1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Ew hêj zarok bû, çi ji me xwestin?'
'Ew hêj zarok bû, çi ji me xwestin?',ew,hêj,zarok,bû,çi,ji,me,xwestin

'Ew hêj zarok bû, çi ji me xwestin?'

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Huseyîn Altan vegotin

A+ A-

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Huseyîn Altan ê ku hêj 15 salî di sala 1990'an de ji aliyê leşkeran ve li qada gund hate qetilkirin hate vegotin. Bavê Huseyîn Altan Mehmet Altan di çalakiyê de axivî û wiha got: "Cenazeyê kurê min ê ku bi xwîn hêj li ber çavên min e. Ew hêj zarok bû. Çi jî me xwestin? Heke ev neheqî nebe çî ye?"

Dayîkên Şemiyê li naçveya Cizîrê ya Şirnexê çalakiya xwe ya heftane li ber Lîseya Cizîrê li dar xistin. Xizmên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin ên navçeya Hezexê û gundê wê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê û rêveberên MEYA-DER'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de Bavê Huseyîn Altan ê ku di sala 1990'an de li gundê Arnabatê yê Cizîrê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin Mehmet Altan axivî û çîroka kurê xwe vegot. Altan, diyar kir ku leşkeran bi gundê Arnabatê de girt û di dema serdagirtinê de hemû kesên li gund li qadekê hatin komkirin.

Altan, anî ziman ku dema leşkeran gundî komkirin dengê çekan hat û li nava gund kurê wî Huseyîn ê 15 salî ji aliyê leşkeran ve hate gulebarankirin û hate qetilkirin û wiha got: "Bi seatan cenaze li erdê ma tu kes neçû cem. Cenazeyê kurê min ê bi xwîn hêj li ber çavên min e. Hêj ew zarok bû. Çi jî me xwestin? Heke ve neqehî nebe çî ye? Bi salanin ev kesên li vir li hestiyên zarokên xwe yên bi awayekî hov hatin qetilkirin digerin. Nexwestin gorekî me ya em li ser bigirîn jî hebe. Armanc ew bû ku hemû kurdan ji holê rabikin. Em gelê kurd her tim hebûn. Dê her tim hebin jî. Em teqez paşve gav navêjin."

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.

(bd)