Ev kampanya li erdê namîne
SGDF'yî yên li Pirsûsê rastî êrîşa komkujiyê ya çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê ku ji AKP'ê destekê dibînin hatin, bi piştgiriya hev birînên xwe dipêçin. Ciwanên SGDF'yî her roj hevalên xwe yên birîndar ziyaret dikin û malbatên şehîdan bi tenê nahêlin
STENBOL - RÛKEN ADALI / ANF SGDF'yî yên li Pirsûsê rastî êrîşa komkujiyê ya çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê ku ji AKP'ê destekê dibînin hatin, bi piştgiriya hev birînên xwe dipêçin. Ciwanên SGDF'yî her roj hevalên xwe yên birîndar ziyaret dikin û malbatên şehîdan bi tenê nahêlin.
SGDF a ji bo piştgirîdayîna şoreşa Rojava bi beşdariyeke çalak a bi sedan ciwanan kampanya bi rêxistin kir û li Pirsûsê bû hedefa dewletê kî ye? Rêxistineke çawa ye? Kengî ava bû? Kî dikare bibe encamê SGDF? Heta roja îro çi kiriye? Çima hedef hat girtin? Kampanya 'avakirina Kobanê' wê dewam bike? Ji niha û pê ve wê çi bên kirin?
Me ev pirs ji endamên SGDF Şerîfe Erbay, Îlke Başak Baydar û Okan Danaci pirsîn. Erbay û Baydar di komkujiya 20'ê Tîrmehê de bi birîndarî rizgar bûne.
LI 19 BAJARAN DIXEBITIN
Li gorî agahiyên ji aliyê ciwanên sosyalîst ve hatin dayîn, SGDF a li 19 bajaran xebatê dimeşîne, di sala 2004'an de piştî avabûna komeleyên li gelek bajaran, weke federasyon hat îlankirin.
Şerîfe Erbay bibîr xist ku her çend federasyona wan di sala 2004'an de ava bûye jî xebatên wan di sala 1994'an de destpê kirine û got, "Beriya SGDF me weke Ciwanên Azad xebat meşandin."
SGDF di nava ciwanên zanîngeh, lîse, karker û bêkaran de dixebite. Lê belê piraniya wan ji ciwanan li zanîngehê pêk tê. Xwe bi rojevên akademîk û demokratîk bi sînor nake, li kolanan xwedî li daxwazên aştî, demokrasî û azadiyê yên gelan derdikeve.
Îlke Başak Baydar SGDF weke mewziyeke ji aliyê ciwanên antî kapîtalîst, antî faşîst ve hatiye birêxistinkirin û têkoşîna şoreş û sosyalîzmê bilind kiriye, pênase kir û got, "Rêxistineke ku têkoşîna rewa dipejirîne û xwe di nava sînorên qanûnî yên dewleta bûrjûva de ranagire, ye. Mewziyeke ciwanan e ku lêgerînên mafê polîtîk, demokratîk û akademîk ên ciwanan lê were bilindkirin."
SGDF a xwe ji navenda Tirkiyeyê bi rêxistin kiriye, şêweya rêxistinbûyîneke meclîsê ye. Ciwanên sosyalîst li her bajarê xwe lê bi rêxistin dikin, meclîsan ava dikin, rêveberiyên xwe çêdikin û biryarên li ser xebatên bi meclîsên bajêr û meclîsên giştî re bimeşîne, digire.
JI BO HER KESÎ DIBISTANEKE
Okan Danaci di wê baweriyê de ye ku SGDF di heman demê de navendeke ronakbîriya sosyalîst a ciwanan e û got, "Ji bo me hemûyan SGDF dibistaneke."
Di navê federasyonê de peyda 'sosyalîst' heye. Şerîfe Erbay anî ziman ku tevî vê yekê jî bi taybetî di dema xebatên kampanyayê de ciwanên xwe weke sosyalîst nabînin jî tevlî xebatên wan bûne û ev mînak da: "Mînak; alîgirê tîmeke futbolê. Bersivê dide banga SGDF. Yanî ciwaneke/î Misilman. Mînakên bi vî rengî gelek in."
Li gorî Îlke Başak Baydar jî "têkoşîna sosyalîzmê, ji bo hevgirtina têkoşîna bindestan û yên din, bingeheke guncaw e. Dema globalbûyîna emperyalîst, zemîna vê hîn bêhtir amade kiriye."
BI SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ TÊ BIRÊVEBIRIN
SGDF yekane rêxistina ciwanan e ku bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin. Îlke Başak Baydar anî ziman ku tevî sîstema hevserokatiyê ew xebatên rêxistinbûyîna jinên ciwan dimeşînin û di nava komeleyê de îvanên weke kota û cihêkariya pozîtîv bi rêve dibin. Baydar got, "Bi hin pêkhateyên têkoşîna azadiyê ya jinê re, li dijî cînayet, destavêtin û destdirêjiya li hemberî jinê, em têkoşiyan. Ji bo afirandina rêxistinbûyîna jinên ciwan, gav hatin avêtin. Weke jinên SGDF'yî, bi navê Jinên Ciwan ên Azad, em di nava rêxistinbûyîneke cuda de ne."
TÊKOŞÎNEK JI TERSXANEYAN HETA ROBOSKÎ
SGDF'ê ji sala 2004'an heta niha çi kir?
Okan Danaci beriya mînakan bide, feraseta xwe ya têkoşînê kurteber kir: "Têkoşîna federasyona me ne tenê li zanîngehan e. Xwe lig orî pêwîstiya têkoşîna polîtîk bi rêxistin dike. Em dixwazin têkoşîna ciwanan a yekbûyî ya ciwanên Kurd û Tirk, pira biratiyê di navbera gelan de ava bikin."
Li gorî agahiyên ji aliyê Danaci ve hatin dayîn, di vê çarçoveyê de kampanya 'Dîcle tu xwişk-birayê min e" hat meşandin. Ji Rojava xwendekarên Zanîngehê çûn Amedê û Zanîngeha Dîcle weke "zanîngeha xwişk-bira" îlan kirin. SGDF bi rêxistinên ciwanan re di nava avakirina pira biratiyê ya li Zapê de cih girt. Bi dirûşmeya "Ji bo Roboskî edalet" bersiv da komkujiya Roboskî. Di salvegera komkujiyê de got "Ji bo Roboskî edalet" û çû gund.
Ciwanên sosyalîst bûn parçeyek ji têkoşîna antî emperalîst, li dijî mertala fuze ya DYA li Kurecîkê ava kir çalakî pêk anî, ji bo bîranîna ji lîderên '68'an Sînan Cemgîl şitil çandin.
Ji bo têkoşîna ciwanên zanîngehê bi têkoşîna çîna karker re bikin yek, li tersxaneya Tûzlayê destek dan grevê, ciwanên zanîngehê grev li her qadê belav kirin. Li hemberî avêtina ji zanîngehan û lêpirsînan berxwedan û çalakî bi rêxistin kirin. Ji bo mafê stargehê yê xwendekaran têkoşiya.
Herî dawî bi dirûşmeya "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" xwestin tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin.
DU ENDAMÊN WAN ÊN BERÊ LI ROJAVA ŞEHÎD KETIN
Okan Danaci bibîr xist ku di civata xwe ya giştî ya 4'ê Nîsanê de wan biryar dane li şûna kampa havînê îsal biçin Kobanê û tevlî xebatên ji nû ve avakirinê bibin. Danaci got, "Ev biryar pêwendiya xwe bi têkiliya me bi şoreşa Rojava re daniye, heye. Ji roja destpêkê ve me gotin ku em parçeyek ji vê şoreşê ne û diparêzin. Du endamên me yên berê Emre Aslan û Sînan Sagir di dema parastina şoreşa Rojava de tevlî karwanê nemiran bûn. Me xwest ji aliyê pratîkî ve jî tevlî pêvajoya avakirinê bibin, bêhna şoreşê bikişînin nava xwe. Me xwest helwesta xwe ya polîtîk di pratîkê de nîşan bidin. Me xwest zarokên Gezî û şoreşa Rojava hemdu hembêz bikin."
"Hûn li benda komkujiyeke bi vî rengî bûn?"
Piştî bêdengiyeke demdirêj Îlke Başak Baydar bersiv da vê pirsê: "Heman beriya hilbijartinê me dît ku AKP sîstema xwe ya şer ava kiriye. Her wiha di dema kampanyayê de em rastî gelek astengî, destdirêjî û zextan hatin. Tevî van astengiyan jî em ketin ser rê. Ev erdnîgarî ne xerîbê komkujiyan e. Em bi êş in, bi hêrs in, lê ne matmayî ne. Em rûyê êrîşkar û qetlîamker ê dewletê dibîni, lê belê em ne li bendê bû ku ewçend bi namerdî, ewçend bi hovane êrîş bike."
Baydar da xuyakirin ku SGDF bi taybetî hedef hatiye girtin û got, "Ji ber têkiliya me ya bi şoreşa Rojava re, em li komkujiyeke ewçend hovane rast hatin."
EM Ê DI DESTPÊKÊ DE BIRÎNÊN XWE BIPÊÇIN
Ji niha û pê ve hûn ê çi bikin?
Şerîfe Erbay bersiv da vê pirsê: "Birîneke mezin li me der bû. Beriya her tiştî em dixwazin bi piştgiriya hev birînên xwe bipêçin. Em hewl didin birînên xwe bipêçin û êşên malbatên me yên şehîdan parve bikin. Divê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Ji bo aşkerabûna berpisryarên komkujiya ku me 32 hevalên xwe ji dest dan, em ê xebatên xwe bimeşînin. Em ê vê carê di navbera şehîdên xwe û şoreşa Rojava de pirekê ava bikin. Ji bo jîndarkirina wan em ê pirtûkxaneyê vekin, bîryariyan ava bikin, li dîwaran wêneyên wan çêbikin. Di roja destpêkê de me got, 'Ev kampanya wê li erdê nemîne'. Em ê şoreşê her biparêzin. Bê guman em ê dûre dîsa biçin Kobanê."