FARC-EP û dewleta Kolombiya ber bi çareseriya dawî ve diçin
Pêvajoya diyalogê û hevdîtinên di navbera FARC-EP û Kolombiyayê yên Cotmeha 2012'an li Oslo destpê kirin, di meha Mijdarê de li paytexta Kuba Havana dewam kirin. Bi vî rengî pêvajoya diyalogê veguherî muzakereyê
STENBOL - MAHÎR YILMAZKAYA Li dora maseya muzakereyê ya bi arantoriya Venezûela, Şîlî û Kuba hat avakirin, ji fermandarên FARC-EP Îvan Marqûez, Pablo Catatûmbo, Alexsandra Narîno di nava heyeta muzakereyê de cih girtin. Li aliyê dewletê jî navên ji aliyê Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos ve hatin hilbijartin, di nava heyetê de cih girtin.
PÊVAJO BI ÇI RENGÎ MEŞIYA BÛ?
Li Kolombiyayê, di hilbijartinên serokdewletê yên sala 2010'an de Jûan Manûel Santos bi ser ketibû. Soza herî mezin a Santos di pêvajoya hilbijartinê de da, tinekirina tevgerên gerîla Hêza Çekdar a Şoreşger a Kolombiyayê FARC-EP û Artêşa Rizgariya Neteweyî ELN bû.
Piştî ku dest bi wezîfeya xwe kir Santos planên soza wan di pêvajoya hilbijartinê de da, xist dewrê. Û ferman da artêşa Kolombiyayê ku li hemberî FARC-EP û ELN dest bi operasyonên berfireh bike. Lê belê yekîneyên artêşa Kolombiyayê bi qasî ku Santos dixwest bi ser neketin. FARC-EP xwe di vê demê de ji aliyê leşkerî û siyasî ve xurttir kir.
Lê belê di sala 2011'and e qetilkirina fermandarê FARC-EP'ê Alfonso Cano bû xala werçerxê. Vê xala werçerxê, parolaya Santos a ji bo tinekirina FARC-EP û ELN, serpêhatiya serokdewletiyê veguherand pêvajoya muzakereyê ya li Kolombiyayê dawî li şerê 50 salan bîne.
Alfonso Cano, piştî ku lîderê FARC-EP Manûel Marûland Velez di sala 2008'an de di krîza dil de jiyana xwe ji dest da, ji bo lîderiya FARC-EP hat wezîfedarkirin.
Cano di destpêka wezîfeya xwe de otorîteya xwe ya li ser hemû komên gerîla yên li eniyên belavbûyî pêk anî û dûre bi duyemîn mezintirîn rêxistina gerîla ELN re dawî li rewşa pevçûnî anî û di pêvajoya morkirina peymanekê de roleke girîng lîst.
Di vê pêvajoyê de FARC-EP ji aliyê leşkerî û siyasî ve bêhtir xurt bû. Her wiha tevlîbûnên li nava FARC-EP zêde bû. Li ser van hemû pêşketinan, armanca sereke ya hikûmeta Kolombiyayê tinekirina Alfonso Cano bû.
Di 4'ê Mijdara 2011'an de, bi desteka DYA, yekîneyên artêşa Kolombiyayê bi beşdariya bi hezaran leşkeran û çekên ji teknolojiya dawî re dest bi operasyonê kir û di encama vê operasyonê de li daristanên Caûca lîderê FARC-EP Alfonso Cano hat qetilkirin.
Bi serxweşiya serketinê re Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos banga teslîmbûnê li gerîlayan kir û xwest dest ji çekan berde û rêxistinê belav bike. Di rewşeke berevajî de gefa "Mîna aqûbeta Alfonso Cano 'ya gor ya mirin' be."
Lê belê li hemberî gefên Serokdewletê Kolombiyayê Santos, ji eniya FARC-EP'ê bersiv dereng nema. Piştî qetilkirina fermandar Alfonso Cano, FARC-EP'ê ev peyam ji cîhanê re şand û bi vî rengî bersiv da gef û bangan:
"Li Kolombiyayê, ne cara yekemîn e ku şîna lîderên mezin ên bindestan tê girtin. Ne cara yekemîn e ku wê şûna wan bi cesaret û baweriya ji serketinê bê dagirtin. Li Kolombiyayê aştî bi çekdanîna gerîla yan jî teslîmbûyîna wan pêk nayê. Aştî bi tenê bi ji holê rakirina sedemên serhildanê dikare pêk were. Ev yek xeteke polîtîk e ku wê dewam bik..."
Piştî vê peyamê, di encama nîqaşên li nava FARC-EP'ê, ji fermandarên navendê Tîmoleon Jîmenez ji bo lîderiya FARC-EP hat hilbijartin. FARC-EP'ê ji bo serdema nû bi şiyara 'Jiyan bi temamî şer e. Deqeyeke me nîne ku em ji bo miriyên xwe şînê bigirin..." xwe amade kir.
FARC-EP a bi lîderiya Tîmoleon Jîmenez û ELN a bi lîderiya Nîcolas Rodrîgûez Batîsta, bi serketinên gerîla li her qadê re, bersiv dan Santos ê gef dixwar.
Li dû qetilkirina Alfonso Cano, FARC-EP'ê li her qadê şer bilind kir. Di hemand emê de ELN jî şer bilind kir. Hikûmta Kolombiyayê, li pêşberî FARC-EP û ELN binketî bû. Vê rewşa binketî, hikûmeta Santos neçar hişt ku dest bi pêvajoya muzakereyê ya ku dawî li şerê 50 salan bîne, bike.
PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ YA DI NAVBERA FARC-EP Û DEWLETA KOLOMIYAYÊ
Li dû hevdîtinên veşartî yên li Venezûellayê, dewleta Kolombiyayê di dawiya sala 2012'an de l paytexta Norwêc Osloyê, bi rêveberiya FARC-EP re dest bi pêvajoya diyalogê kir. Dûre jî li hev kirin ku derbasî muzakereyê bibin. Hevdîtinên li Oslo destpê kirin, li paytexta Kuba Havanayê dewam kirin. Di hevdîtinên aştiyê yên navbera aliyan de welatên Kuba, Şîlî û Venezûela bûn garantor. Hevdîtin li ser 6 serenavan hat meşandin.
Yek ji xalên girîng ên hevdîtin li ser hatin kirin, reforma xakê, tevlîbûna tevgera gerîla li jiyana siyasî û hilbijartinan û pêşîgirtina li bazirganiya narkotî bûn.
Di hevdîtinên aştiyê yên li Havana de, heyetên aliyan bi awayekî zelal hatibûn diyarkirin. Yanî ne mîna li Tirkiyeyê ji aliyê şefê îstîxbaratê ve hat meşandin. Di nava heyeta FARC-EP de 17 kes hebûn. Di heyeta dewleta Kolombiyayê de jî 17 kesên ji siyasiyan hebûn.
Her wiha, dema di navbera aliyan de hevdîtinên muzakereyê destpê kirin, agirbest tinebû. Lê belê par di hilbijartinên serokdewletiyê de FARC'ê beriya hefteyekê agirbest îlan kir. Dûre ev agirbest bi awayekî bê dawî hat dirêjkirin.
Di dema hevdîtinan de heyeta FARC-EP bi rêya çapemeniyê gel agahdar kir. Heyeta dewletê jî bi heman rengî gel agahdar kir. Hin armancên di pêvajoya muzakereyê de hatin destnîşankirin, ev bûn:
1- FARC-EP wê polîs, leşker, siyasetmedar û akademîsyenan berde, li hemberî vê yekê jî wê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
2- Li Kolombiyayê divê her kes bi awayekî bêpere ji xizmetên tenduristî û perwerdeyê sûdê werbigirin û dewlet vê garantî bike.
3- Komîsyona lêkolînkirina rastiyan were avakirin û sûc û şaşîtiyên di şerê 50 salan de hatine kirin, bên aşkerakirin.
4- Hemû peymanên leşkerî yên dewleta Kolombiyayê bi DYA re bi awayekî veşartî kiriye, betal bike.
5- Bi beşdariya hemû beşên civakê re meclîsa damezrîner a destûra bingehîn were avakirin.
6- Destûreke nû ya bingehîn a hemû maf û azadiyan garantî dike, bê avakirin.
7- Li şûna bêçekkirina FARC-EP û hêzên din ên gerîla, ev hêzên gerîla weke hêzên asayîşê û hêzen parastina gel bên wezîfedarkirin.
8- Dewleta Kolombiyayê bi duyemîn mezintirîn tevgera gerîla ELN re dest bi muzakereyan bike.
DI NAVA PÊVAJOYÊ DE ÇI QEWIMÎ
1- Di navbera FARC-EP û dewleta Kolombiyayê de agirbesta zeximkirî pêk nehat. Gelek caran şer qewimî. Lê belê pêvajo tevî vê jî dewam kir. Di vê pêvajoyê de welatên garantor hebûn û serenavên muzakereyan bi awayekî zelal hatibûn destnîşankirin.
2- Di sala 2013'an de ji ber êrîşên hovane yên polîs û artêşa Kolombiyayê li hemberî çalakiyên protestoyî yên cotkaran, FARC-EP (ji bo 15-20 rojan) pêvajoya muzakereyê sekinand.
3- Di encama hewldanên FARC-EP de Şaredarê Bogota û endamê berê yê tevgera gerîla ya M19 Petro Gûstavo, ku ji aliyê hikûmeta Kolombiyayê ve ji wezîfeyê hat girtin, careke din dest bi wezîfeya xwe kir.
4- Di dawiya sala 2014'an de piştî ku FARC-EP'ê generalek girt, dewleta Kolombiyayê ragihand ku wan pêvajoya muzakereyê sekinandine.
5- Piştî hevdîtinan general û çar polîs hatin berdan. Li hemberî vê yekê hin girtiyên polîtîk hatin berdan, dûre pêvajoya muzakereyê ji nû ve destpê kir.
6- Di destpêka sala 2015'an de peymana li ser paqijkirina herêmê ji mayînan, lihevkirin pêk hat. Li gorî vê yekê gerîla û yekîneyên artêşa Kolombiyayê wê bi hev re bixebitin.
7- Di mehên Adar û Hezîranê yên sala 2015'an de di şerê navbera FARC-EP û dewleta Kolombiyayê de yekîneyên artêşê windahiyên giran da. Li ser vê yekê dewletê careke din muzakere sekinand.
8- Di dema muzakereyê de FARC-EP gelek caran bi awayekî yekalî agirbest îlan kir. Li ser vê yekê Jûan Manûel Santos jî ferman da hêzên hewayî ku êrîşên hewayî yên li hemberî FARC-EP ji bo demekê bisekinînin.
ENCAM
Di rewşa heyî de hevdîtinên li paytexta Kuba Havanayê tên meşandin, ber bi dawiyê ve diçin. Ji fermandarên FARC-EP Rodrîgo Londona û serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos daxuyaniyek dan û diyar kirin ku di mijarên darizandina berpirsyarên binpêkirinên mafên mirovan ên dema şer, dayînat azmînatê ji mirovên bi zorê hatin koçberkirin, windakirin û îşkence li wan hat kirin, li hev kirin pêk hatiye.
Li gorî peymanê wê dadgehên taybet ên dadgerên navneteweyî jî tê de amade bin werin avakirin û darizandina endamên FARC-EP û rayedarên dewletê yên navê wan di binpêkirinan re derbas bûne, destpê bike. Yên li sûcên xwe mukur bên û hevkariyê bi dadgehê re bikin, wê cezayên wan bên kêmkirin. Yên sûcê xwe îtiraf nekin jî wê heta 20 salan bên cezakirin. Ji bo gerîlayên FARC-EP wê efûyeke giştî were îlankirin. Ji vê efûya giştî wê bi qasî 20 hezar kes sûdê werbigirin.
Tê payîn ku piştî hevdîtinên dawî, wê peymana aştiyê ya aliyan di Adara 2016'an de bê îmzekirin. 2 meh piştî îmzekirina peymanê wê FARC-EP dest ji çekan berde.