'Ev biryar mînak e'
Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, ê ji ber xizmeta "Şaredariya pirzimanî" ji aliyê şuraya dewletê ve ji peywirê hatibû girtin û bi hinceta "peywirdariya xwe bi awayekî xirab bikaraniye" doz lê hatibû vekirin. Piştî darizandinê doza bi beratê bi encambûyî weî serkeftinek nirxand û wiha got: "Ev biryar ji bo pirgirêka di doza siyasetmedarên kurd de tê jiyîn ji holê rakin gelek girîng e."
Doz der heqê 21 kesên di nav de Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û endamên meclîsa Şaredariya Surê jî heyê yên di sala 2007'an hatibû vekirin û şuraya dewletê ji ber "şaredariya pirzimanî" Şaredarê Surê Demîrbaş ji peywirdariyê girtibû û pişt 4 salan doz bi beratê bi encam bû. Abdullah Demîrbaş, diyar kir ku têkoşîna wan dayî li dijî birdoziya 85-90 salan a dewletê ye û encama dozê jî mafdariya wan nîşandaye. Demîrtaş, anî ziman ku li aliyê din bi dozê re derket holê ramana hikûmetê ya "yek ziman, yek netew" rast nîn e û biryara dozê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gelek giring e. Demîrtaş, da zanîn ku cezayê di sala 200'an de dan wî "kuştina bêdad e" û hikûmetê di vê mijarê de sûç kiriye û divê ji gelê kurd lêborînê bixwaze.
'Ev biryar ji bo hemû qadên cemewariyê giring e'
Demîrbaş, bilêv kir ku biryar ji bo demokrastî, azadî, aşîtî û gelê Tirkiyeyê gelek girîng e û wiha got: "Di vê mijarê de civaka Tirkiyeyê ya pirzimanî, pirçandî û pirnasnameyî derketiye holê. Ji ber vê yekê qezencekî dîrokiye. Ev biryar tenê di aliyê şaredariya pirzimanî de neyê dîtin. Êdî li Tirkiyeyê ji bîlî tirkî bi zimanên din jî di qadên cemewariyê de xizmetê dê bêkirin. Yanî bi vê biryarê di qadên dad, perwerdehî, tendûrîstî û hemû qadên din de pêşiya vekiriye. Ev biryar ji bo pirsgirêka di darizandina siyasetmedarên kurd de tê jiyîn ji holê rakin gelek girîng e. Ji ber ku di biryara der heqê me de hati diyarkirin jî em zimanê fermî red nakin."
'Feraseta kuştina bêdaraz pêk anîn divê lêborînê ji gel bixwaze'
Demîrbaş, da zanîn ku doz ji bo wan serkeftinek e û divê feraseta bûye sedema vê dozê û hikûmeta AKP'ê ji gel lêborînê bikin û wiha axivî: "Ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê qezencek e. Êdî em dixwazin bi tesîsa aştî, azadî û siyasetekî demokratîk zarokên me tevlî jiyana demokratîk bibin. Mafê ziman, çand û nasname mafekî bingehîn û dest jê nayê berdan e. Em jî çi bibe bila bibe me dest ji têkoşîna ziman, çand û nasnameya xwe bernadin. Êdî mafê me bi hiqûqî jî hate erêkirin. Lê divê ramana berê kuştina bêdad li hemberî me kirin ji gelê me lêborî bixwaze."
Pêşeroja dozê
8'emîn Daîreya Şureya Dewletê di sala 2007'an de ji ber ku Şaredarê Surê Abdullah Demîrtaş xizmeta "şaredariya pirzimanî" da ji peywirdariyê hate girtin û meclîsa şaredariyê ya proje erê kirin jî fesh kir. Her wiha der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osaman Baydemîr ê biryar erê kir, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş û 19 endamên Meclîsê 2'yemîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê bi hinceta "peywirdariya xwe bi xirab bikaraniye" doza lê wan hatibû vekirin û heta 3 salan cezayê girtgehê dixwast.
DÎHA (ft/mae)