'Ew ne însan in ku bibin Misilman'
İSTANBUL (DİHA) - Alimên Îslamê û Pîrên Elewiyan bertek nîşanî bombebaran kirina goristan, mizgeft û mala cem ên li "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" dan. Serokê DÎYADER'a Stenbolê Mehmet Şîmşek got "Hz. Muhammed di hadîsek de dibêje 'Bibin însan ku hun bikaribin bibin Misilman.' Ev nebûne însan ku bibin Misilman." Pirê Elewiyan Alî Soysuren jî gotinên Seyîd Rizo yên li Qada Elezîzê yên "Şerm e, guneh e, zilm e" bibîrxist û ev bang kir: "Wext hatiye ku neviyên Seyit Rizo û Şêx Seîd li hemberî zilmê bi hev re têkoşîn bimeşînin."
Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu her çiqas li ser Îslamiyetê û nirxên olî di her fersendê de propagandaya xwe bimeşînin jî, bi talîmata wan cihên pîroz yên Kurdan tê bombebaran kirin. Li Kurdistanê şerê qirêj ku ji nû ve hatiye destpê kirin jî tu sînor nas nake. Herî dawî li navçeya Gimgim a Mûşê "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" ku nêzî gundê Kulanê ye, bi du rojan ji aliyê balefirên şer û helîkopteran hate bombebaran kirin. Di ser de leşker bi wesayitên zirxî ketibûn goristanê û bi pêkanînên ku çeteyên DAÎŞ'ê tîne bîra mirov mezelên gerillayan, mizgeft û mala cem a di mizgeftê de xirab kirin. Alimên Îslamê û Pîrên Elewiyan bertek nîşanî êrîşa li ser cihên pîroz dan û gotin AKP ji ber hêrsa xwe ya desthilatdariyê êrîşê nirxên pîroz jî dike.
'Şerm e, guneh e, zilm e'
Pîrê Elewiyan Alî Soysuren balê kişand ser êrîşên li ser baweriya Elewiyan û got bi tabet di şexsê Serokomar Erdogan de ev êrîş gihiştiye asteke bilind. Soysuren polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Elewiyan rexne kir û wiha axivî: "Armanca feraseta AKP'ê ku Elewitiyê wek baweriyek qebûl nake ew e ku cihên pîroz ên Elewiyan tarûmar bike û wan ji baweriya wan, ji reya Elewitiyê dûr bixîne." Soysuren gotinên Seyîd Rizo yên li Qada Elezîzê yên "Şerm e, guneh e, zilm e" bibîrxist û wiha pê de çû: "Wext hatiye ku neviyên Seyit Rizo û Şêx Seîd li hemberî zilmê bi hev re têkoşîn bimeşînin. Ev berxwedan dê bibe îbadeta herî mezin."
Serokê Weqfa Çanda Anatoliya ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez jî bi van gotinan bertek nîşanî xirabkirina cihên pîroz ên Elewiyan kir: "Feraseta AKP'ê ku goristanan, malên cem û mizgeftan bombebaran dike, dixwaze têkoşîna Elewiyan bi taybet jî ya Kurdan tune bike."
'Bibin însan ku hun bikaribin bibin Misilman'
Serokê DÎYADER'a Stenbolê Mehmet Şîmşek jî diyar kir ku tu eleqeya van êrîşan bi Îslamiyetê û Misilmantiyê tune ye û wiha berdewam kir: "Hz. Muhammed di hadîsek de dibêje 'Bibin însan ku hun bikaribin bibin Misilman.' Ev nebûne însan ku bibin Misilman. Eger ew ji mirovahiyê para xwe bigirtana êrîşê goristanan, mizgeft û malên cem nedikirin. Ev êrîşa li hemberî mirovahiyê ye."
(sy)