"Ew rûmeta me ne"
Hevserokê BDP’ê Selahatîn Demîrtaş got ku artêşa Tirk îşkenceyê li cenazeyên gerîlyaên HPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane kiriye û wih axivî; “Evane sextekarên ku bi xwînê avdesta xwe digirin û nimêj dikin in. Ciwanên ku li şûna serşoriyê, bûyîna du lingên şewitî tercîh dikin rûmeta me ne. Xwedîderketina li cenazeyên wan rûmeta me ye.”
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu, Şaredarê Akdenizê Fazil Turk, nunerên BDP’ê û KESK’ê beşdarî Kongreya BDP’ê ya Mêrsînê bûn.
Demîrtaş girtin û binçavkirina nûnerên wan a di bin navê operasyonên KCK’ê de bi tundî şermezar kir û got; “Bersiva herî xweş a li hemberî vê qirkirina siyasî ev kongre ye. Bila bibînin bê zîndanên wan an jî kongreyên me mezintir in. Ligel Serokê Bajêr ê Mêrsînê bi sedan hevalên me di girtîgehê de ne. Wana bi awyayeke herî baş nunertiya gel kirin. Niha jî di girtîgehan de serbilind in û nunertiyê dikin. Kesên ku dibêjin wê BDP li Mêrsînê biqede, ew ê biqedin. BDP li ser piyan e.”
ÎŞKENCE LI TERMAN HATE KIRIN
Demîrtaş bal kişan dku artêşa Tirk li dijî cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan îşkence kiriye û wih domand; “Em dibêjin bila aşitî pêk were. Ger hûn dibêjin na bila şer be, lê divê hiqûq û ehlaqek ê vê jî hebe. Di cîhanê de jî di kêm şeran de li cenazeyan îşkence tên kirin. Pir kêm bedena cenazeyan tên herişandin û perçiqandin. Ev yek di salên 1990’î de qewimîbûn. Îro jî diqewimin, lê çapemenî bê deng e. Em ji xwe ji hikûmet bihîstiyarî hêvî nakin. Ew sextekarên ku destnimêja xwe bi xwînê digirin û nimêj dikin. . Ciwanên ku li şûna serşoriyê, bûyîna du lingên şewitî tercîh dikin rûmeta me ne. Xwedîderketina li cenazeyên wan rûmeta me ye.”
Demîrtaş di axaftina xwe de wiha got; “Ger ku wê aşitî pêk were, me ligel ziman, çand, erdnîgarî, gundên me ve qebûl bikin. Gelê Kurd rastiya erdnîgariya Kurdistanê ye. Çi mafên zarokan Tirkan hebin, divê ew mafê zarokên Kurdan jî hebin. Kurd li Kurdistanê bi Kurdî dijîn. Wê Kurd bi azadî li ser xaka xwe bijîn. Qediya. Em li vir xal(niqte) datînin. Ji bilî vê em tu çareseriyên din qebûl nakin. Bedela wê çi be em amade ne bidin. Em ê van mafên xwe bigirin. Li hemberî AKP’ê, Erdgona, Ergenekona kesk û meleyan jî bistînin.”
‘ERDOGAN BÛ DENGÊ ZALIMAN”
Demirtaş destnîşan kir ku Erdogan ê ku di sala 2002 de bi sozên bibe dengê mazlûman hate ser desthilatiyê û îro jî bûye dengê zaliman, nunerê dewlet û nijadperestiya Tirkan û bi bîr xist ku nêrîna Erdogan a li pirsgirêka Kurd dişibe dema salên 1990’î ya Çîllerê.
Demîrtaş got; “Kesên ku dibêjin an ew ê biqedin, an ew ê biqedin, bi xwe qediyan. BDP bi 36 parlementeran ve li Meclîsê ye. Wê vana jî bigirin û me biqedînin. Bêhiqûqiya we wê we biqedîne, me naqadîne. Vê ji bîr meke Serokwezîrê. Em ê bibînin wê kî biqede. Çiqas girtîgehên we hebin, ewqasên din çê bikin û me hemûyan bigirin. Ger hûn nekin hûn namerd in. Ka em ê bibînin wê dawiya kê were.”
ANF NEWS AGENCY