Faliyetên IŞÎD’ê yên li Tirkiyê bi rapora Walî hat piştrastkirin
Enqere 05.05.2014 10:34:38 Çeteyên Dewleta Îslmî ya Şamê ya Iraqê (IŞÎD) ya li Sûriyeyê ku Tirkiyeyê wek baxçeyê xwe yê dawî bikartîne, bi raporeke ku pêşkêşî wezareta karê hundir hatiye kirin hat piştrastkirin. Waliyê Hatayê Celalettîn Lekesîz ji faliyetên IŞÎD’ê yên zêde bûne gazinc kir û xwest tedbîr bên girtin.
Piştgiriya tirkiyeyê ya ji bo çeteyên çekdar yên li Sûriyeyê êdî ne sire. Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên ku êrîşên kurdan dike û herî dawî jî piştgirî da êrîşa li dijî Ermeniyên gundê Keseb. Komên girêdayê El Qaîdeyê ji ser Tirkiyeyê ketin bajarokê û ew der bidestixin.
JI SER TIRKIYEYÊ DERBASÎ SURIYÊ DIBIN
Li gorî rojanmeya Bugunê Waliyê Hatayê Celalettîn Lekesiz der barê faliyetên IŞÎD yên li bajarên sînor raporek pêşkêşî wezreta karêhundir kiriye. Di raporê de tê gotin ku endamên IŞÎD’ê bi rehetî dikevin tirkiyeyê û piştre jî dikevin Sûriyeyê. Hata gotin ku ji welatên biyanî şervanan tînin Hatayê û ji gundên Bukulmez, Kuşakli, Beşaslan a Reyhaniyê, ji bajaroka Hacipaşa ya navçeya Altinozu, gundê Guvencî ya navçeya Yayladagê jî bi awayekî îlegal derbasî Sûriyeyê dibin.
Her wiha di raporê de hate diyar kirin ku endamên IŞÎD’ê ji xeta sînor derbasî Haty û welatê me dibe û hat gotin ku wan bihistiye ku çalakiyên wesayîtên bombebarkirî, revandina kesan û çalakiyên li dijî sînor pêk tên.
HEMÛ TEVGERÊN IŞÎD’Ê TÊ TEMAŞEKIRIN LÊ...
Di raporê de hate diyar kirin ku serwîsên ewlehiya tirk hemû faliyetên IŞÎD’ê yên li Tirkiyeyê ji nêzve dişopîne û hat diyar kirin ku ev faliyet di bin agahiya rayedran de pêk tên.
Di nivîsa ku Lekesîz şand ji wezareta Karê Hundir re hat destnîşan kirin ku kesên tevli IŞÎD’ê dibin dizanin ku çawa tên Tirkiyeyê û çawa ji Tirkiyeyê derbas dibin.
Di nivîsê de wiha hat gotin: Bi riya hewayî tên Stenbolê. Piştre bi hevkarên xwe re dikevin têkiliyê û bi balafirê an jî riya bejayî dişînin Riha, Kilis, Dîlok an jî Hatayê. Ev kes bi komên ji 3-4 kesî pêk tên dişînin Sûriyeyê. Di nava rêxistina IŞÎD’ê de kesên ji Efrîka, Fransa, Îngîltere, kêm be jî Almanya, Îrn, Lubnan û Iraqê ne cih digirin.
Welatiyên ji Îran, Iraq, Lubnan û Misirê yên dixwazin tevli IŞÎD’ê bibin bi giştî sînorên welatê me yên Hatayê bikartînin.
Kesên tên welatê me numareyên telefonên kesên ku pê re dikevin îrtîbatê heye. çawa tên tirkiyê li kanalên îrtîbatê digerin. Her wiha ji WhatsApp û SKYPE jî fêdeyê digirin.
NAYÊN ASTENGKIRIN
Di raporê de der barê girtina tedbîran de tiştek nayê gotin û hatin got ku ew jî polîtîkayeke ku DYA’yê piştî 11’ê îlonê girtiye ew jî bigirin.