Ev nûmarayên têkiliyên Omer Guney ên kê ne?
PARÎS/ANF 02.02.2014 11:22:32 Dozgera antî terorê ya lêpirsîna Komkujiya Parîsê dimeşîne Jeanne Duye, Serokê duyem Chrîstophe Teisser û serokê duyem ê sereke Laurence Levert ên ji lêpirsînê berpirsyar, ji rayedaren Tirk re belgeya "alîkarîdayînê ya navneteweyî" şandin û xwestin, der heqê axaftinên telefonê yên Omer Guney ên têkiliya wî ya bi Tirkiyeyê re nîşan didin, agahiyan bişînin. Trafîka telefonê ya beriya komkujiyê bi taybetî zêde bû, li benda ronîkirinê ye. Di belgeyê de tê gotin ku Guney bi taybetî bi nûmareyekê re axiviye û beriya komkujiyê bi kesekî bi navê Rûhî Semen ê weke 'hevalê wî yê berê yê kar' ê li Almanyayê derbas dibe, li Enqereyê hevdîtin kiriye.
ANF'ê xwe gihand detayên belgeya Dadgeha Îstînafê ya Parîsê der barê lêpirsîna Komkujiya Parîsê de ji rayedarên Tirk re şandiye.
Di belgeya lêpirsînê ya bi hejmara 409/13/2 a bi îmzeya Serokên Duyemîn Jeanne Duye, Christophe Teisser û Serokê Duyemîn ê Sereke Laurence Levert ên ji lêpirsînê berpirsyar de tê gotin, "Cînayetên rê li ber mirina Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez vekirine, bi şexsî yan jî bi awayekî çete hatine kirin û bi bikaranîna terorê re hatiye xwestin ku sîstema cemaweriyê bê xerakirin. Em ji rayedarên pêwendîdar ên Komara Tirkiyeyê dixwazin, ku piştî bicihanîna îcraetên me li jê rê diyar kirine, di demeke herî kurt û guncaw de li gorî alîkarîdayîna navneteweyî belgeyên pêwendîdar ji me re bişînin."
Di beşa belgeyê ya bi sernavê "der heqê têkiliyên telefonê" de nûmarayên telefonê yên Guney ji 29'ê Mijdara 2012'an heta 25'ê Kanûna 2012'an ku herî dawî wê demê çû Tirkiyeyê, pê re axiviye, tê dayîn. Û der heqê bikaranînerên van nûmarayan de agahiyên nasnameyan tê xwestin.
NÛMARAYA KU BI XETA FRANSA Û TIRK RE HERÎ ZÊDE PÊ RE AXIVIYE
Li gorî belgeyê 2 nûmarayên xeta Fransa û nûmareyek xeta Tirkiyeyê bi giştî 3 xetên telefonê û telefonek bi markeya NOKIA ya Guney heye û di bîra vê telefonê de nûmarayên xeta telefonê ya Tirk hatine tespîtkirin. Hin ji van nûmarayên ku Guney beriya komkujiyê di demên dawî de di serdanên li Tirkiyeyê de pê re ket nava têkiliyê, balê dikşînin.
Ji telefona bi nûmaraya 0090 538 27 45 849 a Guney di navbera 29'ê Mijdar-21'ê Kanûna 2012'an de bikar anî, herî zêde li vê nûmarayê geriya: 00 90 538 27 56 302. Guney bi giranî bi xwediyê vê telefonê re axivî.
Nûmara mijara gotinê di navbrea 29'ê Mijdara 2012-7'ê Kanûna 2012 û 18'ê Kanûna 2012-21'ê Kanûna 2012'an de di telefonên xwedî sê nûmarayên cuda yên IMEI de hatiye bikaranîn.
Rayedarên Fransî, 4 nûmarayên din ên têkiliya vê nûmarayê bi wan re çê bû, tespît kirine. Ji van du heb xetên 90 532 90 61 400 û 90 535 46 92 016 ne. Bi van herduyan re ji nûmareyek xeta Fransayê têkilî nehatiye danîn.
XWEDIYÊN TELEFONÊ YÊN HATIN QEYDKIRIN, PIŞTÎ KOMKUJIYÊ LI FRANSAYÊ HATIN DÎTIN
Du nûmarayên din ên hatin tespîtkirin bi heman nûmarayê re têkilî danîne jî, tê gotin ku gengaze di navbera 30'ê Tebaxa 2012 'u 20'ê Çileya 2013'an de bi nûmarayên ji xeta telefonê ya Tirk re têkilî danîne. Û agahî tê xwestin ku ev nûmare ji aliyê servîsên taybet ên Tirk ve tên naskirin an na.
Her du xetên 90 533 16 37 955 û 90 212 70 90 343 bi van nûmarayan re têkilî danîne: 905336552313, 905338193891, 905397571027.
Wekî din; 905366609547, 905313385716, 905383536346, 905313521520, 905386272471, 905366580283, 905382962139, 905383095331, 905368131724, 905368223005, 905368440585, 905383887623, 905383944624, 905368973181, 905368322995, 905397571027.
JI XETA FRANSAYÊ JÎ LI HEMAN NÛMARAYÊ HATIYE GERÎN
Nûmara telefona destan (mobil) a Omer Guney li Fransayê bikar anî ev e; 06 58 46 62 20.
Di vê nûmaraya ku heta 11'ê Kanûna 2012'an herî zêde hat bikaranîn jî, 13 nûmarayên cuda yên telefonên Tirk hatine tespîtkirin. Nûmarayên ku ji vê xetê li wan hatiye gerîn ev in: 905329010000, 905372866314, 905353805502, 903122829802, 905380595827, 908508880599, 902122135588, 905054030542, 905433265858, 905455774000, 905326101644, 90676187679, 905333138431.
Guney xwedî nûmareyeke duyemîn ku ji şîrketa telefonê ya Bouygues'ê girtiye.
Ji nûmara 06 69 64 75 91 bi tenê bi nûmareyeke telefonê ya Tirk re têkilî hatiye danîn, Ew jî dîsa heman nûmare ye: 90 538 275 63 02. Fatûreya berfireh a vê nûmarayê ya navbera 18'ê Kanûna 2012 û 25'ê Kanûna 2012 (serdanên Omer Guney ên li Tirkiyeyê) tê xwestin.
NÛMARAYÊN DI TELEFONA MOBÎL DE
Ji bilî 2 kartên SÎM ên Guney de, ku yek jê xeta Fransa ya din xeta Tirkiyeyê, di telefona wî ya destan a bi marka NOKIA de jî 13 nûmare hatine qeydkirin. Ev nûmare jî wiha ne: 905372696447, 9031228113258, 9031222801806, 905065620650, 905325093656, 903122830255, 905326026202, 905367334772, 903525913496, 904422301209, 905367429062, 903523205122, 905372162613.
RÛHÎ SEMEN 'HEVALÊ WÎ YÊ BERÊ YÊ KAR' KU LI ENQEREÊ HEVDÎTIN PÊ RE KIR KIYE?
Di belgeyê de navekî aşkera yê di nava nûmarayan de tê dayîn; Rûhî Semen ê Guney weke "hevalê berê yê kar" ê li Almanyayê bi nav dike.
Di belgeyê de tê gotin, "Hatiye tespîtkirin Omer Guney bi hevalê xwe yê berê yê kar Rûhî Semen re têkiliya xwe dewam kiriye û di 19'ê Kanûna 2012'an de li Enqereyê ew ziyaret kiriye" û behsa xeteke Alman tê kirin ku Semen li Tirkiyeyê bikar dianî. Her wiha tê pirsîn ka nûmaraya 905076097050 ya kê ye, fatûra berfireh a vê nûmarayê ya di navbera 18'ê Kanûna 2012-21'ê Kanûna 2012 û têkiliyên vê nûmarayê tê xwestin.
ÎFADEYA NASÊN MALBATÊ HAT XWESTIN
Di beşa duyemîn a belgeyê de têkiliya Omer Guney bi hin nasên malbatê tê pirsîn. Xizmên behsa mijarê li Enqere-Kayserî-Şarkişla û Stenbolê rûdinên. Di belgeyê de der herqê dema mayîna Guney li Tirkiyeyê, cihê lê maye, hin agahiyên li malpera facebookê tê xwestin. Her wiha tê gotin ku eleqeya Guney bi çekê re hatiye tespîtkirin.
QEYDA DENG, BELGE LI NAVERASTÊ NE, LÊ RAYEDAR BÊDENG IN...
Di yekemîn salvegera komkujiya Parîsê de der heqê pêwendiyên bersûc Omer Guney de agahiyên girîng derketin holê.
Di 12'ê Çileyê de qeyda dengê Omer Guney di înternetê de hat weşandin. Di vê qeyda deng de hevdîtina Omer Guney bi MÎT'ê re tê vegotin.
Di 14'ê Çileyê de jî belgeyeke veşartî derket holê ku MÎT'ê ji bo sûîkasta li dijî yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz 6 hezar Euro daye Guney. Li binê belgeyê îmzeyên Serokê Daîreyê yê MÎT'ê Ûgûr Kaan Ayik û sê rayedarên din hene. Di belgeyê de notên agahiyê yên ajanê MÎT'ê yê bi navê kod "Lejyoner" der heqê çûyîna Cansiz bo Parîsê tê parvekirin û tê xwestin ku hewldanên berê hatine diyarkirin, bên pêkanîn.
Li gel van hemû belge û agahiyan rayedarên Tirk bêdengiya xwe diparêzin, ev bêdengî jî gumanên li ser her du welatan zêde dike.