1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Farqînî: Armanc komkujî bû!
Farqînî: Armanc komkujî bû!,farqînî,armanc,komkujî,bû

Farqînî: Armanc komkujî bû!

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li Farqîna ku hêzên ddewletê 12 saetan bênavber gulebaran kir û tîmên taybet jî êrîş û qatlîam bi sirûdan ve "pîroz" kir, welatiyan anîn ziman ku armanca dewletê bi awayeke aşkera qatlîam bû. Keyayê xata Mescîdê Şaban Pasli bilêv kir ku tola Kobane hatiye xwestin ji Farqînê bê girtin û nirxandina "Kirinên ku DAIŞ li Kobanê li dijî gelê kurd pêk tîne, leşkerên tirk jî li Farqînê xwestin bikin" kir.

Li navçeya Farqîna Amedê li hemberî daxwaza reveberiya cewherî ya gel bi sedan tîmên taybet, polîs û leşker bi TOMA, wesayîtên zirxî û helîkopteran ve li navçeyê wekî ku şer îlan kirin û hewldan ku qatlîamê pêk bînin. Navçe bênavber hate bombebarankirin, guleberankirin di encama êrîşan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan 6 kes jî birîndar bûn. Bi dehan mal, kargehan jî zirarekî mezin dîtin. Hêzên dewletê bi dijminatiyeke mezin êrîş kirin, xirakirina Farqînê jî bi sirudên nijadperest ve pîroz kirin, heqeret li gel kirin. Welatiyên Farqînê li dijî kirinên dewletê yên li Farqînê bihers in.

Welatiyê bi navê Kerem Sonecek (24) ê li cadeya Farqînê ya taxa Mescîtê marketa wî heye diyar kir ku marketa wî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye gulebarankirin û tîmên taybet bi çekên giran êrîşî ciwanên ku ev hefteyeke li ber xwe didin kirine. Sonecek wiha got: "Walîtiyê derketina kolanan qedexe kir, polîs jî da êrîşkirin. Tîmên taybet rasteras gel gulebaran kirin, êrîşî malên gel kirin. Li ser cadeyê bi dehan mal û kargeh hatin rewşa ku nikare bê bikaranîn. MArketa min xira bû. HEke em ji mal û marketê derneketana dê em jî qetil bikirina. Armanca wan qetilkirin bû."

'Sekvan hatin bicihkirin'

Yek ji welatiyên ku nexwest navê xwe bide yê li taxa Mescîtê rûdinê jî diyar kir ku Serhat Bînen ji aliyê sekvanan ve hatiye qetilkirin û ciwan li taxa Mescîtê li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dane. Welatiyê xwe navê neda anî zimna ku tîmên taybet û polîsan serê sibehê bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan ve û sekvanan ve êrîşî taxê kirine di navbera ciwan û polîsan de pevçûn qewimiye, Bînen jî di pevçûnan de li dijî sekvanên li avahiya Gultekînê bi cih bûnun derketiye li ber xwe daye. Tîmên taybet li malên li hemberî avahiyê gel derxistine derb kirine û li van deran sekvan hatine bicihkirin.

Gotinên dawî yên Bînen: Şehîd namirin

Welatiyê taxê der barê dema lêdanê ya Bînen de jî wiha got: "Di navbera tîmên taybet û ciwanan de bi saetan pevçûn qewimî. Di encama guleya tîmên taybet de Bînen birîndar bû. Bi awayeke birîndar bi dengekî bilind dirûşma 'şehîd namirin' berz dike. Piştî demeke polîs ban gulebaran dikin. Bînen jiyana xwe ji dest dide. Hevalên wî tên û dixwazin bibin nexweşxaneyê lê Bînen jiyana xwe ji dest dabû."

'Tiştên çeteyên DAIŞ'ê dixwestin li Kobanê bikin leşkerên tirk xwestin li Farqînê bikin'

Keyayê taxa Mescît Şaban Pasli diyar kir ku li Farqînê hovîtiyekî gelek mezin hatin jiyîn û êrîş li mal û canê gel kirin. Pasli anî ziman ku tola Kobanê xwestin ji Farqînê bigirin û wiha got: "Tiştên çeteyên DAIŞ'ê dixwastin li Kobanê li hemberî gelê kurd bikin leşkerên tirk xwestin li Farqînê pêk bînin. Hovîtiya wan a ku ewqas bê însanî nayê qebûlkirin. Ligel li holê tu tiştekî tuneyeî êrîş li mal û canê gel kirin."

'Heke Erdogan bêje ew dê bi şer bigihije cihekî xwe dixapîne'

Jina bi navê Husna Tunç a ji taxa Tekel jî bertek nîşanî şer da û Erdogan weke berpirsiyarê şer dît. Tunç balkişand ser polîtîkayên şer ên Erdogan û wiha got: "Erdogan bi hezaran kes qetil kirin. Heke Erdogan bêje ew dê bi şer bigihije cihekî xwe dixapîne. Kurd ji aştî û çareseriyê bi israr in. Erdogan dixwaze pirsgirêkan bi şer çareser bike. Em dê heya dawiyê bêjin aştî. Heke Erdogan her tim bêje şer û me ji komkujiyan re derbas bike wê demê em jî ji şer re jî amade ne. Em ji şer û aştiyê re amade ne. Em ji bo tu kes nemirin hewil didin. Em ji Erdogan re dibêjin êdî bes e. Em destûrê nadin komkujiyan li Farqînê pêk bînin."

Tîmtên taybet bi srudan komkujî pîroz kirin

Welatiyê bi navê Mehmet Halît Ala (55) diyar kir ku tîmtên taybet bi wesayîtên zirxî ketin ocaxa tendûrîstiyê û 6 wesayîtên ayîdî welatiyan şewitandin û wiha got: "Tîmên taybet hatin ocaxa tendûrîstiyê bi "tekbîr" û sruda "îstîklalê" dijûn li gel dan û wesayît şewitandin. Derketin qada sêyemîn a ocaxa tendûrîstiyê ala tirkan daliqandin. Komkujiya li Farqînê pîroz kirin. Pişt re bi wesayîtên zirxî derdor gulebaran kirin. Gule li mal û kargehên me ketin. Zarok û kesên li malê li benda mirinê bûn."

'Tiştên dewletê li me kirin DAIŞ'ê nekirin'

Ciwanekî li taxa Tekelî dijî û di dema di parastina tax de bû bi guleya polîsan ji piyê xwe birîndar jî bû wiha got: "Tiştên dewletê li me kirin DAIŞ'ê nekirin. Ji bo qesra Erdogan dixwazin em bikujin. Lê em jî bê parastin nîn in. Em dê li hemberî şerê Erdogan xwe biparêzin. Em dê bi rêveberiya cewherî em dê xwe biparêzin."

(bd/sa)


Bêjeyên Miftehî