"Ev Hêza Heval Ocalan Heye"
Nivîskarê tirk Vedat Turkalî bi rêya rojnameya Tarafê, derbarê şerê van demên dawîn pêş ketiye de nameyek ji Erdogan re şand. Turkalî di nameya xwe de balê dikşîne ser ku ev yek dibe sedema êşên mezin û bi Tirkiyeyê dide wendakirin. Turkalî her wiha ji Erdogan daxwaziya çareserkirina vê pirsgirêkê dike.
Me jî mîna Amîda Kurd vê nameyê ji bo mêvanên xwe wergerand kurdî. Fermo nameya Vedat Turkalî ya ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re:
“Birêz Serokwezîr,
Piştî ku min di rojnameyên îroj de wêneyên we ku hûn ji bo mirina diya xwe digirîn dîtin, min xwest ez nameyeke din jî ji we re binivîsim. Ez nizanim ka nameya min a yekem gihîşt destê we an na. Nivîskarek ku wê demê 91 salî bû û derbarê banga we ya wan rojan de nameyek ji bo bersivdana we nivîsîbû, ji aliyê tu saziyeke Serokwezareta we ve jî nehat agahdarkirin ku we name girtiye an na. Ez niha 93 salî me û nameya xwe ya duyem dinivîsim. Lewra êşên welatê me didomin. Hûn niha di rewşeka wisa de ne ku dikarin rê li ber van êşan bigirin û ew rayeya we jî heye.
Hûn dê ji nameya Karayilan re çi bêjin?
Destpêkê bila serê we xweş be birêz Serokwezîr!. Belê, “Kullû nefsun zaîkatul mewt”, diya we gihîşt encameke xwezayî; êşa ku hûn îroj dikşînin jî asayî ye. Lê vî welatê ku we bi rayeyeke xurt rêveberiya wê hilgirtiye, îroj ne bi êşên xwezayî ve diperpite. Du sal berê jî heman tişt bû. Gelek ciwanên me, mirovên me yên li çol, çiyan û bajaran têne kuştin, dibin bi taybet jî sedema girseya me ya jar û feqîr ku di nav êşên bêçare de bifetisin. Çiqasî ser wê bê nuxumandin jî, di dawî de dê her kes bibîne ku sedema herî mezin a bêçaremayîna vî karî, hûn in. Birêz Serokwezîr; dema pirsgirêka dîrokî ya bingehîn a vî welatî bi hewldanên we bê çareserkirin dê para herî mezin a şanaziyê, ya we be û dê kes vê înkar neke. Ez jî pêdivî pê nabînim ku ji we re qala şanaziya mezin û dîrokî ya vî karî bikim. We bi “Celadet”eke mezin da zanîn ku ji bo hevdîtinên bi PKKê û sazûmankarê wê Heval Ocalan re, we erk daye berpirsên MÎTê. Ev karek rast bû û pejirandina we ya vî karî jî rast bû. Lê we ji bo berdewamiya vê gava grîng li ber xwe neda, bi helwestên xwe yên pişt re, hûn pir li paş vê ketin. Pir asayî ye ku hûn bi niyeta xirab a polîtîk hatin tewanbarkirin.
Li dijî diyardeyên rastîn ên rêberê gerîllayan birêz Karayilan ku di nameya xwe de bi zelalî diyar kiribû û di Tarafê de du rûpelên temamî hatin weşandin hûn dê bikaribin çi bêjin, ez mina hemwelatî û nivîskarekî Tirkiyeyê, bi rastî meraq dikim.
Di hevdîtinan de fersendê revandin
Birêz Serokwezîr, ez dê qala fersendekî grîng bikim ku bi raya min we ew fersend revand. Heval Ocalan ku di wan hevdîtinên veşarî de wî didine bawerkirin ku gihîştine peymanên grîng, da zanîn ku eger hûn bi çend gotinên zelal û basît van xalên we li hev kirine diyar bikin, ew dê gerîllayên kurd ên li Qendîlê di nav pênc rojan de ji nav welêt derîne û dawî li vî şerê bi xwîn bîne. Ango fersenda şanaziyeke bêhempa ya dîrokî ku me li jor qal kiribû, pêşkêşî we kir. Li gel hêzên muxalîf, hemû Kurdistan pê dizane ku Heval Ocalan rêberek wisan e ku ev hêza wî heye. We li gel redkirina vê pêşniyaza “başiyê” her wiha mizgînî da ku benek bi destê we bikeve hûn dê wî bi dar ve bikin. Ev helwesta we ya ecêb, gotina navdar a Peyamberê Îslamê tine bîra mirovan: “Îttekî şerrî men apsente îleyhî.” Hûn dizanin ev hedîs e. Peyamberê Îslamê dibêje ku “Xwe ji xerabiya kesên we başî bi wan kiriye biparêzin.” Ji kerema xwe re ka bêjin, ev helwesta we ya ecêb, çi bi we da karkirin? Em wendakirinên we yên ferdî deynin aliyekê, Tirkiye niha ketiye nav teqna xwîneke wisa ku mirov xweziya xwe bi doh tine. Bi helwest, kiryar û pêkanînên antîdemokratîk û êrîş û kuştinên ji her du aliyan ve jî, welatê me ber bi valahiyeke tarî ve tê kişandin. Hûn çi jî bêjin birêz Serokwezîr, dê dîrok vê li dema we binivîse. Hûn jî dizanin ku ji bo birêvebirina dewletekê dive mirov xwedî zanebûn û berpirsyarî be.
Ev kar bi darvekirina alaya tirk li Qendîlê çareser nabe
Jean Paul Sartre li kolanan bi ciwanan re tevlî meşên bê qanûn dibe. Dosyaya ku polis derbarê vê de amade kirine didine ber De Gaulle. Eger De Gaulle îmze bike, dê Sartre bigirin. De Gaulle wiha dibêje: ”Ez ê nedime gotin ku Birêz Sartre di dema De Gaulle de hat girtin” û dosyeyê îmze nake. Lê hûn dê kêmasî bi xemsariya li hember careke din destpêkirina demeke bi xwîn, bêne tewanbarkirin. Birêz Serokwezîr, tiştê we kir, ne guneh e? Ji kerema xwe re bawer bikin ku ez derbarê we de bi çavekî pêşderazî li bûyerên polîtîk nanihêrim. Ez ne siyasetmedar, lê nivîskar im. Hewl didim bi empatî nêzîkahiyan deynim. Sedema bingehîn a we dike nav tevgerên şaş ew e ku hûn dikevin derdê jideststendina çekên polîtîk ên hin muxalîfên xwe. Bi xwezîpêanîna du mîtro benê sêpêya îdamê ku rêberek polîtîk ê xwedî nêrînên ehmeq li gel belav dikir, we pir tişt wenda kir. Heman muhterem niha jî pêşniyaza daleqandina alaya tirk li Qendîlê li we dike. We çi xweş got; pirsgirêk bi daleqandina alayan çareser bibûna, li her deverê welêt ala daleqandîne. Lê gelo hûn dizanin ku ev pêşniyaza hezret bi min re hin daxwazan çê kir! Xwezî hin pirsgirêkên min ên tendrustiyê nebûna, di vî temenî de min dê guh bidana vê pêşniyaza hezret û bi bez berê xwe bidana Qendîlê. Bê guman ku ne ji bo şer, lê ji bo mîna nivîskarek tirk bidarvekirina alayê ez dê biçûma Qendîlê. Dê di destê min de ne çek, lê makîneya min a nivîsê hebûna. Min dê hewl bidana zarokên me yên li wê derê ji nêzîk ve binasiya. Xeta rast a polîtîk bi ketina berbayê rêxistineke paşverû û dubarekirina qirêjiyên ku diparêzin re na; lê bi, ji bo gel aşkerekirina rastiyên zelal re û lidijderketina wan qirêjiyan re dikare bê kişandin. ”Ramanên qewmiyetê telîn dike Peyamber” dibêje Akîf. Ji kerema xwe re em xwe bigihêjînine rastiya vê gotinê. Li ser axekê, eger li qewmekî êşkence tê kirin, hebûna wî tê înkarkirin, dixwazin wî gelî tune bikin, ev tê wê wateyê ku rêveberên wê derê dibine armanca laneta Peyamberê Îslamê. Hûn li min biborin, lê li gel hemû nêrînên we yên îslamî jî hûn niha di vî rewşî de ne birêz Serokwezîr. Ev du sal in ez weşanên derbarê kurdan de dixwînim û hewl didim bi hêsanî binirxînim. Zilma ku li girtîgehan tê kirin dil ranagire. Ji sedsalî bêtir e ev dewlet heman polîtîkayê bi rê ve dibe. Niha jî beredayî, tenê ji bo dildariya hin faniyan ku bikaribin li ser dewletê fermandar bin, gelan di nav xwînê de bi hev didine tunekirin. Di nameya birêz Karayilan de hişyariyeke bi kurdî ya bi êbret hebû! ”Dewlet ker be jî lê siwar nebe!” Mixabin ku xweziya herî mezin a siyasetmedarên me siwariya dewletê ye! Li dorhêla me jî gotineke navdar heye: ”Yê ji hespê bikeve namire lê yê ji kerê bikeve dimire!”
Hûn ne siwarê hespê ne. Ez hêviya ketina we nakim, lê bi tenê ji we daxwaz dikim ku hûn vî şerê birayan a bi xwîn bidine rawestandin, ev di destê we de ye birêz Serokwezîr.
Li gel rêzan Vedat Turkalî
Wergera ji tirkî: Mahabad Felat Arda – Amîda Kurd