Farqîniyan dest bi berxwedana bêdawî kirin
FARQÎN 10.06.2014 09:22:53 Li navçeya Amed Farqînê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî pêvajoya aştiyê û destekkirina berxwendana li Liceyê, çalakiyeke bêdem hat destpêkirin.
Çalakgeran li ser rêya Hindês a li sêgoşeya Farqîn-Pasûr-Hezroyê êvara 9'ê Hezîranê kon vedan û dest bi çalakiyan kirin. Gelê Farqînê nerazîbûn nîşanî gavneavêtina hikûmetê û çêkirina qereqolan da û piştgiriyê dide berxwedana li Liceyê.
Çalakî ji aliyê Însiyatîfên Gel ên Farqîn, Hezro û Pasûrê ve tê meşandin. Konên çalakiyê ji aliyê Hevşaredarên Farqîn, Hezro û Pasûrê ve hatin ziyaretkirin. Bi sedan ciwanên rûgirtî, li ser rê kontrola nasnameyan kirin.
Danê êvarê jî, ciwanên kontrola rê dikirin ber bi qada kon ve meşiyan.
Li ser rêyên gundê Zergûs ê Hezro û gundê Sêdeqnê yê Farqînê leşkeran nuqteyên kontrolê danîn, plaqeya wesayîtan girtin û kontrola nasnameyan kirin.