1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Ez ji dewleta tirk re leşkeriyê nakim´
´Ez ji dewleta tirk re leşkeriyê nakim´,ez,ji,dewleta,tirk,re,leşkeriyê,nakim

´Ez ji dewleta tirk re leşkeriyê nakim´

Redkarê Wîjdanî û nivîskarê Reda Wîjdanî Alî Fikrî Işik, ku 15 rojan ket gireva birçîbûnê serbest hat berdan

A+ A-

HULYA EMEÇ Redkarê Wîjdanî û nivîskarê Reda Wîjdanî Alî Fikrî Işik, ku 15 rojan ket gireva birçîbûnê serbest hat berdan. Işik, diyar kir ku ew ji dewleta tirk ku li wî îşkenceya derûnî û fîzîkî kiriye re leşkeriye nake. Işik, bang li ciwanên kurd jî kir û xwest neçe lekeriyê.

Redkarê Wîjdanî û nivîskarê Rojnameya Tarafê Fîkrî Işik di 9'e Hezîrna 2012'an de biryara Reda Wîjdanî da û pitre hat girtin, serbest hat berdan. Işik piştî hat girtin 4 meh şûnde sewqî dadgehê hat kirin û li dadgehê serbest hat berdan. Alî Fikrî Işik, di 27'ê Sibatê de bi hinceta "Ji bo çûna leşkeriyê guncav e, lê teslîmî yekîneya xwe nabe" dîsa hat girtin û şandin Girtîgeha Leşkerî ya Edirneyê û piştî 15 rojan di gireva birçîbûnê de ma, serbest hat berdan. Işik, di sala 1984'an de ji girtîgeha Amedê serbest hat berdan. Piştre destê wî kelepçe kirin û teslîmî yekîneya leşkerî ya Kirklarelî kirin. Di meha 2'emîn de ji ber ku rastî sal û nîvek ceza hat ji leşkeriyê fîrar kir. Işik, di sala 2000'an de bi efûya Rahşan cezayê fiîrarê ji ser wî rabû. Piştî cezayê wî xelas bû dîsa ew birin leşkeriyê, lê vê carê leşkeriyê ew negirt. Işik, di 27'ê sibatê de hat girtin û piştî 15 rojan di gireva birçîbûnê de serbest hat berdan. Işik ku temenê wî 56 salî ye û Nexweşxaneya Leşkerî ya Çorlu û Kasimpaya bêyî ku muayine bikin biryara "Ji leşkeriyê re guncav e" da. piştî hat girtin disa serbest hat berdan.

Ali Fikri Işik, bi destûra 4 rojan serbest hat berdan. Işik, sedema reda xwe ya wîjdanî ji DÎHA're vegot. "Ji bo ku min got ez ji dewleta tirk re leşkeriyê nakim doz li min hat vekirin û ez hatim girtin. Ez li dijî leşkerî û perwerdehiya leşkeriyê me. Ez ji dewleta tirk ku işkenceya derûnî û fîzîkî dike re leşkeriyê nakim. Saziya Hêzên Çekdarî ya Tirk saziyek qirêj e. TSK dibêje ez her tiştê civakê me. Ez vê hişmendiya parazvaniye qebûl nakim. Ez kurdim, navê welatê min heye. Navê wî Kurdistan 30 salin li dijî hiqûq û mafên mirovam li hemberî welatiyên me û mirovên me şer tê meşandin. 50 hezar mirovên me hatin kuştin. 17 hezar mirovên me hatin windakirin. Berbirsiyarê vê yekê TSK ye.

'Heta zext li welatê me hebe ez naçim leşkeriyê'

Işik, bang li ciwanên kurd jî kir û xwest neçin leşkeriyê. Işik, anî ziman ku di salên 1980'an de li dadgehên leşkerî hat darizandin û li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê girtî ma û wiha got: "Li gel ez bê sûc bûm ez hatim cezakirin. Ji bo ku min leşkerî red kir ez rastî salek û 15 rojan ceza hatim. Herî dawî piştî ez hatim girtin û ez ketim girevê, ez serbest hatim berdan. Ez ji bo 4 rojan serbest berdam, lê min got ez dîsa naçim leşkeriyê. Şert û merc hatine guhertin, lê hişmendiya dewletê û artêşê nehatiye guhertin."

(mae)