Evîna evîndarê çiyê li çiyê bi dawî bû
GULSEN ASLAN
AMED (DÎHA) - Çîroka evîndarê jiyana çiyê, piştî xeyalê wî yê zarokantiyê pêk hat li çiyê bi dawî bû. Xwendekarê Zanîngehê Mahîr Ozbek, (Harun Amed) ku bi xeyalê zarokatiyê mezin bû, piştî pola 2'emîn a Zaningeha Dîcleyê ji bo xeyala xwe ya zarokatiyê bicihbîne biryar girt û berê xwe da çiyê. Ozbek, piştî 12 salan li çiya di nava PKK'ê de ma, di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Mahîr Ozbek Emîne Ozbek ku ji dayika Aştiyê ye, anî ziman ku şerê taybet kurê wê ji destê wê girt û niha li dijî şerên taybet tenê bi kenê kurê xwe yê di hişê wê de maye dijî.
Endamê HPG'â Mahîr Ozbek (Harun Amed) di 10'ê nîsanê de li Qandîlê di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Piştî qezayê malbatê bi zor û zahmetiyek mezin çend hefte şûnde cenazeyê kurê xwe anîn Amedê û bi girseyî definkirin. Çîroka Mahîh Ozbek, bi evîna çiya dest pê kir. Ozbek di 1979'an de li navçeya Bîsmîlê hate dinê. Ji malbata 6 kesî birayê herî mezin bû. Ozbek, di zarokatiya xwe de nasnameya xwe nas kir û ket nava hewldana têkoşîna azadiye. Ji zarokatiya xwe de ket nava xeyalê derketina çiya. Ji zarokatiya wî de evina çiya geş bû. Dayika Mahîr Ozbek Emîne Ozbek, ku dayika aştiyê ye, diyar kir ku kurê wê ji biçûkantiyê de dixwest derkeve çiya. Dayika Ozbek Emîne Ozbek, anî ziman ku wê destûr dabûya dê di 17 saliya xwe de biçûya çiya û wihagot: "Lê wê demê pir biçûk bû. Min qemîşî wî nedikir."
'Pir jîr û zane bû'
Ozbek ku pir jîr û zane bû, Lîseya Anatoluyê kuta kir û pişt re Zanîngeha Dîcleyê qezenç kir. Li Zanîneha Dîcleyê beşa matematîkê ya Fakulteya Perwerdehiyê qezenç kir. Lê piştî pola 2'emîn rojekê biryar da û di sala 1999'an de berê xwe da warê evîna xwe ya zarokatiyê û çû çiyê. Mahîr Ozbek, piştî 12 salan di nava PKK'ê de cih girt, di 10'ê nîsana 2011'an de di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Çîroka evîna Ozbek a çiya li çiya bi dawî bû.
Dayika Ozbek Emîne Ozbek, anî ziman ku kurê wê evîndarê çiya bû û çîroka kurêwê li çiya bi dawî bû. Dayika Ozbek, Emîne Ozmek, di hava hest û ramanek kurd de jiyana kurê xwe vegot û wiha axivî: "Pir jîr û zane bû. Ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Di hemû ezmûnên dibistanê de serkeftî derdiket. Li gel zimanê zikmakî, tirkî, îngilîzî, erebî jî dizanîbû. Her kesî hurmet û rêz dida wî. Lê vî şerê taybet kurê min, berxê min ji min girt û bir."
Dayika Ozbek Emine Ozbek, anî ziman ku endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ye û hevser wê jî niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye û wiha got: "Ji malbata me 4 kes şehît ketin. Lê ger ku daxwazên kurdan pêk neyê em dê 4 kesên din jî bidin vê reyê. Di rojên dawî de çapemeniya şerê taybet, der barê mirina kurê min de nûçayên derew diweşîne. Lê kurê min evînê çiya bû. Pir ji xwendinê hez dikir. Pir pirtûkên kurdî dixwendin. Ji muzikê jî pir hez dikir. Pir xweş li tempûrê jî dixist. Herî zêde ji strana "Daglara gel daglara" hez dikir. Tu carî nedixwest dile mirovan bihêle. Lê niha tenê ruyê li ken ê kurê min di çavê min û hişê min de naye. Niha ev kenê wî min li ser piyan dihêle."
(mae/lg)