1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ew ditirsin wekî hevalên xwe bimirin
Ew ditirsin wekî hevalên xwe bimirin,ew,ditirsin,wekî,hevalên,xwe,bimirin

Ew ditirsin wekî hevalên xwe bimirin

A+ A-

MANÎSA (DÎHA) - Hevalên Burak Kaya (17) yê li navçeya Golmarmaraya Manîsayê di encama qezaya kamyoneta karkerên demsalî de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ew di nava tirsa ku wekî hevalê xwe bimirin de ne.

Li Tirkiyeyê di navbera 1.2-1.5 milyon karkerên demsalî hene û ji ber rewşa aborî ji neçarî cih û warê xwe terk dikin. Karkerên demsalî di nava pirsgirêkên wekî perwerdehî, tenduristî, sosyalî, heqdestê kêm û bi cih bûnê de dijîn. Rewşa karkerên demsalî herî zêdê bandoreke neyînî li ser zarokan dike. Li dinyayê ji sedî 70 karkerên zarok di karê çandiniyê de tên xebitandin. Li Tirkiyeyê jî zêdetirî ji sedî 40 zarok di karê çandiniyê de tên xebitandin. Ji van zarokan beşek zêde temenî wan di din 15 salan de ne. Ev karê ku ji bo mezinen rîskek mezin di nava xwe de dihewîne ji bo zarokan ev rîsk du caran zêdetir e.

Di rojên derbasbûyî de li gundê Golmarmara ya Manîsayê komyoneta ku karkerên damsalî lê hatibûn siwarkirin li tankêra şîr qelibî. Di encama qezayê de yek jê zarok bi tevahî 15 karkerên demsalî jiyana xwe ji dest da. Ev qeza nîşan da ku bê karkerên demsalê bi xetereye çawa re rû bi rû ne.

Hevalên zarokê 17 salî Burak Kaya yê di qezayê de bi dayika xwe re jiyana xwe ji dest da di aliyekî de şîna wî digirin û di aliyê din de jî pirsa "Gelo em ê jî wisa bimirin" ji hişê wan dernakeve. Piştî vê qezayê karkerên zarok yên demsalî ketina nava tirs û xofekê. Karkerên zarok der barê zehmetiyên dikşînin û şert û mercên xebata xwe de axivîn.

'Em ditirsin ku dawiya me jî wekî wî be'

Zarokê 17 salî G.T ê ku ji bo karê çandiniyê ji Sêrtê hatiye Manîsayê got ku ew her roj seat di 05.00'an de radibin. G.T. got ku bi hevalên xwe re li kamyonê tê siwarkirin û bi vî awayî diçin ser kar.

G.T. anî ziman ku ew her roj 8-9 seatan di bin tîrêjên rojê de dixebitin û got ku ligel pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene jî ji ber bêderfetiyê nikarin biçin nexweşxaneyê. G.T. bilêv kir ku piştî qezayê tirs ketiye dilê wan û ev tişt anî ziman: "Heke em ne mucbûr bin vî karî ankin lê ji neçariyê em vî karî dikin. Em ditirsin ku dawiya me jî wekî hevalê me be."

'Ji neçarî di vî karî de dixebitim'

Zarokê 16 salî U.B. jî got ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş e ew ji Êlihê hatine Manîsayê. U.B. anî ziman ku ew jî di karê çandiniyê de dixebite û wiha axivî: "Ez dixwînim û ji neçarî ez di betlaneyê de dixebitim. Ez li vir karê çapayê dikim. Seat di 06.00'an de dest bi kar dikim. Ez bi malbata xwe re têm vir û 3 mehan li vir dixebitin. Rojane ji bo heqdestê me 40 TL didin me. 20-25 kesan li kamyonetê siwar dikin û me tînin cihê kar. Em gelekî ditirsin lê em neçar in ku bixebitin."

'Em nizanin bê sibe çi bi serê me de were'

Zarokê 17 salî A.B. jî anî ziman ku ew bi tirs di vî karî de dixebitin û got ku ev 4 sal in ew di vî karî de dixebite. A.B. da zanîn ku her roj bi kamyonetê wan dibin cihê kar û got ku ligel bi mirinê rû bi rû ne jî ji neçarî di vî karî de dixebitin û wiha axivî: "Em nizanin bê sibe çi bi serê me de were. Lê belê em dîsa jî dixebitin."

(wk)