Facebook www.rojnews.net bloke dike
NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj (RojNews) di daxuyaniyekê de diyar kir ku tora civakî ya Facebookê derdorê heftiyekê ye lînka www.rojnews.net bi her awayî bloke kiriye û destûr nade ku were parvekirin.
Derbarê blokekirina RojNewsê de, Kompaniya Chatr daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Daxuyaniya Kompaniya Chatir wiha ye;
Ji bo Raya Giştî
RojNews ajansekî nûçeyane, girêdayî Kompaniya Chatire û bi awayekî yasayî li başûrê Kurdistanê kar dike. Berî demekê rûpel û hesabên me yên Facebookê hatin blokekirin. Ji roja 16.12.2014’an û vir ve, bi ti awayî www.rojnews.net li ser Facebookê nayê belavkirin. Ji ber sedemek hê em nizanin, ev yek hatiye kirin.
Me ev mijar ji Facebookê re ragihand, lê heta niha erênî yan jî nerênî ti bersivek ji me re nehatiye. Ti gumanê me li ser wê yekê nîne ku pêkanînên bi vî awayî yên keyfî ne di ti hiqûq û ne jî di wijdana raya giştî de tûne ne. Ev sansûrekî ciddî ye. Divê Facebook di demekî kurt de vê rewşê eşkere bike û dawî li vê pêkanîna xwe ya bê bingeh bîne.
Bi vê armancê em bang li hemû çînên alîgirê azadiya çapemeniyê dikin ku hestyar tevbigerin.
22.12.2014
Rêveberiya RojNewsê