Ev gund rê nade çeteyên DAIŞ’ê!
ÎSMAÎL ESKÎN
KOBANÊ (DÎHA) – Malbata Hemê ya ku li gundê Kizâlî yê li rojhilatê Kobanê ye li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide. Malbata Hemê biçûk mezin, pîr û ciwan, jin û mêr bi tevahî li hemberî êrîşên çeteyan li eniyên berxwedanê şer dike û şev û rojê nobetê digire. Mezinê malbatê Ahmedê Hemê diyar kir ku ew ê tu carî xaka xwe bernedin û wiha axivî: “Îro roja namûs û şerefê ye. Dê nikaribin serê me bixin ber me. Lazim e ku em hişyar bin û hemû gelê kurd divê dest û mil bidin hev da ku bi serfirazî em van rojên çetîn derbas bikin.”
Li hemberî êrîşên DAIŞ’ê gelê li gundên derdora Kobanê ne jî xaka xwe diparêzin. Li gundê Kizâliyê ku dikeve rojhilatê Kobanê û bes 400 metre dûrî cihên ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Gîrê Spî ve xistine bin kontrola xwe ye malbata Hem êli vê derê rastî êrîşê çeteyan hat. Malbatê piştî van êrîşan gundê xwe neterikan û li hemberî çeteyan dest bi şer kir. Mezinê malbatê Ahmedê Hemê yê 70 salî bi zarok û neviyên xwe re rahişt çek û li hemberî çeteyan şer dike. Hevser û keça Ahmedê Hemê jî di vî şerê de ligel malbata xwe li eniyên berxwedanê şer dikin. Ahmedê Hemê yê ku bin eviyên xwe re heta sibê li çeperan nobetê digire, diyar kir ku piştî êrîş zêde bûne wan jî jî bi malbatî di nav berxwedanê de cihê xwe girtine. Hemê anî ziman ku ew ê li hemberî van çeteyan xak û axa xwe neterikînin û heta dawiyê şer bikin.
Hemê destnîşan kir ku ew ji bilî şervanên YPG/YPJ’ê ji kesî bawer nakin û wiha axivî:“Em mafdar in. Çavên me di mal û milkê tu kesî de tune ye. Em tenê mafên xwe diparêzin. Em naxwazin ku ku kesekî jî destdirêjiya mafên me bike. JI bilî vebijarka berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tu rêyeke din tune ye.”
Berxwedana topyekûn
Hemê bal dişand ser ku armanca destpêkê ya çeteyên DAIŞ’ê ew e ku gundan vala bike û bi lêv kir ku ligel bi rojan ava wan tê qutkirin û bê nan û av jî dimînin ew ê gundê xwe neterikînin. Hemê diyar kir ku YPG/YPJ wekî hêzeke cewherî û parastinê ji nav pêkateyên herêmê hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Îro roja ku em bi tevahî mil bidin hev û dijminên xwe ji ser axa xwe biqewirînin e. Roj roja pêşxistina yekitiya kurdan e. Roj roja berxwedana Kobanê ye.” Hemê bal kişand ser ku ew bi tenê dixwazin li ser ax û xaka xwe bi awayekî azad bijîn, ji bo vê yekê jî li derdora gund çeperan vedane û axaftian xwe wiha domand: “Carna em nobetê digirin, carna jî hevjîna min û keç û bûkên min nobetê digirin. Bi jin û zarokên xwe ve em hemû bi topyekûn îli ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ’ê hemû gudan talan dikin. Divê ku em kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin bê ka van şehîdên me ji bo çi canê ciwan dikin gorî. Di vê qêleqija havînê de bi hesreta taseke ava cemidîne lê dîsa jî di çeperan de ji bo parastina gelê me şev û roja xwe dikin yek.”
'Em dest ji axa xwe bernadin'
Hemê anî ziman ku 49 topên hawanê li gundê wan ketine û di bin gulebarana çeteyan de bi karê xwe yê rojana jî radibin û bi van hevokan rewşê vegot: “Heke ku ji her guleya ku bi ser me de diteqînin min mala xwe terikandibana ji xwe hewcehî pê nedima ku DAIŞ gundê me talan bikira û ew ê jixwe bigihîşta mexseda xwe ya qirêj. Îro roja namûs û şerefê ye. Dê nikaribin serê me bixin ber me. Lazim e ku em hişyar bin û hemû gelê kurd divê dest û mil bidin hev da ku bi serfirazî em van rojên çetîn derbas bikin. Hemê bi bîr xist ku neviyê wî yê 12 salî Îbrahîm par ji aliyê sekvanên DAIŞ’ê ve bi kanasê hatiye qetilkirin û neviyekî wî yê din jî ji ber topa hawanê jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welehî û Bîlahî ew çi jî bikin ne ez ne jî zarokên min em ê gundê xwe ji wan re bernedin. Heke em bimirin jî jixwe em ê bi malbatî bimirin.” Hemê anî ziman ku kiryarên hobane yên li hemberî kurdan ên DAIŞ’ê tu eleqeya xwe bi îslamê re tune ye û wiha got: “Bi tekbîran mirovan şerjê dikin. Bilabi qurbana Xwedê bibin. Kurd dê bi parastina xwe ve dê bi ser bikevin lê ew xayînên ku bi DAIŞ’ê re bûne yek ku bûne hevkarên komkujiyên li hemberî kurdan ew ê tune bibin.”
'Me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin'
Kurdistan Hemê yê ku bi kalê xwe re di heman çeperê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dike anî ziman ku ew ê bi çeka di destê xwe de nehêle ku DAIŞ gundê wan talan bike. Kurdistan Hemê diyar kir ku armanca çeteyên ku bi top û hawanan êrîşê gundê wan dike ew e ku kudan qetil bike û wiha axivî: “Ew çiqas êrîşê me kirin me gundê xwe neterikan. Me li ber xwe da û em ê li meb xwe bidin. Ev serê salekê ye ku bi sedan çete ji bo gundê me bi dest bixin êrîşê me dikin lê dîsa jî nekarîn gundê me bixin bin kontrola xwe. Pêşî Ceyşil Hur hat lê nekarî gundê me bigire. Piştre El Nursa hat ew jî nekarî. Îro roj jî DAIŞ hewl dide ku gundê me dagir bike lê em li ber xwe didin. Ew ê heta dilopa dawiya xwîna xwe li ber xwe bidin.”
(aw/lg)