'Ez jî heman sûcî dikim'
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), biboneya şermezarkirina girtina endam û rêveberên xwe yên bi hinceta operasyona "KCK'ê" hatine girtin, wê kampanyaya "Ez xwe îxbar dikim" bide destpêkirin. Îxbara yekemîn dê Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bike. Her wiha BDP'ê bi armanca yek milyon endaman, kampanyaya endamtiyê jî da destpêkirin û biryar girt ku Akademiyên Siyasetê jî bi çalaktir bike.
BDP, li dijî operasyonên di bin navê "KCK" de tên lidarxistin û di encamê de gelek rêveber û endamên wê hatine girtin de dest bi tevgerê kir. BDP'ê di vê çarçoveyê de kampanyaya xwe îxbarkirinê û kampanyaya endamtiyê da destpêkirin. Her wiha ji bo Akademiyên Siyasetê jî bi çalaktir bibin BDP'ê wê xebatên xwe xurt bike.
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi têkîldarî salnameya çalakiyê ya ku civîna Lijneya Rêvebertiya Navendî (MYK) wek peşniyar hatibû rojevê û civînên li Amedê dê pêk bên yên serokên rêxistina BDP'ê yên bajar, civîna şaredariyan û civîna Meclîsa BDP'ê biryar bê girtin di civîna Meclîsa Partiyê de agahî da.
YEKEMÎN HEVSEROK WÊ XWE ÎXBAR BIKIN
Demîrtaş, civîna Meclîsa Partiyê ya ku li Sumerparka Amedê dest pê kir de axivî û diyar kir ku armanca wan ew ê ku di çarçoveya kampanyaya endamkirina a bi navê "Ez li vir im" dê di rojên pêş de dest pê bike û armanc mîlyonek endam e. Demîrtaş, destnîşan kir ku li dijî operasyonên siyasî jî daxwaznameyên bi navê "Ez xwe îxbar dikim. Ez jî vî sûcî dikim" bi komî bidin dozgeran û got di serî dê ew wek hevserokan daxwaznameyan bidin.
DÊ SEROKWEZÎR JÎ DAWET BIKIN
Demîrtaş, anî ziman ku ew ê perwerdehiyên Akademiyên Siyasetê yên BDP'ê de xurt bikin, hemû kesên bixwazin perwerdahî bigirin û bidin dikarin bên akademiyên BDP'ê. Demîrtaş,da zanîn ku ger çapamenî bixwaze dikarin perwerdahiyên akademiyan bi zindî biweşînin. Demîrtaş, Serokwezîr Erdogan û musteşarê MÎT'ê dawet kir û wiha axivî: "Bila bên ew jî fayda jê bigirin. Ew dikarin di van akademiyan de pirsgirêkên Tirkiye çi nê dê çawa bên çareserkirin hîn bibin."
Demîrtaş, da zanîn ku ewê di 19 mijdarê li Amedê, di 20 mijdarê li Stenbolê mitîngên bi navê "Dest nedin îradeya min" li dar bixin.
Civîna ku ji çapameniyê girtî didome dê saetên şevê de dawî bibe. Dîroka kampanyayan jî civîna MYK'a ya ku piştî civîna Meclîsa Partiyê bê lidarxistin de bê diyarkirin.
ANF NEWS AGENCY