1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Ez ê ji cihê lê mame berdewam bikim"
"Ez ê ji cihê lê mame berdewam bikim",ez,ê,ji,cihê,lê,mame,berdewam,bikim

"Ez ê ji cihê lê mame berdewam bikim"

Vedat Kurşun: Ez ê ji cihê lê mame berdewam bikim

A+ A-

Midûrê Karên Nivîsê û Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun di encama sererastkirina zagona "Bi riya çapemeniyê taloqkirina sûcên propagandayê" de hat tehliyekirin. Bi hinceta ku dosyaya Kurşun nehatiye girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê nasnameya wî nehat dayîn. Kurşunê hat tehliyekirin diyar kir ku tehliyeya wî nayê wateya edalet pêk hatiye û got; "Bi gotina wan heke ya em dikin sûc be ez ê sûcê xwe yê berê bidomînim. Ji cihê ku min hiştiye ez ê berdewam bikim."

Midûrê Karên Nivîsê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun ji girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê hat tehliyekirin. Rojnamevan Kurşun ê der heqê wî de cezayên heri zêde hat xwestin û 3 sal û 7 meh di girtîgehê de ma bi zagona ji bo sûcên propagandayê yên bi riya çapemeniyê pêk hatine 3 sal taloqa bi şert serbest hat berdan. Kurşunê piştî di sala 2009'an de li Stenbolê hat girtin di 9'ê Tîrmehê de, ji girtîgeha Tîpa D ya Amedê sirgûnî girtîgeha Gîresûnê kiribûn. Piştî 15 rojan sirgûnkirina Kurşun 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê biryara taloqkirina cezaya wî da. Cezayê Kurşun wekî 10 sal û nîv hat birîn. Kurşun di çarçoveya ji nû ve sererastkirina zagonî de hat tehliyekirin. Lê ji ber ku dosyaya Kurşun hê nehatibû girtîgeha Tîpa E'ya Gîresûnê nasnameya wî nehat dayîn.

'AKP'ê fikir û raman qedexe kir'

Kurşun tehliyeya xwe nirxand û got; "Cezayeke ku li cîhanê nehatiye dîtin dan min. Cezaya ku ji min birîn jî di encama pêkûtiya raya giştî de ji ji aliyê şûreya bilind ve hat xirakirin. Piştre cezayê min daxistin 10 sal û nîvan. Ji destpêkê heta niha bêedaletî bû. AKP'ê behsa azadiya raman kir û fikir û raman qedexe kir. Tehliyekirina min nayê wateya ku edalet pêk hatiye û jixwe girtin û darizandina min neheqî bû."

'Ez ê mafê xwe yê zagonî bikar bînim'

Kurşun diyar kir ku pirsgirêka azadiya çapemeniyê bi tehliyekirina çend kesan nayê derbaskirin û anî ziman ku bi serbestberdana her kesên ku ji ber nêrînên xwe hatine girtin ew ê hewayê azadiyê pêş bikeve. Kurşun destnîşan kir ku tehliyeya wî ne pêngava azadiyê ye û belavkirina atmosfera heyî ye. Kurşun wiha axivî: "Di nava 3 sal û 7 mehan de min hewl da ku ez di warê pîşeyî de xwe hê zêdetir pêş bixînim. Ji ber ku ez di wê baweriyê de bûm ku piştî derkevim bersiva herî watedar dê xwe pêşxistin ba. Di girtîgehê de min hewl da ku ez di warê pîşeyî de xwe pêşve bibim. Em ê li hemberî zilma hikûmeta AKP û darazê bibin bersiveke baş. Heke bi gotina wan sûc be ez ê sûcê xwe bidomînim. Ez ê ji cihê ku min hiştiye bi biryar berdewam bikim. Ji ber girtin û darizandina min neheq bû, ezê mafê xwe yê zagonî bikar bînim."

Kurşun bibîr xist ku li Gîresûnê nasnameya wî nedanê û cara duyemîn mexdûr bûme.

Dadgeha bilind 10 sal ceza erê kiribû

Dadgeha Bilind 10 sal cezayê Kurşun erê kiribû. Dadgehê der barê Vedat Kurşun de 166 sal û 6 mehan ceza birî bû, piştî ku Dadgeha Herêmî ev ceza kir 10 sal, ceza da Kurşun. Dadgeha Bilind jî biryara Dadgeha Herêmî ya 10 salan erê kir.

Dozger ji bo Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya li Tirkiyê bi tenê bi kurdî weşana rojane dike Azadiya Welat Vedat Kurşun 525 sal ceza xwestibû. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 13'ê gulanê sala 2010'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê dike" ji bo 103 hejmaran salek 6 meh ceza û her wiha bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" 12 sal cezayê girtinê dabû Kurşun. Parêzerên Kurşun serî li Dadgeha Bilind dabû. Daîreya Cezaya 9'emîn a Dadgeha Bilind serlêdana parêzerên Vedat Kurşun nirxand û cezayê 166 sal 6 meh xira kir, Dadgeha Bilind diyar kir ku nikarin cezayê endamtiya rêxistinê bê dayîn û nikarin ji bo her hejmarake rojnamê cezayên cuda bê dayîn.

(ak/mae)