1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Ev der axa kurdan û Kurdistanê ye"
"Ev der axa kurdan û Kurdistanê ye",ev,der,axa,kurdan,û,kurdistanê,ye

"Ev der axa kurdan û Kurdistanê ye"

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak: Ev der axa kurdan û Kurdistanê ye

A+ A-

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û heyeta BDP'ê ya Sêrtê bi minasebeta rojiya Remezanê gundên Simxur û Zivzikê yê navçeya Şîrvanê ziyaret kir. Kişanak di ziyaretan de, anî ziman ku ew wekî BDP'ê her tim li dijî projeyên HES'ê ne.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li gel Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê bi minasebeta meha Remezanê çû gundên Simxur û Zivzikê yên navçeya Şîrvanê ziyaret kir û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kir. Di heyetê de Hevserokên BDP'ê yên Sêrtê Dîlber Sevim û Seracettin Kayran û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Heyetê ewil gundê Simxurê ziyaret kir û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Heyeta BDP'ê piştî bi gundê Simxurê re civîn pêk anî, derbasî gundê Zivzikê bû. Heyeta BDP'ê li vir jî ji aliyê welatiyên gund ve bi girseyî hate pêşwazîkirin. Kişanak û Heyeta BDP'ê li vir bi coşek mezin hate pêşwazîkirin û li qada gund civîn pêk anîn. Kişanak, li vir li pirsgirêkên welatiyan guhdar kir û pişt re axaftinek kir. Kişanak, anî ziman ku gundê Zivzikê gundekî dîrokî û navdar e û wiha got: "Gundê Zîvzîvkê di qada aborî de ji aliyê cîhanê ve tê nasîn. Bi hinarên xwe û berhemên xwe pir navdar û dewlemend e. Berê 250 xanî hebûn. Lê niha ji ber zext û zordariya dewletê û leşkeriyê daketiye 40 malan. Ev minaka pirsgireka kurd e. Ji ber ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer û leşkerî tên çareserkirin gund hatiye valakirin û wêran dibe. Xweza wêran dibe. Koçberî dest pê dike. Ev der axa kurdan û Kurdistanê ye. Li ser vê axê nirxên pîroz ava bûn. Lê niha dixwazin gundan vala bikin û gelê kurd asîmîle bikin. Gelê kurd di rojhilata navîn de gelê herî xwedî kok û dîrok e. Kurd dixwazin li ser axa xwe bi rûmet û hurmet bijîn."

'Projeyên HES'ê ekolojî û xwezayê wêran dikin'

Kişanak pişt re li gel heyeta BDP'ê çû şantiya HES'ê ya Bendava Çetînê ziyaret kir. Kişanak, li vir rayedarên HES'ê jî ziyaret kir û anî ziman ku ew her tim li dijî bendav û projeyê HES'ê ne û wiha got: "Ji ber ku bendav û HES, dîrok, çannd, xweza û ekolojiyê talan dike û wêran dike. Em li dijî hemû bendav û projeyên HES'ê ne. Gel û welatî li dijî bendavan in." Welatiyên ku beşdarî civînê bûn jî dirûşmeyên "Em bendavê li gund naxwazin" û "Ji bendavan re na" berz kirin. Kişanak, piştî ziyaretan ji gund qetiya.

Bendava Çetîn a li Gundê Zîvzîvkê tê avakirin, ji aliyê Şîrketek Norveçê ve li ser Çemê Botanê 3 kîlometre dûrî Zîvzivkê tê avakirin. Dê 10 kilometrelik qadekê zevt bike û xwezayê wêran bike.

(mae)