1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Eşîra Metînan a ji 5 hezar endamî beşdarî BDP'ê bû
Eşîra Metînan a ji 5 hezar endamî beşdarî BDP'ê bû,eşîra,metînan,a,ji,5,hezar,endamî,beşdarî,bdp,ê,bû

Eşîra Metînan a ji 5 hezar endamî beşdarî BDP'ê bû

A+ A-

MÊRDÎN 05.03.2014 09:42:32 Eşîra Metînan a ji 5 hezar endamî, ku li 58 gundên ser bi Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex û Çinarê dijîn, duh bi merasîmekê beşdarî nava refên BDP'ê bû.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di merasîma piştî vekirina buroya hilbijartinê de Nazmetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Farûk Saglam, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, rêveberên BDP'ê yên Mêrdînê, rêveberên navçeya Dêrikê, namzetên Hevserokatiya Şaredariya Dêrikê Sabahat Çetînkaya û Abdulkerîm Erdem amade bûn.

Ahmet Turk di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Armanca me ya li ser vê xakê yekitî û aştî ye. Dema me yekitî di nava xwe de ava kirin, emê hingî azad bibin. Em dixwazin li ser vê xakê bi xwişk û birayên xwe yên Mihelmî, Suryanî û Ereb bijîn."

Ahmet Turk da zanîn ku hilbijartinên herêmî yên 2014'an referandûmeke û got, "Niha hemû partî me lêkolîn dikin. Dibêjin gelo vana wê li ser axa xwe çiqasî dengan derxînin, çiqasî karibin xwe îspat bikin. Ji ber vê yekê divê em di nava yekitiyê de bin. Birêz Ocalan ji bo azadî û wekheviyê firsendên mezin da. Divê êdî em van firsendan baş bikar bînin.

Ahmet Turk ji be beşdariya eşîra Metînan ji lîderê eşîrê Mehmet Şerîf Temellî re spas kir.

Temellî jî di axaftina xwe de got, "Nêzî 10 sal in em di nava ti partiyê de siyasetê nakin. Me biryar dan di hilbijartinên pêş de bi gelê xwe re cih bigirin. Dibe ku hinekî derenb bû, lê ez bawerim ku bi gelê xwe re emê bi hêzeke mezin ji hilbijartinan derkevin."

Eşîra Metînan ku li herêma navbera Mêrdîn û Amedê bi bandor e, li Dêrikê 30, li Şemrexê 4 û li Çinarê jî 24 gundên xwe hene û nêzî 5 hezar endamên wê hene.