Ev gir ket bin kontrola Gerîllayan!..
Girê konserve di bin kontrola gerîlayan de ye
Şemizînan - Kontrola gerîlayên HPG’ê ya ku ji 23’yê tîrmehê ve li Şemizînanê, bi kontrolkirina rêya Şemizînan-Geriyanê dest pê kir, di roja 10’emîn de ye. Ev bi rojan e ku rêya 30 km dirêj û herêm di bin kontrola gerîlayan de ye. Girê ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serfermandarê Tirk yê berê û niha girtiye Îlker Başbug li ser wêne kişandibûn jî di bin kontrola gerîlayan de ye.
Ji 23’yê tîrmehê ve herêma navçeya Şemizînan a Colemêrgê di bin kontrola gerîlayan de ye. Artêşa Tirk di her carekê de dixwaze herêmên di bin kontrola gerîlayan de bi dest bixe, lê li rastî berxwedana gerîlayan tê û derbeyên giran dixwe.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya 27’ê tîrmehê da de got; ““Hêzên Parastina Gel di 24'ê Tîrmehê de li Şemzînanê tevgereke berfireh dane destpêkirin. Gerîlayên me di 23 û 24'ê Tîrmehê de li ser riya Şemzînan-Gerdiyayê du rojan rê kontrol kirine” û wiha berdewam kir; “Li dijî artêşa dagirker a tirk ên ji çar aliyên xwestine gerîlayên me dorpêç bikin, di 24'ê Tîrmehê de tevgerek hatiye destpêkirin.”
Li gorî agahiyan herî dawî ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, pevçûnên duh li Nîrkola, Goman, Masîroy û Navrezan dest pê kirin, berdewam dikin. Li gorî agahiyan artêşa Tirk li Nîrkola Jorîn û Gomanê wendahî dane û di nava vana de fermandarek payebilind heye. Lê belê rutbeya wî nehat zanîn.
Her wiha karwanê leşkerî yê ku xwest ji Şemizînan derbikeve û biçe herêma pevçûnê li rastî çalakiya gerîlayan hatin. Di encamê de wesayîtek leşkerî hatiye rûxandin û pevçûn rû da. Pevçûn ji sibê heta saet 12.00 berdewam kir.
GIRÊ KONSERVE DI DESTÊ GERÎLAYAN DE YE
Artêşa Tirk tenê dikare bi rêya hewayî êrîşê herêmê bike. Her wiha artêşa Tirk lez da êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê jî. Artêşa Tirk girên derdora gundê cerdevanan Ewliya, derdora gundê Robînûs, Genîştepe, û girê Konserve bombebaran dikin. Li bir agahiya balkêş ev: girên Genîştepe û girê Konserve (Gedîktepe) yên ku beriya niha di destê artêşa Tirk de bûn niha di bin kontrola gerîlayan de ne. Bi taybet bîranînek a girê Konserve heye ku tu carî ji bîra mirovan naçe. Ev girê parastina tabûra Garê ye. Gerîlayan di 20’ê hezîrana 2010 de li hemberî vê yekê çalakiyek mezin pêk anîbûn. Artêşa Tirk di wê çalakiyê de gelek wendahî dabûn. Ev gir niha di bin kontrola gerîlayan de ye û ji aliyê artêşa Tirk vet ê bombebarankirin.
Hêjayê gotinê ye ev girê Konserve yê ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serfermandarê Tirk yê berê û niha girtiye Îlker Başbug piştî çalakiya gerîlayan li ser wêneyek “navdar” kişandibûn jî di bin kontrola gerîlayan de ye
ANF NEWS AGENCY