1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Faşîstan êrîşî Kobaniyên li Ereglî kirin
Faşîstan êrîşî Kobaniyên li Ereglî kirin,faşîstan,êrîşî,kobaniyên,li,ereglî,kirin

Faşîstan êrîşî Kobaniyên li Ereglî kirin

Zêdeyî 3 hezar Kobaniyên piştî êrîşa çeteyan a 15'ê Îlonê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û dûre li kampa karkerên demsalî ya li bajarokê Edene Tûzlayê bi cih bûn, bi êrîşên faşîstan re rû bi rû ne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - FERHAT ARSLAN Zêdeyî 3 hezar Kobanêyên piştî êrîşa çeteyan a 15'ê Îlonê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û dûre li kampa karkerên demsalî ya li bajarokê Edene Tûzlayê bi cih bûn, bi êrîşên faşîstan re rû bi rû ne. Kobaniyên li Edeneyê paletiyê dikin, ji bo berhevkirina firingiyan çûn navçeya Konya Egerlî, lê ji ber ku li gundekî vê navçeyê rastî êrîşên faşîstan hatin, neçar man li Edeneyê vegerin.

Zêdeyî 3 hezar Kobaniyên ji komkujiya çeteyên faşîst ên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê reviyan û neçar man li binê konên ji qamiş ên li bajarokê Edene Tûzlayê bijîn, dema li vir karê paletiyê bi destê wan neketin, çûn navçeya Konya Egerlî. Piştî ku derket holê Kurd in, mirovên herêmê êrîşî karkerên demsalî yên Kobaniyî kirin. Endamê Komîsyona Penaber û Koçberiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Selahattîn Guvenç ê mijarê ji nê ve dişopîne diyar kir ku Kurdên ji komkujiya çeteyan rizgar bûne, hînê bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne û anî ziman ku wan li ser mijarê rapor amade kirine.

Guvenç da zanîn ku bi hezaran Kurdên ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê reviyane û xwe li Tirkiyeyê girtine her roj êş û travmayeke nû dijîn û ragihand ku êrîşên li hemberî penaberan ji aliyê faşîst û nîjadperestan ve tê organîzekirin.

Guvenç got, "Bi qasî 3 hezar penaberên Kurd ên ji Kobanê, zêdeyî saleke li derdora bajarokê Tûzla yê navçeya Karataş a Edeneyê, li konên kêleka malbatên mexdûrên koçberiya ji neçarî dimînin û karkeriya karê çandiniyê dikin. Ji ber ku li vir bêkar dimînin, berê xwe didin bajarên din ji bo kar bikin. Herî dawî di destpêka meha Tebaxê de li gundê Koçveren ê navçeya Konya Egerliyê, 35 karker tevî malbatên wan ji aliyê keyayê gundê Koçveren ve hatiye birin. Kedkarên Kobaniyî, ku ji bo kar çûn vî gundî, li vir 9 kon vedan. Piştî 15 rojan komek ji gundê Koçveren gotiye 'Em li vir Kurdan naxwazin, ji vir bicehimin'. Bi sixêf û gefan bi mexdûran re pev çûne. Di êvara heman rojê de dema amadekariya êrîşê li hemberî konan dihat kirin, keya pê hesiya û ji ber ku nekarî pêşî li êrîşkaran bigire, bi lez û bez mexdûr li du wesayîtan kir û ji herêmê derxist. Êrîşkar êvarî çûn nava konan û dema dîtin di binê konan de ti kes nîne, kon, eşyayên tê de tevî pereyên kedkarên Kobanê qezenç kirin, hemû şewitandin. Kedkarên Kobanê bi zorê jiyana xwe rizgar kirin û vegeriyan Tûzlayê."

Guvenç da xuyakirin ku ji ber rewşa şer karkerên çandinî û demsalî yên Kurd roj bi roj bêhtir rastî êrîşên faşîstan tên û anî ziman ku ji ber di organên weşan-çapemeniyê de ev gurûhên lînçê deşîfre nabin, hîn bêhtir cesaretê werdigirin. Guvenç got, "Di rewşa şîdeta siyasî de, di serî de karkerên çandiniyê yên demsalî Kurd hemû li her cihê lê ne rastî hewldanên lînçê û êrîşên nefretê tên. Bi vî rengî gef li jiyana wan tê xwarin. Parastina mafên jiyaan mirovan wezîfeya sereke ya dewletê û rêveberên cemaweriyê ye. Bang li her kesî dikim ku li hemberî van bûyer û hewldanên lînçê yên nîjadperestan hişyar û hestyar bin."