1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Ez ji bo aştiyê li Tirkiyeyê me "
"Ez ji bo aştiyê li Tirkiyeyê me ",ez,ji,bo,aştiyê,li,tirkiyeyê,me

"Ez ji bo aştiyê li Tirkiyeyê me "

A+ A-

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ku li ser vexwandina rayedarên dewletê hate Tirkiyeyê bi Hevserokên BDP û KCD'ê re hate ba hev. Barzanî di hevdîtinê de got ku ew ji bo aştiyê hatiye Tirkiyeyê û dê hewldanê xwe bidomîne.

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ku ji bo serdana 2 rojan hate Tirkiyeyê û duh bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anî îro jî dê bi Serokokar Abudllah Gul û Serokwezîr Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. Barzanî beriya van hevdîtina bi Hevserokên BDP û KCD'ê re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li Otela Çiraganê pêk hat û saet di 09.00'an de dest pê kir û saetek û nîv berdewam kir. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk beşdarî hevdîtinê bûn.

Li goriyê agahiyên ku DÎHA'yê bi dest xistiye di hevdîtinê de pêşketinên siyasî û pirsgirêkên herêmê hatin rojevê. Di hevdîtina ku bi esasî pêşketinên girêdayî pirsgirêka kurd hatin nîqaşkirin de fikarên ji ber şer û pevçûnên ku her diçe zêde dibe hatin parvekirin. Heyeta BDP'ê û KCD'ê ji bu ev pirsgirêk bi riyên aştiya bê çareserkirin xwestin Barzanî bikeve nava helwdanan û hate hînbûn ku Barzanî jî peyama "Ji bo lêgerîna aştiyê, ji bo ku pevçûn zêde nebin ez li Tirkiyeyê me. Ev hewldanên min dê zêde bibin û bidomin. Di pirsgirêka kurd de tekane riya çareseriyê diyalog û aştî ye. Baweriya min ev e" da heyeta BDP û KCD'ê. DÎHA (sa)