'Ev meşa me dê bibe destpêka meşa azadiyê'
AMED (DÎHA) - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl ên Amedê balê kişandin ser kaosa mezin a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û ji bo derketina ji vê kaosê bal kişandin ser azadiya Ocalan. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek bang li gel kir ku tevlî meşa 1'ê Tebaxê bibin û got: "Ji bo şer raweste û aşitiyek mayînde pêk were divê teqez gelê Tirkiyeyê rabe ser piyan. Ev meşa me dê bibe destpêka meşa azadiyê."
Hikumeta AKP'ê di çarçoweya konsepta şerê giştî, li Rojava, Başûr û Bakûr êrîşên berfireh ên siyasî û leşkerî da dest pê kirin. Her wiha bi taybet li Bakurê Kurdistanê, di operasyonên leşkerî de daristanên Kurdistanê bi topebarana leşkeran hatin şewitandin û bi hezaran donim erd û gelek malên gundiyan di şewatê de bûn xwelî. Siyasetmedar û rexistinên sivîl ên Amedê bûyerên di demên dawî de nirxandin û hişyariyên xwe kirin û balê kişandin ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Rêveberê TUHAD-FED'ê ya Amedê Salîh Tekîn da zanîn ku tiştên ku tên kirin ji salên 90'î maye û wiha axivî: "Ji balafirên şer ên F-16 bombeyan davêjin hem birayên me qetil dikin û him jî xwezayê dişewitîn Ev tişt bi zanebûn û di çarçoweya konsepta şer tê kirin."
'Ji bo çareserkirinê divê Ocalan serbest bê berdan'
Tekîn destnîşan kir ku ji 5'ê nîsanê û vir ve tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tune ye û wiha got: "Herî dawî daxwaza hevdîtina parêzerên girêdayî Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya û Komeleya Hiqûnasên Azad hat red kirin. Me li hemberî van helwesta biryara meşekê ji 100 hezaran pêk were da. Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata navîn kaoseke mezin heye û ji bo ku ev yek bê çareserkirin divê teqez rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest bê berdan."
'Em roja 1'ê tebaxê dest bi meşa azadiya Ocalan dikin'
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek da zanîn ku êrîş li hemberî destkeftiyên gelê Kurd pêk tê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li sêgoşa Licê, Pasur û Hênê komkujîya xwezayê tê kirin. Me di hevdîtinê xwe yên bi rayedaran re tu encam negirt. Dewlet bi balafiran mudaxaleyî şewatê nake. Dixwazin şewat li her deveran belav bibe." Şîmşek anî ziman ku li tevahiya Amedê 150 kes hatine binçav kirin û wiha axivî: "Baş tê zanîn ku bêyî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan aşitiyek mayînde çênabe. Ji ber vê emê roja 1 Tebaxê ji ber avahiya navenda DBP'ê ya Amedê, saet 16:00 de dest bi meşa xwe ya ku heta Gemlîka navçeya Bursayê bikin. Ji bo ku azadiya Ocalan, aşitiyek mayînde û ji bo ku şer rawestê divê teqez gelê Tirkiyeyê rabe ser piyan. Ev meşa me bibe destpêka meşa azadiyê."
'Heke ku şer destpê bike tenê wê Kurd wendahiyan nedin'
Hevserokê Şaredariya navçeya Surê Seyîd Narîn jî bal kişand ser rewşa ku 30 sal in li Kurdistanê tê jiyin û wiha axivî: "Li Kurdistanê pêvajoyek 30 salan heye û li aliyekî din pêvajoyek nû ya ku bi destê Serokkomar Erdogan hatiye destpêkirin heye. Kesên ku xwezaya Kurdistanê dişewitînin wê rojekê hesabê wê bidin. Komkujiya xwezayê, komkujiya mirovahiyê ye. Ji ber vê ez dibêjim bela jiyan neyê qetilkirin." Narîn balkişand ser êrîşên li hemberî HDP'ê û welatiyên sivîl û axaftina xwe wiha domand: "Dibêjin em bi DAİŞ'ê re tekoşînê dikin lê DAİŞ 200 metre dûrî wan xendeka dikole lê ew dengê xwe nakin. Li hemberî van rewşan wê bijartina me ji bo mirovahiyê be. Di vê mijarê de emê AKP'ê bê hilm bihêlin. Em bang li hemî raya giştî ya Tirkiyeyê dikin ku tevlî meşa ji bo azadiya Ocalan bibin. Ji bo ku pêvajo carekê din têkeve nava tevgerekê divê Ocalan azad bibe. Heke ku şer dest pê bike tenê wê Kurd wendahiyan nedin. Wê hemî mirovahî wendahiyan bide. Bi vê meşê wê aşitî bi ser keve."
'Licê 2-3 rojan şewitî'
Hevseroka Şaredariya Farqîn ya Amedê Yûksel Bodakçî anî ziman ku ev 2-3 roj in ji aliyê hikûmetê hawirdora Licê tê şewitandin û wiha got: "Em wekî Şaredariya Licê 2-3 roj in bi piştgiriya welatiyan me bi gelek zehmetiyan şewat vemirand. Ji ber şewatê gelek sewalan jiyana ji dest dan. Ji ber ku gelê kurd Erdogan nekir serok, dixwaze ji gelê kurd heyfa xwe bistîne. Emê li hemberî helwesta wan li ber xwe bidin."
(ua-ek/sy)