Ev malbat li hêviya alîkariyê ye!
Malbata Lale ku 3 kes nexweşin li benda alîkariyê ne
YILMAZ ERKEK Li navçeya Bîsmîla Amedê bavê 7 zarokan Mehmet Emîn Lale ku di xaniyê şevnişîn de dimîne û 4 salin di serê wî de tumor heye, ne dikare xwe derman bike û ne jî dikare kurê xwe yê dilê wî bi qul derman bike. Lale ku dayika wî jî bi nexweşiya şekir e li benda alîkariyê ye.
Li navçeya Bîsmîla Amedê, bavê 7 zarokan Mehmet Emîn Lale, ji ber ku ew, kurê wî û dayika wî nexweş û rewşa wan a aborî xerab e nikarin tedawî bibin. Malbata Lale ku li taxa Esentepe di xaniyekî şevnişîn de dijî, li benda alîkariyê ye. Lale ku 4 sal berê di serê wî de tumor derket û nexweşê doşekê ye, ji ber ku nikare bixebite nikare dayika xwe ya nexweşa şekir û kurê xwe yê dilê wî bi qul jî derman bike. Kurê Lale Serhat Lale yê 8 salî ye dilê wî bi qul e. Dîsa dayika wî Saniye Lale(86) nexweşê şekir û dil e. Hevsera Mehmet Emin Lale (30) Sabiha Lale, anî ziman ku rewşa wan ku biçin doktoran tune û heta niha bi dehan caran li saziyên alîkariya civakî yên fermî dane, lê her tim encam bi dest nexistiye. Lale, anî ziman ku doktorên beşa Onkolojiyê xwestiye ku hevserê wê li Stenbol û Enqereyê bê dermankirin û ger ku hevserê wê bê ameliyatkirin dê baş bibe.
'Di malek xizan de 4 nexweş'
Sabiha Lale, ani ziman ku hem rewşa wan a aborî xerab e û hem jî di mala wan de hevserê wê bi nexweşiya Urê ye, kurê wê dilê wî bi qul e û xweziya wê jî felç e. Lale, anî ziman ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş e nikare derman bibe ji xêrxwazin alîkariyê bi wan re bikin. Lale, da zanîn ku alîkarî ji malbata wan re neyê kirin nikarin nexweşan derman bikin û dê nexweşên wan her ku diçe rewşa wan giran dibe.
(mae)