Farqînî sindoqên seyar qebûl nakin
AMED (DÎHA) - Li ser fermana Serokomar Erdogan, plana li herêmê sindoqên seyar bên avakirin ket rojevê. Li dijî fermana Serokomar Erdogan a sindoqên seyar nerazîbûn û bertek jî zêde dibin. Li Farqînê jî tê plankirin sindoqên 70 gundan bên guhertin. Welatiyên Farqînê jî bertekên xwe yên li dijî vê planê anîn ziman û diyar kirin ku ew destûr nadin ku sindoqên seyar bên avakirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û Hikûmeta AKP'ê piştî di hilbijartina 7'ê Hezîzarê de HDP bend hilweşand û AKP bi serê xwe nebû îxtîdar, destûr nedan ku hikûmet bê avakirin û biryar dan ku hilbijartinê di 1'ê Mijdarê de pêk bînin. Hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan bi vê yekê jî nehat ser û ji bo HDP'ê di bin bendavê de bihêle, niha jî hewl dide ku cihê HDP lê bi ser ketiye şûna sindoqan biguhere û sindoqên seyar ava bike. Li ser fermana Erdogan, tê xwestin ku li gelek tax, gund û navçeyên Şirnex, Amed, Bêdlîs, Wan û herêmen din cihê gelek sindoqan bê guhertin û dixwazin li sindoqên seyar bê avakirin. Welatî li hemberî vê daxwazê bi bertek in. Li navçeya Farqînê jî dê xwestin ku sindoqên 70 gundan bên guhertin. Li gorî plana Erdogan dê sindoqên 70 gundên li gundê navborî bê bikar anîn. 2 gund li bi gundê Huseyna, 7 gund dê li Şifqetê, 10 gund dê li Qurtê, 9 gund dê li Sûsa, 8 gund dê li Tirbespiyê, 7 gund dê li Xirba, 5 gund dê li Hesendelyê, 5 gund dê li Gundik, 5 gund dê li Sêdeqnê, 3 gund dê li Boşatê, 4 gund dê li Başnîqê, 5 gund jî dê li gundê Reşikê dengê xwe bikar bînin.
Tê plankirin ku sindoqên gundê Malaelîkê û gundê Dêrikamiqûrê derbasî gundê Gundik bibin. Welatiyên van gundan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku destûrê nadin vê planê. Welatiyan diyar kirin ku sindoq dê li gundê 10 kilometre dûrî wan bê avakirin û pir zahmet e ku biçin wî gundî dengê xwe bikar bînin.
'Serê min jî li ser here ez dê dengê xwe bikar bînim'
Li gundê Malaelîkê 399 deng hene. Yek ji hilbijêra vî gundî Lamia Guler (65), bertek nişanî sindoqên seyar da û anî ziman ku ew tu carî destûr nade ku cihê sindoqên wan bê guhertin. Guler, anî ziman ku serê wê jî here dê biçe dengê xwe bikar bîne û heta ji destê wê tê dê destûr nede ku cihê sindoqan bê guhertin. Hilbijêra bi navê Maşallah Yeşilbağdan (68) jî bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku ew dê destûr nedin lîstikên AKP'ê û li deng û sindoqa xwe xwedî derkevin.
Li gundê Dêrikamiqûrê jî 488 hilbijêr hene. Yek ji van hilbijêran dayika 36 salî Nadide Çetintaş e. Çetîntaş, polîtîkayên AKP'ê şermezar kir û anî ziman ku ew dê her dem li sindoqên xwe xwedi derkevin.
Hilbijêrê 85 salî Hacı Siyaxan Bozutmag, Hilbijêra 35 salî Adalet Bozutmag, Hilbijêrê 33 salî Omer Yeşilbagdan jî bertek nîşanî plana sindoqên seyar dan û diyar kirin ku ew dê li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin û destûr nadin ku cihê sindoqan bên guhertin.
(mae)