bi minet û hurmet bi bîr tînin, di bingeha girêdana bîranîna wan de em soza xwe ya mezinkirina têkoşînê nû dikin.”

Daxuyaniya PKK’ê wiha berdewam dike; “Di demeke ku ji bo rastiya kurd pê bidin jibîrkirin bi her cure pêkutî, çewisandin, sirgûn û qetlîaman tê xwestin tunekirin û bişaftin encam bigire de, ev boçûn bi derketina tevgera me ya ku temsîla îradeya azad a gelê kurd guherî ye. Di pêvajoyeke ku faşîzmê bêhna gelan çikandibû de çalakiya 15’ê Tebaxê, li hember pêkanînên faşîzmê hêza têkoşeriya azad a gelan nîşan daye. Tevgera me ya azadiyê bi tespîta; li hember faşîzma tê meşandin parastina mafên gelan tenê bi bilindkirina şerê gel dibe, derketiye rê, guleya yekemîn a şerê gel li Dihê û Şemzînanê avêtiye dijmin.

Fermandarê pêşeng ê çalakiya 15’ê Tebaxê rêheval Egîd, ji bo serkeftina çalakiyê diyarker e. Rêheval Egîd, ji plankirina çalakiyê heta pratîka wê, bi ziraviya gerîla ya aliyên rêbaz, taktîk, tempo û afirîneriyê çalakiyê birêve biriye û demxeya xwe li serkeftinê daye. Şêwaza rêheval Egîd ji bo hemû darêja têkoşîna me ya gerîla bûye pêşeng û mînak. Ji feraseta çalakiyê û ziraviya di şêwazê gerîla de, bi qasî dîsîplîn û afirînerî, sekna xwe ya jiyanê, fedakarî, feraseta rêhevaltiyê, bi girêdana xwe ya bi nirxên gel ve, kesayeta azad a ku hemû hêza me ya gerîla ji xwe re dike mînak di şexsê xwe de şênber kiriye.

GERÎLA BI TÊKÛZIYA TAKTÎKÊ YA KU GIHAYÊ LI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ GIRTIYE

Têkoşîna me ya gerîla, li ser şopa şêwaza serkeftina çalakiya 15’ê Tebaxê û di rêya pêşengtiya fermandariya rêheval Egîd de, bi têkoşîn û berxwedanê 28 sal in her mezin bûye û bi pêş ketiye. Li her deverê Kurdistanê mewzî girtiye, li ser esasê mîsyona pêkanîna azadiya gelê kurd têkoşîn daye meşandin. Îro gerîla bi têkûziya taktîkê ya ku gihayê û bi mewzîgirtina xwe ya saxlem a li çar aliyên Kurdistanê girtiye, li hember hemû polîtîkayên qirêj ên ku hêzên desthilatdar li ser gelê kurd dimeşînin, siyaseta tunekirin û înkarê, bi mîsyona ku bibin ewlehiya azadiya gel têkoşînê bi pêş dixe.

ŞÊNBERBÛNA RUHÊ ÇALAKIYA 15’Ê TEBAXÊ YA DI ROJA ME DE YE

Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên ku gerîla di xeta şerê gel ê şoreşgerî de pêk tînin demxeya xwe li sala 2012’an dide. Ev çalakî ji ber ku rastî salvegera 15’ê Tebaxê tên mîsyona dîrokî îfade dikin. Dîsa qadên ku lê çalakî zêde tên lidarxistin Zagros û Botan jî jîndariya ruhê 15’ê Tebaxê nîşan dide. Di operasyonên şoreşgerî yên gerîla de ruhê destpêkê yê gerîlatiyê her mezin dibe û dîrokê zindî dike. Ruhê fedaî yê ku gerîla nîşan dide şênberbûna ruhê çalakiya 15’ê Tebaxê ya di roja me de ye. Ev ruhê fedaî mezintir û hêzdartir bûye, li dora xeta Rêber Apo xwe kilît kiriye. Weke erkê pêşek tecrîda li ser Rêber Apo şikandin, ji bo Rêber Apo bigihê azadiya xwe, bi parçekirina sîstema Îmraliyê têkoşînê bilind dike. Gerîla di çalakiyên xwe de nîşan daye ku ji bo azadiya Rêber Apo kêrhatina pêşxistina her cure çalakiyê heye. Gerîla dikare bikeve bajarên herî navendî û qereqolên wan ên weke kelehên herî saxlem jî bi erdê re bike yek. Bi girtina qadan dikare rê nede ku dewlet bikeve van qadan. Dikare xwe bigihîne rayedarên berpirsiyarên şer û ji wan hesab bixwaze. Gerîla ji bo azadiya Rêber Apo û gelê kurd şertên ku wê bikaribe bi îradeya xwe ya azad jiyana xwe birêxistin bike bi dest bixe bi ruhekî fedaî şer dike. Ji niha û şûnve jî di wê biryardariyê de ye ku vî şerî hîn mezin bike û ber bi serkeftinê ve bimeşe.

LI ROJAVA ŞOREŞA AZADIYÊ

Gelê kurd, bi ruhê azadiyê yê hêz û baweriya ku çalakiya 15’ê Tebaxê derxistiye holê têkoşîna azadiyê meşandiye û îradeya xwe di xeta azadiyê ya Rêber Apo de îfade kiriye. Gelê kurd bi fedakariyeke mezin têkoşîna xwe ya azadiyê meşandiye, tu rêbazên pêkutiyê yên serdestan nikaribûye stuyê wî bitewînin. Îro jî gelê kurd, li gel hemû pêkutî û rêbazên faşîzane, têkoşîna xwe ya azadiyê bi biryardariyeke mezin berdewam dike. Weke îfadeya viya ya şênber gelê me yê Rojava li ser xeta 15’ê Tebaxê bi sedan ewladên xwe yên hêja şehîd dane, di salvegera 29’emîn aA 15’ê Tebaxê de şoreşa gel a demokratîk pêk aniye û ber bi azadiyê ve dimeşe.

CIWANÊN KURD DIVÊ XWE BERPIRSIYARÊ PARASTINA GEL BIBÎNIN

Gelê me, di pêvajoya ku em tê de ne jî divê têkoşîna azadiyê ya ku gerîla bilind kiriye bi têkoşîna ku wê ji eniya xwe ve bi pêş bixe temam bike. Gerîla û gel hevdu temam dikin. Gerîla xwedî mîsyona parastvan û temînkerê azadiya gel e. Gel jî bi çalakiyên xwe destekê dide gerîla û temamkariya têkoşînê nîşan dide. Di vê pêvajoya ku dijmin di bingeha tunekirin û înkarê de her cure êrîşên faşîzane dibe ser gel de sekna li hember viya, bi pêşxistina rêxistinbûna parastina xwe ya cewherî bersiva pêwîst dide dijmin. Ciwanên kurd divê xwe berpirsiyarê parastina gel bibînin û di rêxistinbûna parastina cewherî ya gel de pêşengtiyê bikin. Gelê kurd li hember êrîşên dijmin tu car neçar nemaye, bêbersiv nemaye û bi berxwedana xwe dijmin bêçare hiştiye. Di vê pêvajoyê de gelê kurd divê berxwedana xwe ya bi anor hîn jî bi pêş bixe û bersiva pêwîst bide dijmin.

Ev berxwedan, berxwedana ku wê gelê me bigihîne serkeftinê ye. Bi çalakiya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê tovên azadiyê şîn bûne û 15’ê Tebaxê weke cejna vejînê kiriye sembol. Çalakî û berxwedaniya ku di sala 2012’an de bi pêş dikevin wê bibin çalakî û berxwedaniya ku wê azadiyê ber bi serkeftinê ve bibe. Di salvegera 29. a 15’ê Tebaxê de, bi baweriya ku ji bo azadî û serkeftinê bimeşin, em careke din salvegera 29. a 15’ê Tebaxê li gelê me yê ku dil daye şerê azadiyê û hemû mirovahiya ku di azadiyê de li wateyê digerin pîroz dikin, bi biryardariya têkoşîna afirandina siberojên azad silav dikin.

ANF NEWS AGENCY